Demokrîtos û Teoriya wî ya Atoman

Demokrîtos û Teoriya wî ya Atoman

Demokrîtos û Teoriya wî ya Atoman| Ali Gurdilî

Demokrîtos, B.Z. di navbera salên 460-370 ê de jiya ye, pêşengê felsefeya Atomparêza ye û şopa Empedokles domandi ye. Lewra, li gorî nêrîna Empedokles ew objeyên ku ji piçên madî çêdibûn, ew ezelî û ebedî bûn. Lê, di vegotina wî de ev yek ne zelal bû û baş jî, ne hatibû hunandin. Lewra, di felsefeya Empedokles de di derheqê perçe û piçikên madî de û di derheqê eslê xwezaya wan de tu danasîn tune nin. Dîsa di teoriya wî de, hêzên tevgerî; viyan û buxz jî tiştên mirovî û mîtolojîk in.

Dîsa mirovî dikare bibêje ku Empedoklesî, bi tenê çêbûnê şirove kiriye û qet behsa çêbûna wesfên madeyan ne kiriye. Divabû ku bi awayekî madî, çêbûna wesfan jî bihatina şirovekirin. Lewra, fîlozofên din vê yekê wek kêmasiyekê dîtine û rexne kirine.

Atomparêz, li ser vê niqteyê rawestiya ne û armanca wan ew bûye ku vê kêmasiyê ji holê rabikin. Atomparêzan, ji vê niqteyê dest pê kirine û di destpêkê de, li ser teoriya <perçeyên madî yên herî hûr> rawestiyane.  

Li Gorî Nêrîna Atomparêzan

Ger made heta têra xwe perçe bibe, wê demê dê em ê rastê perçeyekê herî biçûk werin, ku ev perçe êdî napelijin û ji hevdu venaqetin. Herweha, navê wan perçeyên herî biçûk yan hûr, danîne Atom.  

Di felsefeya wan de rûçikên Atomê  

1- Atom, şeklê madeyan yê herî dawî ye.

2- Atom, ji aliyê hejmaran ve bêsînor in û pir hûr in. Jiber vê yekê jî; ji aliyê sehekan ve (bi çav, guh, dest, ling û çerm ve) nayên dîtin yan bihîstin. Li gorî nêrîna Empedokles, hemû tişt ji çar regezan çêdibûn. Lê li gorî Atomparêzan, hemû tişt ji yek celebekî têtin holê.

3- Ji bilî çend îstîsneyan, tu rûçikên atoman tune nin. Ew jî, hişkbûn û bêbandorîtî ye.

4- Atom jiber ku bêrûçik in, veqetandinên di navbera wan de veqetandinên hejmarî ne.

5- Li gorî hevdu, hinek biçûk û hinek jî mezin in. Ji aliyê şekil ve jî, di navbera wan de ferq heye.

6- Atom, bêrûçik in û hemû obje ji cewaziya rêza wan û ji cîhgirtina wan tên.

7- Sedemên cewaziya wan, ji cewaziya rêzgirtin û cîhgirtina wan tê.

8- Atom, ne di bin bandûra tu tiştî de ne û hişk in.

9- Atom, di naveroka xwe de bisînor in û di navbera hevdu de cuda ne. Atomparêzan, di vê niqteyê de li bersiva tiştekî geriyane, ku ev pirs jî ev e: <Vêca, em ê atoman ji hevdu çawa binasin, gelo cewaziya ku di navbera wan de heye, ew cewaziyekê çawa ye?>

Li gorî felsefeya wan ,bersiva vê pirsê wiha dixweyî: <Feza, a vale ye.>

Ji bo ku em bikaribin tişteke ji tiştekî din binasin, pêwîst e sînorekê wan hebe. Ango, ew tişt divê ku bisînor bin. Madem ku hemû tişt û rûçikên wan, ji yekbûn û jihevçûna atoman çêdibin û ji bona vê yekbûn û jihevçûnê, tevger jî pêwîstbû, wê gavê diviya bû ku feza, a vale jî hebe. Nexwe, atom wê li kû bilivin?…

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

18.04.2014

Jêder…

1- Di Sed Pirsan De Danasîna Felsefeyê. Ali Gurdilî. Çap nebûye.

2- Dengê Felsefeyê. Ali Gurdilî. Weşanên Dozê. Rêbendan 2006.

3- http://www.felsefevan.org/demokritos-di-felsefeya-xwe-de-atoman-cawa-dinasine.html

4- http://www.felsefevan.org/demokritos-b-z-460-370.html

Ger çavkaniya gotaran neyê nîşandan, wergirtina wan qedexe ye…

Bersivekê binivîsin