Dewlet û Kurd

Dewlet û Kurd

Dewlet û Kurd

     Kurd, yek ji wan neteweyên cihanê ê kevnare ne û xwediyê mafê xwestina/bidestxistina dewleta xwe ne. Dagirkirin û perçekirina Kurdistanê, rê li ber vê xwestek/felsefeyê negirtiye û nagre jî. Fikra dewleta kurd, ne nû ye. Peymana Qesra Şîrîn ku yekem car Kurdistan bi vê peymanê hatiye perçekirin, ji aliyê nemir Ehmedê Xanî ve wiha hatiye zimên…

Tasek ji vê ava zelal

Nadim bi hewza Kewserê

Levhatina Qesra Şîrîn

Jê nabînim tu meferê

Piştî roja me bû tarî

Mirin xweş e ji emberê. (1)   

Herweha, di dîroka siyasî û ramanî ya Kurdan de, kesê ku cara yekemîn li ser pirsa avakirina dewleta kurdî rawestiya ye û pêwistiya vê yekê bi nêrînek zanistî raxistiye ber çavan, bêguman Ehmedê Xanî ye. (2)

Li ser pêdiviya desthilatdarî/dewleta kurdan jî, nemir Ehmedê Xanî wiha gotiye:

Ger dê hebûya me padişahek
La‘iq bidiya Xwidê kulahek

Te‘yîn bibûya ji bo wî textek
Zahir vedibû ji bo me bextek

Hasil bibûya ji bo wî tacek
Elbette dibû me jî rewacek

Xemxwarî dikir li me yetîman

Tînane derê ji destê le‘îman … (3)

Wekî tê zanîn fikra dewleta netewî, bi taybetî piştî Şoreşa Fransî (1789)  dest pê kiriye. Lê beriya gelek feylesof û ramanweran, nemir Ehmedê Xanî bala kurdan kişandiye ser vê mijarê û pêdiviya dewleta kurdan, destnîşan kiriye.

Kurdan, di seranserê dîrokê de xwesteka xwe ya avakirina dewleta milî/netewî tu caran wenda nekirine û ji bo vê yekê jî her dem têkoşiya ne. Bêguman divê meriv hêza dijminên kurdan jî, di vê xalê de ji bîra neke, ku kurdan li hemberî çar dewletên dagirker li ber xwe dane û hêjî li ber xwe didin. Nexwe, tu kes nikare sedan fermanan, qirqirin, koçberî, îşkence, tahde û zordestiyê, bi sedemên cihê şirove bike.

Sedema bingehîn ya zilm û zordariya li kurdan hatiye kirin, vegirtina welatê wan e, xwesteka wan ya nîrxên xwe yên milî/netewî ye. Li ser vê mijarê meriv dikare niha behsa bi sedan serhildanên kurdan bike, ku bi şîdet û xwînê hatine dewsandin.

Tenê, wekî mînak dixwazim behsa fikra Evdirehîm Rehmî, nivîskar û hozanê Kurd bikim. Evdirehîm Rehmî di 26/1/1919 ê de, di Kovara Jîn- jimare 9, Rp: 15-16 ê de weha gotiye: ‘Îroke di qelbê me hemîyan evînîyek heye, agirek heye ku em daîma bi wê eşqê, bi wê evînê disojin, diqelin û ji ber wî agirî em ne xwedanmal in, ne xwedankur in, ne xwedanheyat in. Welhasil hemî tiştê xwe em hazir in di wê rêda bidin. Ew çi eşq e, çi evînî ye? Elbet ew evînîya welat e.’ (4)

Rast e ku kurdan ji bo welatê xwe bedelên mezin dane û hêjî didin. Lê beyî ku ez fikr û ramanên xwe yên derbarê dewletê de, bi berfirehî  aresteyî we bikim, dixwazim hebekî dewletê pênase bikim û behsa dewletên kurdan bikim.

Wekî tê zanîn, dewlet, saziya herî mezin û çalak ya civakî ye. Ji alîyê mirovên ku girêdayê desthilatdarîyeka raser in û li ser axaka ku sînorên wê diyar in, tê avakirin. Erka wê ya herî mezin, parastina sazûman/sîstem û serweriya civakê ye, bi taybetî jî li hemberî civakên din yên biyanî. Herweha, xwediyê yekîtiyeke hiqûqî û siyasî ye jî.   

Dewlet, piştî ku mirov li ser axê bi cîh bûne û di navbera wan de têkiliyeka rêveberiyê dest pê kiriye, derketiye holê. Di civakên hoveber de, ji ber ku navendeka hêza serpereştiyê/rêveberiyê û desthilatdariyeka sîyasî tunebû, dewlet ne hatine avakirin.

Di eşîretan/êlan de ku yekemîn civaka bicîhbuyî ne, prototîpa dewletê derketiye holê. Li bajaran jî, bi hemû saziyên xwe yên bingehîn û erkên xwe re, dewletên bajarî derketine holê.

Ji bo avakirina dewletê meriv dikare bibêje ku çar hêmanên (nûve/unsûrên) bingehîn pêwîst in, ku ew jî gel, welêt û serwerî ne. Gel, ew civatok in ku li hawirdorê desthilatdariyeke siyasî top bûne, ne. Welat, ev der û axa ku gel, demekê dirêj li ser jiyaye, ye. Serwerî jî, desthilatdariya sîyasî ya ku li ser axa gel, serweriya gel temsîl dike, ye. Ev hêz, ji aliyê hiqûmetan ve têne bikaranîn. 

Di vê xalê de, pêwîst e ku em behsa çend taybetmendiyên dewletê jî bikin:

1- Dewlet saziya herî mezin, birêxistî û çalak ya civakî ye, ku berdewamî û sazûmana civakê diparêze. 

2– Serweriya xwe, bi riya bikaranîna sê wezîfeyan pêk tîne. Ev wezîfe jî rêvebirin, zagonçêkirin û darazdanî ne.

3- Dewlet li hemberî xeteriyên ji hindûr û der, dikare hêzeka ku xwe dispêre darê zorê, bikar bîne. 

4- Dewlet bi nêzîkayîtêdaneka sazgêr; ji hêla sosyo-kulturî, siyasî, edalet, perwerdehî, pirsgirêkên hawirdorî û hwd. ve, jiyana civakî qontrol dike. 

5- Dewlet, têkiliyên saziyan sererast dike. 

6- Endametiya şexsan ya dewletê, tiştekî bivênevê ye û ev endametî bi rêya gurza hemwelatîbûnê pêk tê. Mafê hemwelatîbûnê dema ku rewş rê didin bi biryara rêvebirinê tê bidestxistin, an jî windakirin. 

Gelek texlîdên dewletê hene; yên wekî dewleta unîter/yek dewlet, dewleta federal, demokratîk, teokratîk, laîk, otokratîk û hwd. (5)

Têkiliya kurdan ya ligel saziya dewletê, meriv dikare bibêje ku gelekî kevn e. Helbet dema ku em dibêjine dewlet, divê meriv ji vê gotinê rasterast dewletên îroyîn fêhm neke. Helbet, her dewlet wiha bi derbekî bipêş nakeve û berfireh nabe. Bi demê re, dewlet xwe temam dikin û dibine weke saziyên mayende û bihêz.  

Di seranserê dîrokê de meriv dikare behsa qasî 25 dewletên kurdan bike ku jiyana xwe demekê dirêj berdewam kirine. Ev dewlet jî yên wekî Dewletên Hurrî (Ji dehan zêdetir bajardewlet-B.Z. 2500-1400 an), Dewleta Gutî (B.Z. 2700-1070 an), Dewleta Sûbarû (B.Z. 4000-3000 an), Dewleta Lûlû (B.Z. 2800), Dewleta Mîtannî (B.Z. B.Z. 1500-1250), Dewleta Kassîd (B.Z. 1595-1207), Dewleta Ûrartû (B.Z. 860-580), Dewleta Medyayê (B.Z.727-550), Dewleta Komaganê (B.Z. 162-17), Dewleta Bûweyhî (933-1062), Dewleta Bawendî (665-1349), Dewleta Ziyarî (927-1090), Dewleta Kengarî (916-1090), Dewleta Kekûyî (1008-119), Dewleta Eyûbî (1169-1400), Dewleta Şedadî (951-1174), Dewleta Rewadî (970-1071), Dewleta Hesenweyhî (959-1015), Dewleta Zend (1750-1797), Dewleta Gor (1030-1215), Dewleta Merwanî (372-478), Dewleta Dostikî (983-1085), Komara Kurdistana Mehabadê (1946-1947), ne. (6)      

Felsefeya kurdan ya aştîxwaz, mirov dikare bibêje ku ji aliyê ciranên kurdan ve, her dem bi awayekî xirab/neqenc hatiye bikaranîn. Plan û xwesteka serweriya welatê kurdan, her dem di bin kûmê biratiyê de baş hatiye xebitandin û bûne sedemê hilweşandina dewletên kurdan.

Xwesteka kurdan ya avakirina dewleta xwe ya netewî, li gor bîr û baweriya min hêjî didome û ev yek, wekî felsefeya kurdan ya herî bingehîn xwe dide der. Heta meriv dikare bibêje ku hêviya wan ya herî mezin, ev yek e.

Di rojeva kurdan de, niha jî nîqaşa ‘gelo kurd dewleteke serbixwe dixwazin yan na?’ geş bûye û aliyên siyasî yên kurdan, derbarê vê mijarê de fikrên xwe bi eşkerayî tînin zimên. Helbet, ev nîqaş gelekî baş in, ku têne kirin. Lê ya xirab ew e ku kurd, dema ku li ser vê mijarê dikevine nîqaşê, heqaretên mezin li hevdu dikin û ya hev, bi xayîntî û nokeriyê sûcdar jî dikin. Bêguman, ev helwest ne helwestekê baş e û divê meriv, tu caran rê nede helwestên bi vî rengî. Çimku wê demê, rê li ber derbirîna fikran tê girtin û tewişandin dibe wekî ramaneka serwer ya civakê.   

Di salên 1980 an de, pirraniya tevgerên siyasî yên kurdan, aligirê avakirina dewleta kurdan ya serbixwe bûn û vê yekê, bi awayekî eşkere dianin zimên jî. Belam, piştî darbeya 1980 ê îlonê, mixabin pirraniya wan hatin tesfîyekirin an jî wekî komên biçûk jiyana xwe berdewam kirin. Li gel partiyên xwe yên nefermî, bi rêya avakirina partiyên xwe yên fermî, têkoşina xwe ya li hemberî dewleta dagirkar domandin û ev têkoşîn, hêjî berdewam e. Partiyên wekî HEP, DEP, HADEP, KADEP, HAKPAR, BDP û herî dawî jî, HDP hate avakirin. Tê gotin ku dê partiya BDP ê, piştî hilbijartinên heremî xwe tasfiye bike û tevlî HDP ê bibe.

Helbet mafê wan e ku bi her awayî xwe birêxistî bikin û ramanên xwe bi eşkerayî bînin zimên. Kurd dê li gor fikr û tevgeran, nûnerên xwe siyasî binirxîne û deng/raya xwe jî, dê bi vî awayî bide. Berê, jiber tahde û zordestiya dewleta dagirker, kurdan bi eşkerayî ramanên xwe nedigotin. Lê niha zagona partiyên siyasî, rê dide ku ew bi eşkarayî fikrên xwe bibêjin, bernameyên xwe deklere bikin û heta propaxandeya xwe, bi kurdî jî bikin. Bi awayekî zelal û eşkere, wê sûdewar be ku hemû partiyên siyasî fikrên xwe ji gelê xwe re bibêjin. Ev helwest, dê riya siyaseta legalî ya kurdan jî, ji hemû aliyên din re jî veke. 

Di vê xalê de, dixwazim hebekî behsa gotina birêz Hatip Dicle bikim, ku beriya qasekî hevpeyvînekê dabû Rojnaneya Cumhuriyetê. Wekî tê zanîn birêz Hatip Dicle, nûnerê BDP ê ye û ji deh salan zêdetir e ku di girtigehê de ye. Birêz Hatip Dicle di hevpeyvîna xwe de wiha gotiye: ‘Tu daxwazên birêz Ocalan û kurdan, ku zorê bidine yekîtiya Tirkiyeyê tune nin. Fikra dewleteka serbixwe, me ji zûve ye ku avêtiye serê sergoyan. Lewra 2,5 milyon kurd niha li Stenbolê dijîn, em Xwesriya Demokratîk ne tenê ji bo xwe, bo kurdên Stenbolê û tirkên ku li Meletê dijîn dixwazin.’ (7)

Helbet, rêza min ji birêz Dicle û ramanên wî re heye, ku wekî nûnerekî siyasî ramanên xwe bîne zimên. Belam, rast e ku niha nifûseke mezin yên kurdan li metropolên Tirkiyeyê dijîn. Hinekî ji wan karsaz in, karkir in, bazirgan in, mehmurên dewletê ne û hwd. Lê em dizanin ku kurd, wiha ne bi dilê xwe koçê wan deran kirine. Zilm û zordestiya li ser kurdan, têkoşîna çekdarî ya 30 salan û kiryarên dewleta dagirker, wisa kiriye ku kurd, welatê xwe biteriqînin û herin bajarên tirkan.  

Di vê xalê de, têgihiştina sosyolojiya kurdan gelekî girîng e. Tevî rev û koça kurdan ya mezin jî, em dibînin ku nifûsekê mezin hêjî li welatê xwe dijîn û li benda avêtina hin gavên dewleta dagirker in.

Ger derfeta meriv hebûya û dewleta rê bidaya vê yekê, meriv dikaribû ji pirraniya kurdan bi awayekî zanistî bipirsiya ka bi rastî jî ew dewleteke xwe ya serbixwe dixwazin yanê na? Lê em dizanin ku di bin zilm û zordestiyekê de û li devereka ku tirs lê serdest e, bi hêsanî meriv nikarin ramanên xwe bibêjin. Lewma jî, kurd ji bêgaviyê her dem xwe di bin kirasan de veşarti ne û gelek caran hatiye dîtin ku gotine ‘Em aligirê, yekîtiya Tirkiyeyê ne, em ne dabeşkar in.’

Lê divê neyê ji bîrkirin ku welatê me kurdan hatiye perçekirin, zilm û zordarî li kurdan hatiye kirin û xwesteka serxwebûna Kurdistanê jî nabe cudahezî an jî cudakarî. Belam, zordestiyeka wiha li kurdan hatiye kirin ku pirî caran kurd bêgav mane ku wiha bibêjin.

Herweha, ji bo xwestina avakirina dewleta kurdan ya serbixwe, kurd ne mecbûr in ku dev ji metropolên tirkan berdin û berê xwe bidin Kurdistanê. Kurd, di heman demê de hemwelatiyên Tirkiyeyê ne û ji hemû mafên xwe yên komelî û takekesî bêpar in. Di avakirina Komara Tirkiyeyê de kedeka wan ya mezin heye û niha jî, xwediyê malhebûneke/sermayeyekê mezin in li Tirkiyeyê. Lê divê were gotin ku xwestin û rewşa rasteqîn jî, dibe ku ji hevdu cihê be. Lê ev yek, rastiya welatê kurdan ji holê ranake, ku hatiye dagirkirin.

Di demokrasiyên rasteqîn de ji xelkê tê pirsîn, ka ew çi dixwazin? Lê em baş dizanin ku li Tirkiyeyê demokrasiyek tune û rêveberiya Tirkiyeyêjî ne xwediyê wê wêrekiyê ku rabe ji tevahiya kurdan bipirse, ka ‘ew çi dixwazin?’ Xwezî, şert û mercên vê yekê hebûya û bi rêya rapirsîneke giştî, ev yek ji kurdan bihata pirsîn? Hingê, dê me karibûya li ser daneyên zanistî ramanên xwe berfirehtir jî bikira.

Mijar kûr e û sînorên vê nivîsarê jî hene. Lewma jî, dixwazim ku wekî gotina dawî vê hevokê aresteyî we bikim: Axaka hevpar ya kurdan heye, dîrokeka wan ya kevnare jî heye û kurd, xwediyê hestên hevpar ên milî/netewî ne jî. Ya ku kêm e, ez dibêjim ku yekîtiya siyasî ya hêzên kurda ye, ku meriv dikare vê yekê jî wekî serweriyê binav bike.

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

08.02.2014

Jêder

1- http://www.felsefevan.org/lihevhatina-qesra-serin-2.html

2- http://www.felsefevan.org/ehmede-xani-u-ramana-dewleti-2.html

3- http://eu.kurdistan-post.eu/yazarlar/klasikler/ehmede_xani/74-shgshnr.html

4- http://www.felsefevan.org/evdirehim-rehmi.html

5- http://www.felsefevan.org/penas-unsur-u-taybetmendiyen-dewlete.html

6- http://www.felsefevan.org/diroka-kurdan 

7- http://www.cumhuriyet.com.tr/koseyazisi/36117/Hatip_ DicleTek_silah_patlarsa_Erdogan_yerinde_kalamaz_.html 

Ev gotar di Rewanbej.com de jî hatiye weşandin.

 

Bersivekê binivîsin