Dewrên Felsefeya Serdema Nû

Dewrên Felsefeya Serdema Nû

Dewrên Felsefeya Serdema Nû  

Em ê di sê dewran de dest bi nasandina felsefeya heyama nû bikin, da ku em bikaribin bi awayekî hêsan, vê heyamê û dewrên wê, bi we xwendevanan bidin nasandin.

Dewrên Felsefeya Heyama Nû.  

1- Dewra yekê: felsefeya Ronesansê.

2- Dewra duyê: felesefeya Sedsala 17- ê.

3- Dewra sêyê: felsefeya Sedsala 18- ê.

Li gorî ferhengê wateya Ronesansê zayîn û vejîn e, nûkirin û ji nû ve avakirin e. Tevgera ronesansê di sedsala 14- yê de dest pê dike û hêdî hêdî li hemû Ewropayê belav dibe. Bi vê tevgerê re; cîhan ji dewr û dewranên kevin derdikeve û diqulipe ser dewr û dewranên nû. Bi her awayî û di her warê jiyana civakî de, rûpelên nû vedike û pêşkêşî mirovahiyê dike.

Ronesans, cîhanê bi pêşve ber bi serfiraziyê ve biriye. Lewra, di pêşiya ronesansê de azadî tune bû, riya şexsan û gelan, ji aliyê Xwedê ve dihat hilbijartin û doxmatîzm hebû.

Ê baş e, gelo heyama navîn heyameke çawa bû?

Heyama navîn, heyamek sekinî û qemirî bû. Skolasîzma dêra filehtiyê; wajbaweriyên xwe, mîna zanayiyên zanistî nîşan dida. Li hêla civakî jî, eşîr û eşîrtî (feodalîzm) hebû û dewletên neteweyî tunebûn; axa, beg û serpereştên olî, di civakê de serwer bûn. Mirov mîna kes an şexsan ne dihatin dîtin û bi zagonên feodal û olî re, girêdayî bûn. Belam, ronesans wê rewşê guhêrt.

Lewra heyama kevin dewra xwe qedandibû û mirovahî hewcedarê raman û tevgerên nû bû. Heyama navîn, ji ber ku ji civakên dadayî an girtî pêk dihat; armancên rawanwerên wê demê jî, çareserkirina pirsgirêkên wê demê bûn. Ronesans, li hember nêrînên neguhorbar, bêdro û rizyayî rabû ye, wan rexne kiriye û bi helwista xwe re jî, riya zanistê vekiriye.

Wesfên Felsefeya Ronesansê

1- Di ronesansê de sîstema ramanê, bi tenê xwe dispêre xwe, mijar û gehînekên xwe jî, bi serê xwe hildibijêre.

2- Di cîhana kevin de yekîtiyek hebû, lê di ronesansê de, pirranî heye.

3- Li hemberî zagonan, şexsiyeta mirova xurttir bûye û ev şexsiyet, ji aliyê civakê ve hatiye dîtin û mirov, çêtir bûne mirov.

4- Bi alikariya hestên neteweyî, dewletên neteweyî hatin damezrandin û hestên neteweyî xwe di warê felsefeyê de jî, xwe da der.

5- Wek tê zanîn; berê ronesansê zimanê serwer latînî bû. Lê piştî ronesansê, hêdî hedî zimanê neteweyî hatin bikar anîn.

6- Di heyama navîn de; ramanwer an nivîskarên mezin û binavûdeng, mirovên olî bûn. Lê ronesansê ev tişt jî guhêrt. Di ronesansê de, ev mirov alim û pispor in. Ango, şexs in, şexsiyet bi xwe ne.

7- Di heyama navîn de, bersiv gîşk amade bûn. Lê di ronesansê de, bersivê amade tune nin, rastî jî ne yek e, pirr in.

8- Lêgerîna rastiyê û ev hewil, piştra riya keşfan vedike.

9- Di heyama navîn de, rolê mirov û cihê wî li qata Xwedê diyarkirî bû. Lê bi saya humanîzmê re; ku rêçeka ronesansê ye, nêrînên mirovan fireh bûn û çandeyekê nû yeke LAÎQ derkete hola civakî.

10- Ronesans, tevgereke lixwegerîn e. Bi saya vê şoreşê, qata zanînê bilind bû û pîvanên zanyariyê hatin damezrandin.

11- Di ronesansê de, rola dêrê jî hateguhêrtin. Dêr, ji tewşiyan hate rizgarkirin û destê dêrê, ji doliwgeriya dewletê hat qut kirin. Bi vî awayî, dêr carekê din veqişiya ser karûbarên xwe yên berê, yên olî.

12- Bi ronesansê re zanayî û ramanên cur bi cur, di serada aqil de hatin derbaskirin û pozîtîvîzm derkete holê.

13- Bi ronesansê re; dinya êdî li gorî pîvan û dîtinên dinyayê hatin dîtin û momenta vê xalê jî, bû însan.

14- Ronesans her çiqas pêşengê modernîzmê be jî, dîsa jî mîratxwarê heyama navîn e.

15- Dilêrîna heyama navîn, “Ummet” bû, lê dilêrîna ronesansê, şexs e û ev dilêrîn ferdî ye.

16- Di bawerî û rewiştê (exlaqê) de, serbestiyek heye û ronesans, li hemberî dêra Qataolîk, dêra protestanan hate damezrandin.

Felsefeya sedsala 17- yê:

Di felsefeya ronesansê de, hemû tişt di cihê xwe de rûneniştibû û dewreke lêger bû. Ango felsefeya ronesansê, felsefeyekê pêgavker e.

Wesfên Vê Felsefeyê Yên Berbiçav

1- Felsefeya sedsala 17- ê; başkirinên ronesansê da berhev, kom kir û piştra, li ser hîmê vê felsefeyeke xwedîyekîtî û yekkerî damezrand.

2- Pêkanînên ronesansê yên herî mezin; di warê matematîk û fîzîkê de hatin xwiyakirin. Bi alîkariya têgehên matematîkî, xweza çêtir hate naskirin û ew têkiliya ku di navbera aqil û xwezayê de hebû; ku ev têkiliyekê amizger e (hemaheng e) bi vî awayî hate aşharîşkirin.

3– Xweza, yekkerî ye û avahiyeke matematîkî ye. Ev pêşniyar, dibe hîmê matematîk û fîzîkê. Xweza, xwediyê wesfên matematîkî û fîzîkî ye û wesfên objeyan yên pîvandî, rastiyên resen in.Lewra wesfên nesneyan yên pîvandî û têkiliya ku di navbera wan de ye; divê bê dîtin, ku li ser wan hîman, ev obje ji nû ve bêtin naskirin.Descartes, Spînoza û Leîbnez, ramanwerên vê demê yên sereke ne.

Felsefeya Sedsala 18 ê.

Ev felsefe, felsefeya “Ronîbûnê” ye. Li ser vê dewrê Kant wiha dibêje: “Ronîbûn, ji aliyê însan ve, destpêka bikaranîna aqlê însan e.” Ango di vê dewrê de, însan tevger û dîtinên xwe, li gorî pîvanên aqil û pisporiya xwe ronî dikin.

Wesfên Berbiçav Yên Vê Dewrê

1- Li gorî heyama navîn, ol rêzanê her tiştî bû. Lewra heyama navîn, ne xwediyê çandeyeka serbixwe bû. Serbixweyî, bi tevgera ronesansê derkete holê û bi felsefeya sedsala 17- ê, li ser hîmên zexim hate rûniştandin. Ev pêşketin, di dewra felsefeya sedsala 18- ê de, şeklekî herî bêdro û helwesteke rast sitand. Ji vê dewrê re, dewra ronîbûnê hat gotin.

2- Bi şoreşa fransî re, burjûvazî û liberalîzm derketin holê. Li hember monarşiyê, têkoşîn heye. Tevger an rêxistinên mîna wekî laîsîzm, humanîzm, komar û serbestî derketin holê.

3- Di vê demê de bi taybetî, li ser ceribandinan rawestiya ne.

4- Ev felsefeyeka çandê ye û mijarên vê felsefeyê; mirov, jiyan û cîhana mirovan e.

5- Felsefeya vê dewrê ne tenê felsefeyeke teorîk e, ew felsefeyeka pratîk e jî. Yekîtiya teoriyê (dozîne) û pratîkê, xwiya dike.

6- Di vê dewrê de di dewsa zimanê latînî de gîşk, zimanên neteweyî têne bikar anîn.

7- Bingeha vê felsefeyê, çandeka laîq e.

8- Baweriya rêzaniya AQİL heye. Di vê dewrê de hemû tevger û rêxistinên dîrokî; wek ol, dewlet, hiqûq û ekonomî, di serada aqil de têne derbaskirin.

9- Li hemberî merkantilîzma sedsala 18- ê, kapîtalîzma pîşasaziyê (endrustrî) xurt dibe. Di avahiyên ramanî de, ketumetbûnekê diyalektîkî heye. Locke, Home, Montesqieu, Reuseau û Volter, ramanwerên vê demê yên sereke ne.

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Di Sed Pirsan De Danasîna Felsefeyê – Ali Gurdilî

Beyî nîşandana çavkaniyan, wergirtina nivîsaran qedexe ye.

Bersivekê binivîsin