Derbarê ‘Australopithecus Afarensis’ de Zanînên Nû

Derbarê ‘Australopithecus Afarensis’ de Zanînên Nû

Derbarê ‘Australopithecus Afarensis’ de Zanînên Nû

Zanyar li ser tunebûna Lucy, bi navê xwe yê zanistî “australopithecus afarensis” ku yek ji pêşiyên me yê herî navdar e û bi qasî 3,2 mîlyon sal berê tunebûye, dîtineke nû ragihandine. Zanyar di kovara Naturê de wiha dibêjin: “Lucy ji ser darê ketiye erdê û ji ber vê ketinê birîndar bûye û piştre jî çûye ber rehma Xwedê, bi gotineke din tunebûye.” Lêkolînerên ji Zanîngeha Texasê ya li Austinê wiha dibêjin: “Ji bo vê lêkolîna berfireh me dîsa serî li îskeleta Lucyê ya ku di sala 1974an de li Etiyopyayê hatibû dîtin lê tu encamên derbarê tunebûna wê de nehatibû bidestxistin, da.”

Dema Lucy bişevê dixwaze ji bo raketinê/razanê ji xwe re şûnekê bibîne û xwe li hember dirindeyan(ajalên hov) biparêze, biryara li ser darê raketinê digire. Her çiqas Lucy wê gavê dikaribû li ser nigên xwe birêve biçe ango bimeşe, pîl û milên wê ji nigên wê xurttir bûn daku bihêsanî hilbikişe ser darê. Lê wê şevê tiştek çêdibe ku ne li rê bûye û Lucy ji ser darê dikeve erdê. Dema ketinê de Lucy birefleksekî dixwaze xwe biparêze û bi her du milên xwe serberjêrkî ji darê dikeve ser erdê, lê her çi bike jî nikare xwe biparêze, çend heb hestiyên wê dişikên û piştre jî dimire. John Kappelmanê li Zanîngeha Texasê perwerdehiya mirovnasî û erdnasiyê dike, wiha dibêje: “Me bi amûreke taybet ya X-ray/röntgenê ku dîmenên bi qalîteyeke pirr baş pêşkêşê me dike, bi qasî deh rojan û bênavber, bi baldarî xebatên xwe li ser îskeleta Lucyê pêk anî.” Ji lêkolînên li ser dîmenên wergirtî hate dîtin ku Lucy beriya bimire birîndar bûye.

Li gorî zanyarên ji Zanîngeha Texasê, dema Lucy ji ser darê dikeve, giraniya laşê wê li ser her du milên wê zêde dibe û hestiyên wê dişikê. Deh ortopedîstên cihêreng vê dîtinê wiha dipeytînin: “Dema em mirov jî ji derekê bilind serberjêrkî dikevin erdê, weke Lucyê dixwazin birefleksekî xwe biparêzin û bi her du milên xwe dixwazin dakevin erdê.” Çend zanyarên din li hember vê lêkolînê nerazîbûna xwe diyar dikin, û wiha rexneyê lêdigirin: “Gelo hestiyên şikestî beriya mirina Lucyê bû an piştî mirina wê? Û Lucy di wê demê de dikaribû derkeve ser darê an na?”

Metîn Eser

Çavkanî: Nature / 04.09.2016

Bersivekê binivîsin