Dewrên Dîrokî yên Felsefeyê

Dewrên Dîrokî yên Felsefeyê

Dewrên Dîrokî yên Felsefeyê

1- Serdema Antîk: Mirov xwe wek perçeyekê yekbûnekê “QOSMOS” dibîne. Zagoneka bêdawî û xwezayî (nomos physikos- lex naturalis) serwer e. Wek mirovan, Xwedan û heyînên nezindî jî, di sînorê vê zagonê de ne. Li hemberê “maqrocosmosê” mirov, “miqrocosmos” e. Tîna mirovî, (zêhna mirovî, aqlê mirovî) li gorî zagona bingehîn a pergalê, ku hebûna wanekan sererast dike; dişixule. Di rewşeka wiha de di felsefeyê de armanca herî bilind temaşekirina hilika wanekan (nesneyan) e, ku bi xwedayîtîyê re yek tê dîtin.

2- Serdema Navîn: Wateya teqez ne di gerdûnê de ye, lê di ên ku wê afirandiye de ye û mirov, encax bi îmaneka xurt; dikare xwe bigihîne vê wateyê. Xwedê afiranerê gerdûnê ye, ê ku yekemîn car gerdûnê çêkiriye ew e û di heman demê de mebesta wê ye. Li gorî termînolojiya Arîstoparest, Xwedê him sedema çalak (causa efficiens) û him jî, sedema armancê ye. (causa finalis) Ji ber vê sedemê bi serê xwe tenê, tu qîmeta gerdûnê tune. Qîmeta wê, ji rêza duyem (talî) e. Ew ji hêla gihêjtina armancê ve di nav xwe de, pergaleka hîyerarşîk û bi qedeme, nîşan dide. Ev pergal, ji hêmanên binî ve dest pê dike, ji mirov derbas dibe û heta xwe digihêjîne Xwedê. Mirov li ser rûyê erdê, nûnerê Xwedê ye.

Rihê mirov, di herî dawî de girêdayê Xwedê ye. Di vê xalê de felsefe, wek zayariyeke di gerdûnê de; li gor zanyariya ku pişta xwe daye îmanê, ji rêza duyem e. Ew ancax, li cem îman û telojiyê; xwediyê erka “xulamtiya teolojiyê” û “derbaseya odeya îmanê” ye. Lê di dawiya serdemê de her çû, felsefe rêya xwe ji teolojiyê veqetand û kete rewşeke dijberê teolojiyê. Di dawiya vê pêvajoyê de felsefeyê, berê xwe da “xeta aqil” û teolojiyê jî, berê xwe da “xeta îmanê” ku, di herî dawiyê de jî, dilêrîneka “rastiya cotik” derkete holê.

3-Serdema Nû: Ramana nû, mirovan di navenda her tiştî de dît û mirov bû navend. Pêşniyara DESCARTES ya bingehîn, ev e: “Cogito ergo sum” (Ez li ser hişê xwe me, “Ez bi xwe dizanim, têdigihêjim hebûna xwe” lewma ez he me.)

Ev pêşniyara DESCARTES, ji bo pêkanîna felsefeyê dibe prensîbek bingehîn û di dawîyê de di şoreşa KANT de digihêje niqteya herî bilind. Li gorî vê yekê tîna (aqil, zêhn û binhişa mirov) mirov, rasterast berê xwe nade nesneyan. Nesne berê her tiştî, divê di tîna mirov de werin bikar anîn. Zanayî, rasterast ne encama dengvedana waneka ye; beravajiya vê yekê, encama têgihiştina hişê me ye. Bi vî awayî “Roja Nû” a ku cîhana felsefî ronî dike, êdî ne “Cosmosa Grekan” û ne jî, “Xwedayê Serdema Navîn” e.

Ev Roja Nû, ji bilî aqil; ne tu tişt e.

RASYONALÎZM û EMPİRÎZM jî, di vê pêşveçûnê de dibin du tevgerên bingehîn. Di Rasyonalîzmê de mirov, berî her tiştî; heyînek aqlî tê dîtin û li gorî vê tevgerê, biryara herî dawî aqil dide. Di Empirîzmê de jî, mirov wek heyînek sehekî ye û peywist e her cure felsefe, pişta xwe bide zemîna deneya sehekî. (Ji ber vê yekê ev tevger, wek Sensualîzmê jî tê bi bîr anîn.)

Lê çî heye ku, di dawîya Serdema Nû de mengîwerîya (îdealîzma) alman, carekê din berê xwe da maqro û mîqroqosmosa grekîyan.

4- Felsefeya Hemdem: Wisa tê pejirandin ku Felsefeya Hemdem, piştî felişandin û belavkirina, spekulasyona mengîwer dest pê kiriye. Ev felsefe wiha dixwaze ku, xwe berde kûrahiya mirovê girgîn, jiyana wî ya dîrokî û hemû hêla jiyanê. Serdema Navîn, “Xwedê” û Mengîweriya (îdealîzma) Serdema Nû jî, tîn (zêhn û aqil) û ramanê derxistibû ser text.

Felsefeya Hemdem, tîn û ramanê ji text tîne xwar. Çimkî ev herdu têge jî, ancax di fenomenên jîyana mirovî de dikarin werin dîtin. Tîn û raman avahiyên raser in, ku di her çandê de bi fesaleke cihêreng dertêne holê û dengvedanên jiyana mirovî ne. Îdeyeka (ramaneka) ku serwerê hemû mirovahiyê ye, tune. Di dewsa aqlekî gerdûnê de, sîstemên metafizikî hene; ku bûne wesfên xwerû yên kulturên cihêreng. Di dawiyê de bi kurtî mirov dikare bibêje ku, felsefeya serdema me ev e: Wek hemû fenomenên “bûyerên” kulturê, felsefe jî hilbera “watedayînên mirovî” ye û ji bo hêşinbûna wê, axa herî baş, modela civaka pluralîst e/civaka Piranîparêst e…

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Di Sed Pirsan De Danasîna Felsefeyê – Ali Gurdilî

Beyî nîşandana çavkaniyan, wergirtina nivîsaran qedexe ye. 

Bersivekê binivîsin