‘Destpêka Felsefeyê’ derket!!!

‘Destpêka Felsefeyê’ derket!!!

‘Destpêka Felsefeyê’ derket!!!

Xebata felsefî ya nivîskar û civaknas Alî Gurdî ya bi navê ‘Destpêka Felsefeyê’ ji aliyê Weşanxaneya SORAN hate weşandin. Bixêr be. Ev berhema bi nirx niha li benda xwendevan û felsefehezan e.

Ali Gurdilî, civaknasekî kurd e. Di sala 1966 an de li bajarê Sêrtê, li navçeya Gurdilan (Misirc) hatiye dinyayê. Piştî ku di sala 1980 an bi hemû malbata xwe re koçê bajarê Îzmîrê dibe, dikeve Zaningeha Ege, beşa civaknasiyê û piştî çend salan zaningehê diqedîne. Nêzîkî pazdeh sal in hewl dide da ku di hindek warên zanistî û felsefî de bixebite.

Heta niha gelek gotarên wî ên zanistî û felsefî di kovarên wek Kovara W, Tîroj û Kovara Ajda de hatine çapkirin. Niha li Tirkiyeyê dijî, mamostetiya beşa felsefeyê dike û bavê du zaroka ye. Xwedî û berpirsiyarê malpera felsefeyê ya www.felsefevan.org ê û xwedî û edîtorê Kovara Felsefevan e.

Berhemên wî yên ku heta niha hatine weşandin.
1- Dengê Felsefeyê – Weşanên Doz – Rêbendan 2006
2- Rewîtiyeke Zanistî – Weşanên Doz – Gulan 2007
3- Jiyan û Felsefeya Mensûrê Hallac ‘Enel Heq’- Weşanên Evrensel. Stenbol 2015

Bersivekê binivîsin