Dêr, Guhêrîna Cıvakî û Arîstoteles

Dêr, Guhêrîna Cıvakî û Arîstoteles

Dêr, Guhêrîna Cıvakî Û Arîstoteles 

Piştî hilweşîna împaratoriya Romayê bi armanca parastin û pevgihandina komên filehan, yek saziyekê birêxistî mabû ku ew jî dêra fileh bû. Piştra, ji bona ku bikaribe li ser navê pevgihandinê rolekî bilîze, bivênevê xwe têkilî kar û barên dinyayê kir. Di destpêka ola filehtiyê de wisa hatibû diyarkirin ku wê ev ol li hember ola (1) cihûyan raweste, ku di bingeha dilêrîna vê olê de xwepesendî û tolhildan hebû; wê hezkirinê xîmê her tiştî bibîne û ji bona armanca pêkanîna bandêra jiyaneke rast tevbigere. Bi demê re, di avahiya dêrê de cewaziyên doqtrînî xurt bûn û saziya dêrê di hemû serdema navîn de avahiya feodal xiste bin bandûra xwe û ev avahî jê ketumet bû. Li gorî bîr û baweriya filehtiya pêşîn, xwedîtî hevpar bû û di încîlê de hemû bawermend li cem hevdu bûn, mal û milkên wan jî hevpar bû. Bawermendên ola filehtiyê di destpêka vê olê de mal û milkên xwe difirotin û li gelê xwe belav dikirin. Di wê demê de, em dikarin bibêjin ku ola filehtiyê yek dil û yek rih bû ku kesekî ne digot ev malhebûna min e. 

Di nav cemeeta wan de feqîr gellekî kêm bûn. Lewra, bi armanca alîkariya feqîran hemû xanî û zêviyên xwe difirotin û ew diravên ku distandin jî diavêtin bin lingên pêxemberên xwe. Di vê bicîhkirina ravekirina nû de û ji bona adaptasyona vê ravekirinê, kesê xebatekê baş pêkaniye û xwedîbandûr e, xoşewîstê Thomasê Aquînoyî 1225- 1274 ye. Xoşewîst THOMAS; dilêrînên nû yên ku li gorî doxmeyên dêrê bûn xurt kiriye û di vê xebata xwe de jî; ji desthilatên felsefeyê yên mezin sûd wergirtiye. 

Di vê babetê de niqteyeka girîng û giranbiha heye ku ew jî ev e: Doxmeya filehtiyê, ji bona ku bikaribe wajbaweriyên xwe bi aqil ve girê bide ji roja ewilî ve pişta xwe dabû desthilatên mezin yên felsefeyê. Di vê lodê de, Platon û Arîsto serî dikşandin. Di destpêkê de ev desthilat Platon ( Eflatûn) bû û piştra, di dewra geşbûna skolasîzmê de rêzanê wan dibe Arîsto. Belam ev yek eşkere ye ku, tu carî em nikarin bibêjin skolastîkan ji Arîsto û ji felsefeya wî bi awayekî rast fêhm kirine. Lewra, (2) skolastîkan li gorî berjewendiyên xwe felsefeya wî bikar anîne. Lê piştî ku felsefe û îman an skolasîzm û zanayî bi hevdu dihesin, felsefeya skolastîk ji felsefeya Arîsto dûr dibe. Lê çawa bûye bûye bi awayekî, ji bona wajbawerî û xwendandina dêrê, Arîsto hatiye bikar anîn. Ji ber vê yekê, dema ku tevgera ronesansê li hemberê skolastîkê radibû, ev tevger dibû tevgerekê li dijê Arîstoteles jî. Di tevgera ronesansê de dijberiya Arîstoteles ji vê niqteyê dihat û tevgera ronesansê, wiha xwestiye ku zû bi zû xwe ji Arîstoteles rizgar bike. Paşê, ev dijberî cihê xwe hêdî hêdî ji lihevhatinekê û ji fêmkirinekê nû re dihêle. Dawî, Arîsto di nav gavên tevgera ronesansê yên pêşverû de tê bikar anîn. Di tevgera ronesansê de, daxwaza ji desthilatan rizgarbûn heye û di dawiyê de, mirov êdî ne organîzmeyeka mezin, lê mîna dinyayeke biçûk ‘Microcosmos’ hatiye dîtin. 

Li gorî nêrîn û baweriya Xoşewîst Thomas: “Her saziyek divê li gorî şeklê bikaranînê were helsengandin.” 

Di vê çerçoweyê de, malhebûna taybet xwediyê hêlên bikaranîn û bi rê ve birinê ye. Ango, her mirovek di civakê de xwediyê rol û erkekî ye û divê ku ev bêtin parastin. Xoşewîstê Paulas jî; piştî mirina Hz. Îsa, ola filehtiyê bi rêxistî kiriye û hewl daye ku li hember lêpirsînên zagonî filehan biparêze. Ji bona parastina bawermendên ola xwe, ji bawermendan daxwaz dike da ku ew li hember rêveber û desthilatdaran ranebin û stûyên xwe xwar bikin. Belam, ev sitûxwarkirin ne tenê sitûxwarkirineke li hember rêveber û desthilatda-ran bû. Herweha ev yek li hember newekhevîxwaziyê jî sitûxwarkirinek bû. Bawermendên fileh, dema ku li hember împaratoriya Romayê bi rêbazên veşartî xebat û çalakiyên xwe pêk tînin, bi armanca parastina yekîtiya xwe ya olî û li hember tahdeyên zorkeran û ji hewcedariya xweparastinê; ji aliyê misyoneran ve, dêr hatinê damezrandin. Di destpêkê de, wer xwiya dike ku dêr saziyên veşartî bûne. Belam, piştî zayînê “zayîna Îsa Mesîh” di sala 378- ê de, bi awayekî fermî saziya dêrê hat qebûl kirin. Piştî vê tarîxê; di dêrê de cewaziyên mîna serpereşt, mamoste, metran “pîskopos” û hwd. derketine holê û ev cewazîbûn, lêgerîna desthilatiyekê destnîşankirî bû. Di avahiya dêrê de, bi derketina cewaziyan re bastûreke hiyerarşîk yekê newekhevîxwaz derketiye holê. Zilamên olî, berî vê cewaziyê dengê hemû filehan bûn. Lê piştra, pîşandin û navnîşandan dest pê kir. Pîskoposên sereke yên Romayê jî, mîna wek rêxistina Romayê axifîn û gotin ku pîskoposên Romayê ji yên din raser in. 

Bi van angaştan re, hinek pîskoposan bi piştevaniya Romayê navê patrîk li xwe kirin. Piştî bi awayekî fermî qebûl kirina ola filehtiyê, gellek nêrînên cuda derketin holê; ku ji wan nêrînan yek jî nêrîna ARÎUSÊ MİSRÎ ye. Li gorî dîtinên Arîus; (3) BAVXWEDÊ di pêşiya KURXWEDÊ de dihat. Lê hemû mirovên olî vê yekê ne pejirandin û li gorî wan jî; ew wekhev in û di heman astî de ne. Di encama vê niqaşê de konseya dêrê ya gelemper, cara pêşîn civiya û ew biryarên ku di vê civînê de hatin sitandin, ne li gorî dilê aligirên Arîus bûn. Lewma jî, ew biryar ne hatin pejirandin. Ji teybetmediyên Arîusiyan yek jî ew bû ku gelên CERMEN kiribûn fileh. Di civîna filehan “xaçparêzan” de, cewaziya herî mezin di nav wan gelên latînîaxêv û yewnanîaxêv de derket. Di encama vê cewaziyê de, di sala 1054- ê de “ P. Z ” dêra rojhilat û rojava, ji hevdu veqetiyan û di dawiyê de mezhebên qatolîk û ortodoks derketin hola olî. Di civakeke hema hema bêrexistin de, dêrê nexweşxane û dibistanan vedikir û bi hemû belengazan re alîkariyê dikir. Em dikarin bibêjin ku hema hema hemû kar û barên dewletekî pêk dianî. Piştî hilweşîna împaratoriya Romayê, dêr hêdî hêdî li çanda antîk xwedî dertê û vê çandê diparêze. Herçiqas vê parastinê bi rêbaza filehkirinê pêk anîbe jî, dîsa jî bi vê parastinê re çanda antîk veguhastiye serdema nû. Bi taybetî, girîngiya herî mezin dane perwerdeya zimanê latînî. Rêveberên wê demê, ango begên feodal; wextên xwe yên ku ji şer dima, bi gelemperî di nêçîrê de diborandin û pirraniya wan ji nivîsandina navên xwe jî bêhay bûn. Ev neperwedetî, di nav komnetewokên jêr de bi awayekî eşkere dihate dîtin. Lê di vê demê de, gellek rahîbên ku baş perwerde bibûn jî hebûn. 

Di rewşeka wiha de, dema ku mirov vê neperwerdetiyê tîne ber çavên xwe, wê demê mirov çêtir têdigihêjê ku rahîb çima û çawa bûne rêveber û doliwger. Bi vî awayî; ji kîjan neteweyî an ji kîjan çîna civakî bin bila bin, hinek kesayetî derketin holê ku, di bingeha xwe de ji ber sedemên perwerdehiya xwe ew êdî ne endamê dinyaya kevin, lê ew endamê civaka gerdûnî bûn, ku ev civak jî li ser hîmê nîrxên rûhî hatibû bicîhkirin. Ev kesayetiyên ku me qala wan kir, bi wesfên xwe yên hînder û berhêlîkirinxwaz; carinan bi biryarên xwe re jî xwedîbandûr bûne.Di heman demê de, nivîsevanî jî bi destê zilamên olî pêk dihat. Ev zilamên olî ku me behsa wan kir; ji dilêrîna xwe ya olî dest pê kirine û perdeyeke ji tûlê kişandi-ne ser bûyerên civakî. Ev zilamên olî, di hemû bûyerên civakî de bûyeran nerm kirine û saziya dêrê jî mîna saziyeke bêhêz nîşan dane. Heta ew erdên ku dêr xwedî û berpirsiyarê wan bû, wan jî mîna sedeqeyekê nîşan dane. Mirovên laîq jî, di tevgera civakê de xwediyê roleka girîng bûn. Belam, di nava wan de jî, beşekê mezin ku bi xwendin û nivîsînê nizanibûn, hebûn. 

Belam ewan jî, bi devkî ango bi zimanê gel gellek raman û vegotinan anîne zimên. Lê ji ber sedema bikaranîna zimanê latînî, ku ev ziman zimanê dîrokê bû; gellek rêveberên ku bi vî zimanî nizanibûn, di rewşekê xirab de diman. Carinan jî; ji ber sedemên şaşiyên jiberkirinê, di bûyerên mîna hevdu de biryarên cuda cuda dihatin sitandin. Ew filehtiya ku di destpêkê de jiyaneka hevpar diparast, bi demê re bi bexşên bêxşkarên olperest re; ku gellekên wan bê zar û zêç bûn, her diçû dewlementtir dibû. Piştî wê guherîna ku di warê malhebûnê de derket, di warê bazirganiyê de jî gellek guherîn derketin holê. Di destpêka ola filehtiyê de an di salên serdestpêk de, li ba filehan faîz û bazirganî karekî xirab dihat hesibandin. Wisa bawer dikirin ku yên bi karên bazirganiyê mijûl bibin, wê ji Xwedê dûr bikevin û wê di rêyaka xirab de bimeşin. 

Herweha, mirovên ku bixwazin xwedîerdem bimînin; pêwîstbû ku bi çandiniyê mijûl bibin. Hemû ev raman, di destpêka serdema navîn de dihatin pejirandin. Ancax piştî ku seferên xaçdaran dest pê kir, ev sefer bi encam û bi nakokiyên xwe yên navxweyî yên avahiya feodal re, cewaziyên girîng derxist holê. Ol û dêr bi vî awayî, li gorî wan guhertinên civakî û aborî; ku di civatê de derketibûn holê, xwe guhartin. Piştra hat dîtin ku, dêr bûyê xwediyê erdên çandiniyê yên herî mezin. Wisa bibû ku dêr di navbera 1/3 û 1/2 – an de bûbû xwediyê erdên çandiniyê. Begên feodal jî, ji bona ku bikaribin ‘vasalên’ xwe zêde bikin; erdên xwe dabeş kirin û wisa dane bi kirê. Belam, li hemberê vê yekê, di destê dêrê de jî erdên gellekî fireh û mezin hebûn. Dêrê, wan erdên xwe bi kirê “rand” da begên feodal û bi vî awayî dêr bû ‘suzeren’. Ango dêr, bû xwediyê erdên herî mezin. Bi vê pêşketinê re, dêr raserê begên feodal bû û xwe gihand asûnekê wiha. Ji bilî vê yekê, dêrê wê valahiya siyasî jî dagirt ku li holê bû û wezîfeya siyasî jî hilgirte ser xwe. Pêwendiyên ku di nav kesayetiyan de hebûn, wan dirist kir û bi vê gavê re, dêrê destê xwe dirêjê jiyana kesayetiyan jî kir. Herweha, dêr gellekî dewlemend bû û gihêjt asta dewletbûnê. 

Kesên ku li hember vê dewlemendbûna dêrê rabûn, ew ji aliyê dêrê ve bi tawana ji rêderketbûnê (Heretîk) hatin tawanbarkirin û cezakirin. Carinan jî, li gorî sucên wan, ji wan diravan sitandin û bi vê yekê re jî rêçikên filehtiyê derketin hola civakî û olî. Piştra, li hawirdorê dêran keşîşxane û li ba rahîban jî, keşîş peyda bûn. Keşîşxaneyên Basîla yewnan û St. Benedîct, di vî warî de mînakên baş in.Bi demê re têkiliyên Papa, bi mirovên dewlemend yên esîlên romayî re xurt bû, ne ev yek tenê herweha Papa bû babeta nakokiyên di navbera wan de jî. Hasilê, bi van têkilî û danûsitandinan re Papa rûmetiya xwe winda kir. Piştra, yên ne hêjayê vê maqamê bûn, bûne Papa û ev gemarî gihejt wan qedemeyên binî jî.Rahîbtî eynî mîna peymana ‘Fîefê’, ji bavan, gihêjte kuran. 

Gotinên pîskopos GERBESTUS, nîşana vê dejenerasyonê ye û ez wek mînak li jêrê nîşan didim: “Min bi zêran meqama pîskoposiyê bidest xist. Ez tu carî ji sitandina zêrên xwe jî natirsim, bes ku ez li ser bifikirim. Wê ezê rahîbekî tayîn bikim û zêran jê bistînim. Wê ezê zêran, ji alîkarê wî jî bistînim. Niha, min zêrên xwe derxist û çû.” 

Di encama vê gemariyê de, rêçikên FRANSÎSKEN û DOMÎNÎKEN derketin holê. Cara pêşîn rêçika Fransîsken û piştî pênc salan jî, rêçika Domînîken ji aliyê Papa ve bi awayekî fermî hat qebûl kirin û naskirin. Damezranerê rêçika Fransîsken Ezîz (St) Francîs, ji bona karbidestên olî mulkiyeta taybet qedexe kir û piştî vê yekê, karbidestên vê rêçikê hemû jiyana xwe bi sedeqeyan bihûrandin. Zilamên olî yên pêxwas ( parsek, ebeboz), ketin nav gel û dest bi waazên xwe kirin. Rêçika Domînîken jî, feqirî û belengaziyê mîna tiştekî xirab dihesiband û di dawiyê de, ev herdû rêçik di avahiya dêrê de bûne sedemê gellek guhertinan. 

Bi alîkariya van rêçikan, dêr carekê din gihêjte wê rûmeta xwe ya kevin û di dadgehên Engîzîsyonê de cîhê xwe girtin. Di vê navberê de hinek rêçikên din jî derketin holê. Ew jî, li hember ramanên dêrê yên destnîşankirî radibûn û wisa dixwastin ku bizivirin wê feqirî û rastiya dewra Hz Îsa. Li ser vê bûyerê, seferên xaçparêzan bi ser wan ve hatin şandin û dawiya wan anîn. Wek mînak: Li bakûra Fransayê, hemû bawermend an beşdarên tarîqata (rêçika) Ablînî hatin kuştin û ev komkujî bû sedema hilweşîna rêçikên din jî. Bi damezrandina Dadgehên Engîzîsyonê re “P. Z . 1233” karên darêzgeriyê jî, ji destê dewletê derket û kete destê dêrê. Ne tenê rêderketinên olî, yên şexsî jî kete bin kontrola Engîzîsyonê. Engîzîsyon xwediyê wê desthilatê bû ku, dikaribû şexs an komên ji rê derketî bi saxîtî bişewitîne. Bi vî awayî; bi hezaran kes bi hinceta ji rêderketinê, lê di rastiyê de ji ber ramanên xwe û beyî ku bikaribin mafên xwe yên parastinê bikar bînin, hatin şewitandin. Rêçikên Domînîken û Fransîsken jî, ji bona van dadgehan dadgeran digihandin. Lewra di wê dewrê de, li keşîşxaneyan perwerdeyekê baş hebû û şagirt, baş dihatin perwerdekirin. 

Piştî hilweşîna împaratoriya Romayê; di sedsalên X û XI – an de, di civakê de çalakiyên nû dest pê kir. Li pismîriyên begên feodal û li pismîriyên pîskopostiyê de; ji bona diristkirin û başkirina rewşa gel xebatên birêxistî dest pê kir û piştra jî, ji bona pêkanîna aşîtiyê xebat pêk hatin.Aşîtiya Xwedayî ya yekemîn; di sala “PZ – 989” – an de hate îmzekirin. Di vê dewrê de, dêrê hewl da ku xwe jî nebaşiyan rizgar bike û bigihêje erkên xwe yên resen. Bi saya van xebatan, civakên fileh xwe zindî kirin û rê, li seferên xaçparêzan hate vekirin. Seferên xaçparêzan, di sala P. Z. 1095 – ê de dest pê kir û dused (200) salan berdewam kir. Lêvegerandina rûmeta dêrê armanca eşkere a van seferan bû, lê ar-manca veşartî jî; ew nifûsa ku adapteyê sazûmana feodal nebibû, helandina wê nifûsê bû. Rizgarkirina warên pîroz jî (bajarên olî mîna wek Kudusê) bi tenê xwiyakirinek bû. 

Piştî sefera xaçparêzan ya yekemîn; di bin rêveberiya begên feodal de, artêşên nîzamî hatin damezrandin û rêderya, ji bona vê yekê hate hilbijartin. Biryara bikaranîna rêderyayê, rê li geşbûna bajarên mîna Venedîk û Cenevîz vekir. Bi vî awayî, bajarên bazirganî û sanayiyê xurt û fireh bûn û bi vê pêşketinê re, çanda çîna burjûvaziyê dest pê kir. Ji dewra Romayê heta sedsala XI – an, di warê erdên çandî de zêdebûyînek berbiçav ne hatiye dîtin. Lê bi zêdebûna nifûsê re, bivênevê hemû erdên çandiniyê hatin amedekirin. Ji vê pêşketinê, xebatên çandiniyê jî sûd wergirt û di demekê kin de, bandûra xwe li bazirganiyê jî kir. Bi pêşengiya bajarên bander, bazirganî xurt û fireh bû. 

Lewra di wê dewrê de, bazarên li derve jî, ji bona bazirganiya rojava, ji nû ve vebûn. Ev yek jî, encameke seferên xaçparêza ye. Piştî sefera xaçparêzan ya yekemîn; ji ber bikaranîna rêderyayan, bajarên bander yên Îtalyan, gelekî dewlemend bûn û bi vê yekê re, bazirganiya wî aliyê deryayê jî dest pê kir. Ew danûsitandina bazarî, ku di navbera rojava û rojhilat de pêk dihat, bi demê re di avahiya dêrê û avahiya feodal de guherînên mezin pêk anî. Hilberî û malên rojhilatî yên mîna biharat, îpek û misk, bi malên rojavayî re hatin pevguherîn. Bi saya vê yekê, li Îtalyayê bazirganiya rêderyayê xurt bû û evê yekê jî, li bakûra Ewropayê xîmên şoreşa sanayiyê avet. Bi geşbûna bazirganiyê re; di civakê de ji bilî arîstokratan ku ew jî xwediyê erdên çandiniyê bûn, tacîrên nû yên dewlemend derketin holê. Endamên vê çîna nû ya civakî, li kezeyan û li bajaran rûdiniştin. Ji ber vê yekê jî; navê BURJÛVA ango, ESÎLÊN BAJARÎ li xwe kirin. Bi demê re, mirovên burjûva li hember doliwgeriya çolwar rabûn, serdestiya siyasî ji destê arîstokratan sitandin û meclîsên xwe yên bajarî ava kirin. 

Ango, komarê demokratîk yên burjûva hatin damezrandin. Belam, ev meclîs ji hemû kesî re ne vekirî bû. Encax mirovên tacîr, an dewlemendên xwedîsermaye dikaribûn beşdarê vê meclîsê bûbûna. Encameka seferên xaçparêzan yek jî, bikaranîna çêkên biagir e. Ev çekên biagir jî bi tenê di sanayiyê de dihat hilberandin. Bi vê pêşketinê re, li wan bajarên sanayiyê teknolojî jî xurt û fireh bû. Herweha, hat dîtin ku peyayên bi çek jî, li hember şowalyeyan derketin holê.Di dawiyê de, avahiya feodal û begên feodal, cîhê xwe ji çîna burjûva ya bazirgan re hiştin û ev çîna civakî, di civakê de bû serwer. 

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com 

TÊBİNΠ

1- OLA CİHÛYAN: Ola cihûtiyê jî, oleke monotheîst e û wek tê zanîn; ola filehtiyê bi gellek awayan ji ola cihûtiyê derketiye. Tarîxa damezrandina ola cihûtiyê, kêm zêde 1500- sal berê Îsa Mesîh e. Ev ol jî, mîna wek çanda antîk, li dorhêla Behraspî û li dorhêla vê derê (Fîlîstîn) derketiye. Lê ola cihûyan, oleka neteweyî û qewmî bû. Ango ola qewmê îsraîlî bû. Bi vê rûçika xwe re, di nava yek civakekî de hatibû sînorkirin û li navçeyên din jî, belav nebûbû. 

2- SKOLASTÎK: Koka bêjeya skolsatîkê ji zimanê latînî tê û di wateya SCHOLA de ye. Wateya skolastîk jî; peywendiyekê dibistanî ye. ‘SKOLASTÎCUS’ Ev felsefe felsefeya dibistanê ye, ne lêger e û bi tenê felsefeyeka xwendandinê ye. 

3- BAVXWEDÊ Û KURXWEDÊ: Trinitas ‘Teslis’: Ev hêmaneka filehtiyê ye û ji vê yekê re yekîtiya sêmend tê gotin. Ango Xwedê, kur û rihê pîroz. 

ÇAVKANΠ

1- Not û tekstên dersa dîroka Sosyolojiyê. Li zaningeha Egeyê.

2- Dîroka felsefeyê. Prof. Macît Gökberk. Pirt. Remzî. Rûpel: 141 – 143- 145.

3- Dengê felsefeyê- Ali Gurdilî- Weşanên DOZê – Rûpel: 108