Destana Gilgamêş (Epic of Gilgamesh)

Destana Gilgamêş (Epic of Gilgamesh)

Destana Gilgamêş (Epic of Gilgamesh) 

    Qralê Gilgamêş, kesayetiyek î dîrokî ye û Berî Zayînê di sedsala 27an de li Mezopotamyayê, li bajarê Urukê jiyaye û qraltiya vî bajarî kiriye. Di destanê de çîroka lêgerîna zindebarî û zanyariyê û lehengîtiya mirovî tê vegotin. Destana Gilgamêş, 1000 salan piştî mirina Gilgamêş hatiye nivîsandin û wiha jî, bi xêra kevirên binivîs (nivîskevir); heta roja me hatiye. Destana Gilgamêş, derbasî mîtolojiya akad û sumerê jî bûye û ji tabletên zimanî akadî pêk tê. 

Ji wan tabletan, yazde hebên wan;heta roja me hatine, ku di lêkolanên arkeolojîk de hatine dîtin. Lê tablet hêjî kêm in û ji ber vê yekê jî, temamiya destanê hê ne hatiye zelalkirin. Di demê dawî de tableteke nû hatiye dîtin, lê ev tablet; li rêza vegotina bûyeran nayê û wek vegotineke din ya destanê tê dîtin. Di sala 1855an de di lêkolanên Nînovayê de, hinek tabletên ku bi fermana Asurbanipalê qralê Asur ve hatine amadekirin; hatine dîtin, ku tarîxa nivîsandina wan; Berî Zayînê sedsala 7a ye. Piştre, hinek tablet jî li Nippurê ku bajarekî antîk e hatine dîtin.

Li Kurdistanê jî, li Girê Siltan/Riha (Sultan Tepe) û Bogazkoyê/Çorimê lêkolanên arkeolojîk pêk hatine û hinek şopên destanê hatine dîtin. Lê ev mijar, hê bi temamî zelal nebûye. Li gor nivîsên li ser tabletan, destan; bi vegotin û pesindana taybetmendiyên Gilgamêş dest pê dike. Gilgamêş, nîvmirov û nîvxweda ye û li ser rûyê erdê û behrê de, hemû tiştî dibîne. Di heman demê de hosteyekî serkeftî ê avahiyan û şervanekî têkneçûyî ye. Di beşên din ê destanê de, serpêhatiyên Gilgamêş têne vegotin.

Destan, bi awayê çîrokê tê vegotin. Serpêhatiya yekemîn, di navbera Gilgamêş û Anuyê Xwedayê ezmanan de derbas dibe. Ji ber ku Gilgamêş ji gelê xwe re nebaş e û bêrehm e, Anu jê aciz dibe û ji bo kuştina wî, heywanê Enkidu bi ser ve dişîne, ku Enkidu heywanekî hov e. Di şer de Gilgamêş, zora Enkidu dibe û bi ser dikeve. Piştî demekê Enkidu, dibe heval û alîkarê Gilgamêş, ê herî nêzîk.

Serpêhatiya wî ya duyemîn; serpêhatiya wî ya evînê ye, ku di navbera wî û Îştara Xwedawenda evînê de derbas bûye. Îştar, pêşniyara zewacê li Gilgamêş dike, lê Gilgamêş, ve pêşniyara wê qebûl nake. Dilê Xwedawenda Îştarê dimîne û ji bo kuştina Gilgamêş, gayekî dişîne ser rûyê erdê. Bi alîkariya Enkidu, Gilgamêş; gayê İştar dikuje. Enkidu di xewa xwe de dibîne ku ew ji ber sedema kuştina ga; bi mirinê tê mehkûmkirin.

Beşên din ê destanê, hê nehatine dîtin. Lê zêmara (girîna) Gilgamêş a ku piştî mirina Enkidu gotiye, wek berdewama destanê tê pejirandin. Di vê zêmarê de ku tabletên wan hatine dîtin; dêlindêza mirina Enkidu ya bêhempa û derbasbûna wî cîhana bergornan (ên bi mirin) tê vegotin.   

Piştî çîroka Enkidu, çîroka tofanê tê. Di tofanê de ser rûyê erdê, seransser dibe av. Di destanê de wiha tê vegotin ku, tofan ji aliyê Îştar û Bel ve hatiye destpêkandin. Gilgamêş fêr dibe ku, Utnapiştim xwe ji tofanê xilas kiriye û dide dû wî. Lewra, bi tenê zanyarê Utnapiştim bi sira zindebariyê dizane. Gilgamêş xwe digihîne Utnapiştim û bi xêra giyayekî ku Utnapiştim dide wî, digihêje hêza zindebariyê. Lê dema ku Gilgamêş hê ew giya nexwaribû, marek wî giyayî ji destê wî direvîne û Gilgamêş, destevale vedigere Urukê.  

Li gor hindek çavkaniyan Gilgamêş, wiha xwestiye ku giyayê herhebûnê bi gelê xwe re bixwe. Destana Gilgamêş, li hember mirinê bi têkçûyîna Gilgamêş dawî dibe. Berhema destana Gilgamêş ew destan e, ku têde tofana Nuh bi awayekî nivîskî hatiye vegotin. Ev destana ku qala jiyana qrala bajarê Urukê dike, li gorî hindek vekolîneran çavkaniya hemû pirtûkên pîroz e.

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Sed Çîrokên Mîtolojîk – Ali Gurdilî

Beyî nîşandana çavkaniyê, wergirtina nivîsaran qedexe ye.

Bersivekê binivîsin