Derketina Holê ya Zanayiyê

Derketina Holê ya Zanayiyê

Derketina Holê ya Zanayiyê

Zanayî, hilberek e û di encama têkiliya kirde û wanekê (ozne/nesne) de dertê holê. Ji bo derketina holê ya zanayiyê, pêwîst e ku kirde bi armanca zanîn û fêrbûnê, ber bi wanekê ve biqeside. Di encama vê helwestê de kirde, wanekê ji xwe re dike babet/mijar û li ser wanekê difikire.

Di encama vê çalakiya zêhnî de, bi awayê razberkirinê (soyutlamayê) hindek têgeh têne bidest xistin. Piştra, di navbera van têgehan de kirde xwe digihîne hindek torên têkiliyan û ev yek, bi pêşniyaran tê derbirîn û bi riya birêvebirina aqil re jî, deranên (çikarimên) eşkere/diyar têne bidestxistin. Zanayî, di encama vê pêvajoyê de tê bidestxistin.

Wek mînak: Ji bo ku em bikaribin bibêjin kevirek kevir e, pêdiviya me bi têgehên wekî giranî, reng, bareste, şekil û hwd. heye. Herweha pêdivîya me bi hindek girêdanên/hevokên wekî ‘Kevir, madeyeke hişk e.’, ‘Kevir, xwediyê baresteyekê ye.’ û hwd. jî heye.

Di encama van pêşnîyarên ku taybetmendiyên wanekên cihêreng vedibêjin de, em xwe digihînin derana/encama ‘Kevir cismek hişk e, xwediyê giranî û rengekê ye, bişekil e û di fezayê de xwediyê baresteyekê ye.’ Di vê xalê de, em êdî dikarin bibêjin ku ji bo pirsa kevir çi ye, bersiveka me heye.

Ê baş e, ka em di vê xalê de li ser derana ku me bi dest xistiye carekê din bifikirin. Ji bo kurtedemekê be jî, em li ser wê derana/encama ku di derheqê kevir de bi dest xistiye bikevin gumanê/şikê. (Divê em tu caran  ji bîr nekin ku ketina şikê/gumanê jî, çalakiyeke zêhnî ye.)

Di rewşeka wiha de, li ber çavê me rastiya wê deranê/encamê dê kêm bibe. Di vê xalê de li hember wê gumanê, em ê bibêjin ku ‘em ji wê deran/encamê bawer dikin.’ 

Hasilê, zanîna tiştekê, pêbaweriyê jî diguncîne. Belam, di vê xalê de jî em hê nikarin bibêjin ku zanayiya ku me bidest xistiye; bi rastî jî zanayiyek e. Lewra, dibe ku em rastê kevirek din yeka ku li danasîna me ya ‘kevir’ neyê werin. Wê demê, dê ev zanayiya ku me bi dest xistiye, dê ‘çewt’ be. Axirê, em dikarin bibêjin ku wê zanayî di rewşeka wiha de derkeve holê ku wê em ê nikaribin ji bo çewtderxistina wê tu çavdêriyan pêk bînin.

Ji deran/encamekî re ji bo ku em bikaribin bibêjin ew zanayî ye, çend şert peywîst in. Yên wekî:

1- Pêwîst e ew çalakiyek zêhnî be.

2- Divê hilbereka ku di encama wê fikirînê/çalakiya zêhnî de hatibe bidestxistin be.

3- Divê baweriyeka me pê hebe.

4- Ji bo çewtderxistina wê, divê tu çavdêrî nikaribin werin çêkirin.

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

19.12.2014

Bersivekê binivîsin