Dewlet Çawa Derketiye Holê?

Dewlet Çawa Derketiye Holê?

Dewlet Çawa Derketiye Holê?

Di warê derketina holê ya dewletê de gelek teorî hene, lê mirov dikare bibêje ku ên sereke ev in:

1- Dewlet saziyeka xwazî ye û wiha derketiye holê.

2- Dewlet saziyeka çêkirî ye û wiha derketiye holê.

1- Dewlet Saziyeka Xwezayî ye.

Ji aliyê Platon ve tê parastin. Platon dewletê wek organîzmeyek makro “herî mezin” dibîne. Platon, bingeha dewletê di xwezayê de û di tebîeta mirovî de dibîne. Platon dibêje ku, tu kes nikare bi serê xwe tenê hewcedariyên xwe pêk bîne û lewma jî, pêdivî bi alîkariya hinekên din heye.

Platon dîsa dibêje ku: “Di civakekê de rêveber divê fîlozof bin û fîlozof jî, divê rêveber bin.”

Arîstoteles jî vê ramana Platon ya ku dibêje; “Dewlet saziyeke xwezayî ye.” dipejirîne û dibêje ku, mirov xwediyê navgîna “taybetmendiya” jiyana civakî ye.

Di nav mirovan de û li cem wan, meyla “jiyaneka bi hevdu re” heye. Çimku taybetmendiyên ku xwezayê daye mirovan, ew ancax di civakekê de dikarin vê yekê pêk bînin. Ji ber vê yekê ye ku dewlet, li cem mirov digihêje bingehekê û dibe berdewama xwezayê.

2- Dewlet Saziyeka Çêkirî ye.

Ji aliyê J. J. Rouseau, T. Hobbes û J. Locke ve tê parastin. Li gor T. Hobbes, mirov ji tebîetê xwe ve jixwerexwaz “egoîst, xweperest” e. Bi tenê, ji bo berjewendiyên xwe kar dike. Ji bo ku bi tenê ji bo berjewendiyên xwe têdikoşe “ Mirov, gurê mirov e.”

Ev yek jî di nav mirovan de rê li gelemşeyan “şer, pêvçûn, nerazîbûn” vedike.

J i bo rêliberdadana gelemşeyan, mirov têne cem hevdu û sitûyên xwe ji otoriteyek raser re ditewînin. Bi vî awayî organîzasyona siyasî, ango dewlet dertê holê.

J. J. Rouseau jî, di berhema xwe ya bi navê “Peymana Civakê” de dibêje: “Dewlet, di encama peymaneka ku mirovan di navbera xwe de çêkirine û ku dixwazin bi saya vê peymanê serbest bijîn, derketiye holê.” Armanca vê peymanê ew e ku, mirov bi awayekî misoger bigihêjin wekhevîyê. Ev peyman, bi saya îradeya şexsan ya serbest, pêk tê. 

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Di Sed Pirsan De Danasîna Felsefeyê – Ali Gurdilî

Beyî nîşandana çavkaniyan, wergirtina nivîsaran qedexe ye. 

Bersivekê binivîsin