Dermanê Nexweşiya Şanoyên Dasok

Dermanê Nexweşiya Şanoyên Dasok

Zanyarên Fransayî biserketin ku veguherandina DNAya xortekî Fransayî û pê re jî dermankirina nexweşiya şaneyên dasok pêk bînin. Nexweşiya şaneyên dasok ji ber geneke xesardîtî rû dide û dermankirina wê nexweşiyê heya vê gavê pêk nehatiye. Lêkolînerên ji nexweşxaneya zarokan ya bi navê Necker vedîtineke girîng pêk anîn û bi vê vedîtinê hêviya kesên bi wê nexweşiyê nexweş ketine ku hejmara kesên nexweş li der û dora çend mîlyonan e, û li benda dermanê nexweşiyê ne, xurt kirin. Nexweşiya şaneyên dasok nexweşiyeke bê derman û heta hetayê li ber xwe dide. Nexweşî ji ber geneke bixesar ku rê li ber pêşketina şaneyên erîtrosîtê (gilorika sor) vedike, rû dide. Şaneyên erîtrosîtê gilover in, lêbelê şaneyên kesên bi wê nexweşiyê nexweş dikevin ne gilover in, di şêweya dasê de ne ku ji ber wê şibînê jê re şaneyên dasok tê gotin. Dema şaneyên erîtrosîtê dişibin dasê, girêk lêçidibin û pê re rê li ber xwînherikînê digirin, kesên nexweş bi enfeksiyonên giran re rû bi rû dimînin û rîska kêmxwînê zêde dibe ku laşê kesên nexweş ji oksîjenê bêpar dimîne. Bêxûd ketin, xizînî, êş û jan serî radike û hetta kesên nexweş dikarin ji ber wê nexweşiyê bimirin. Nexweşiya xortê ku li nexweşxaneya Neckerê bû û li wir dihat dermankirin, nexweşiya giran bû, ji ber nexweşiya giran sipilê xortê Fransayî hatibû girtin, û her mehe pêdiviya wî bi neqlkirina xwînê hebû. Lê dema xortê Fransayî 13 salî dibe, bijîjkên wî tiştekî bêmesal û nedîtî pêk tînin: di moxika wî de veguherandina talîmatên genetîkê pêk tînin ku pê re şaneyên erîtrosîtê yên bêxesar çêdibin. Lêkolîner 15 meheye heman karê berdewam dikin, pêdiviya xortê Fransayî bi neqlkirina xwînê û dermanên din jî nemaye. Zanyarên nexweşxaneyê moxika wî ji laşê wî derdixînin, di ezmûngehê de vîrûsekî bi talîmatên nû li wê moxikê bar dikin û dû re dîsa moxikê di laşê wî de bicîh dikin. Philippe Leboulchê ji zanîngeha Parîsê û profesorê tenduristiyê wiha dibêje; “Heya vê gavê siheta xortê ku nexweş ketibû, her tim xweş e, laşê wî bêêş û jan e. Lê tiştekî pirr girîng heye, pêdivî bi hin testên din heye da ku em ji xebata xwe û encamên wê piştrast bin.”

Metîn Eser

Çavkanî: New England Journal of Medicine

04.03.2017

Bersivekê binivîsin