Di Berhema ‘Dewleta Xwedê’ de Bandûra Teoriya Platon

Di Berhema ‘Dewleta Xwedê’ de Bandûra Teoriya Platon

Di Berhema ‘Dewleta Xwedê’ de Bandûra Teoriya Platon

Augustînusî (P.Z.354-430), di dewra hilweşîna Împaratoriya Romayê de jiyaye. Cîhana medenî ya ku ji zarokatiya xwe ve lê jiyabû, ji aliyê mirovên ne medenî ve hatiye hilweşandin û tunekirin. Di wextê mirina wî de, bajarê zarokatiya wî Hippo bi xwe jî, ji aliyê wêrankerên hov ve hatiye dorpêçkirin û piştî mirina Augustînusî jî, bajarê Hippo teslîmê wêrankeran bûye.

Di wê dewrê de ku me îro navê Serdema Tarî lê kiriye, hilweşîn zêdetir bûye. Di vê xalê de meriv dikare bibêje ku sebebê hinek ramanên bedbîn (reşbîn) yên Augustînusî, ew dema hilweşînê û encamên wê ne.

Di berhema ‘Dewleta Xwedê’ de, behsa kesên ku di heman demê de hemwelatiyên du cîhana ne dike; li milekî qralatiya Xwedê ya ku naguher û abadîn e û xwe dispêre nirxên rast heye û li milê din jî, qraltiyên vê dinyayê hene ku bi awayekî lezgîn diguherin, nema wekî xwe dimînin û xwe dispêrin nirxên çewt û xirab hene.

Û em, di heman demê de li herdûyan jî dijîn.

Bawer im hûn ê di vê xalê de xweş têbigihêjine mînanîtiya vê ramanê û teoriya Platonî (B.Z.427-347) ya ‘Du Cîhanan’ ku gelekî dişibine hev.

Ali Gurdilî
felsefevan@hotmail.com
02.05.2016

Çavkanî: Dîroka Felsefeyê – Ali Gurdilî

Bersivekê binivîsin