Deh Zanyarên Jin Yên Herî Navdar

Deh Zanyarên Jin Yên Herî Navdar

Deh (10) Zanyarên Jin Yên Herî Navdar

Zanist demekê pirr dirêj ji aliyê zanyarên mêr ve hatiye birêvebirin. Lewre çûyîna jinan ya li zanîngehan heya sedsala 19an jî hatibû asteng kirin. Dema rê li ber girtin û pêşî li ber çûyîna jinan ya li zanîngehan asteng kirin, derbaz bû û zanyarên jin bi xebat û lêkolînên xwe diyarkirin ku jin jî dikarin bi qasî zanyarên mêr jêhatî û zana bin.

10. Jane Goodall

Mirovnas û biyologa Brîtanyayî Jane Goodall bi lêkolîna xwe ya li ser şempanzeyan binav û deng e. Ji ber lêkolîn û çavdêriyên Goodall zanyariyên me yên li ser şempanzeyan zêde bûye. Nîşannameya ku tê de şempanze çawa amûrên hêsan bikar tînin, bihevre diherin nêçîrê û bi ser de çawa bi şempanze û meymûnên din re şer dikin, ji aliyê wê ve hatiye amade kirin. Şempanzeyên ku lêkolînên xwe li ser pêk aniye, yek bi yek binav kiriye, ev jî alîkariya beşdarbûyîna wê ya bi komên şempanzeyan re kiriye.

9. Dorothy Hodgkin

Kîmyagera Brîtanyayî Dorothy Hodgkin. Salên xwe yê zarotiyê li Misirê derbaz kiriye lê bi destpêka şerê cîhanê ya pêşin bêgav dimîne û dihere Îngiltereyê. Dema li Oxfordê destpê xwendinê dike, tenê zanîngehek ku jin dikaribûn serî lêbidin û bixwînin, hebûye. Hodgkin pêşderiya rêbaza ‘röntgenkristallografie/X-ray’ê kiriye, rêbazeke ku strukturela molekulan ya sê-alî/sêdîmenî tê destnîşankirin. Bi vê rêbazê bandora hinek maddeyên weke penîsîlîn bêhtir û baştir tê fahmkirin. Ji ber lêkolîna xwe, di sala 1964an de xelata Nobelê ya beşa kîmyageriyê distîne. Her çiqas bi nexweşiya artrîta rumatoid (reumatoïde artritis) nexweş bikeve jî dest ji xebatên zanistî bernade.

8. Barbara McClintock

Riweknasa Amerîkanî Barbara McClintock di vê serdema nû de yek ji pisporên genetîkî-irsîtî ya herî girîng tê qebûl kirin. McClintock xwendina beşa riweknasî kiriye û gellekî li ser garisê baldar bûye. Xebatên wê yên li ser garisê rê li ber teknîkên nû vekiriye ku dû re ji bo destnîşankirina nexweşiyên kula heftpênçe û nexweşiyên irsî hatine bikar anîn. Di sala 1983an de xelata Nobelê ya beşa fîzyolojî û bijîjkiyê wergirtiye.

7. Maria Goeppert-Mayer

Li Almanyayê Xwedê daye, baweriya bavê wê pirr bi mafên wekhev yên jin û mêran hebûye, lewre jî keça xwe bi derfetên berfireh daye xwendin. Li zanîngeha Götingenê ku bavê wê jî li wir dixebitiye, zanyarên binav û deng yên weke Heisenberg û Pauli dinase. Di destpêkê de dixwaze bibe matematîkzan lê piştî demekê poşman dibe û derbasî beşa sirûştnasî dibe. Piştî zewaca bi kîmyager Joseph Edward-Mayer re, mala xwe bar dikin û diherin Amerîkayê. Ji ber xebata wê ya bi Hans Jensen re ku li ser santrala dendikî pêk hatiye, di sala 1963an de xebata Nobelê ya beşa siruştzanî werdigire.

6. Rosalind Franklin

Bextê Rosalind Franklin ne bi qasî yê Goeppert-Mayer fireh bûye, lewre bavê wê nexwestiyê ku keça wê biçe zanîngehê ku Rosalind Franklin di temenê xwe yê ciwaniyê de xwediyê zanyariyên girîng yên li ser sirûştnasî û kîmyayê bûye. Rosalind bi alîkariya xaltiya xwe ku bi pereyan piştgiriya wê dike, dihere zanîngehê. Demekê bo xwendinê dihere Parîsê û li wir fêrî dîfraksiyona röntgenî dibe û lêkolînên wê yên li ser vê mijarê rê li ber tespîtên misoger yên DNAyê vedike. Franklin ji ber nexweşiya kula heftpençe dimire ku hevalên wê (Watson, Crick û Wilkins) xebata wê ya li ser DNAyê berdewam dikin û di sala 1962an de xelata Nobelê werdigrin û dîsa hevalê wê Aaron Klug xebata wê didomîne ku di sala 1982an de xelata Nobelê ya beşa kîmyayê werdigre.

5. Gertrude Elion

Gertrude Elion ji Amerîkayê ye û xwendina beşa kîmyayê qedandiye ku paşê ji bo bidest xistina karekê pirr zehmetî kişandiye. Di sala 1944an de li cem Burroughs Wellcome Research Laboratories ji xwe re karekê peyda dike û heya temenê xwe yê ji kar dest berdanê (malnişînî) li wir dixebite. Destyariya farmakologê pirr binav û deng George Hitchings kiriye û çend lêkolînên kîmyayî yên girîng pêk aniye ku pê re wê û Hitchings pêşxistina dermanên yên ji bo nexweşiya artrît û tayê kirine. Wê û Hitchings di sala 1988an de xelata Nobelê ya beşa fîzyolojiyê wergirtine.

4. Irène Joliot-Curie

Irène Joliot-Curie, keça dê û bavê xwe bûye! Lewre dê (Marie) û bavê wê (Pierre Curie) kîmyagerên binav û deng bûne ku Irène jî ne kêmî dê û bavê xwe bûye. Li ser şopa dayika xwe destpê meşa kîmyageriyê kiriye û weke dayika xwe li ser radyoaktîvîteyê pirr baldar bûye. Bi şerê cîhanê ya pêşin re li cem dayika destpê destyariyê dike. Bi kîmyager Frédéric Joliot re dizewice û bi hev re lêkolînekê li ser hilberîna elementên radyoaktîf yên çêkirî/sûnî pêk tînin. Di sala 1935an de xelata Nobelê ya beşa kîmyayê werdigirin. Weke dayika xwe, Irène jî para xwe ji xebatên xwe yên li ser elementên radyoaktîf werdigre lewre bi nexweşiya êşa xwînspîbûnê (losemî) dimire.

3. Lise Meitner

Di sala 1878an de Xwedê daye ku di wê serdemê de çûyîna jinan ya li zanîngehan pirr dijwar bû, piştî qedandina dibistana navîn li dibistaneke taybet perwerdehiya xwe didomîne. Hertim hewl dide ku xwendina xwe di zanîngehekê de bidomîne, 23 saliya xwe de biserdikeve û li zanîngeha Viyanayê xwendina xwe didomîne. Demekê dirêj beşa Fransî û felsefeyê dixwînê lê dû re destpê beşa sirûştnasiyê dike û di vê beşê de biserdikeve. Ji bo peydakirina karekê gellek zehmetiyan dikişîne. Li Berlînê bi Otto Hahn re dixebite û lêkolînekê li ser radyoaktîvîteyê pêk tînin. Hahn di sala 1944an de xelata Nobelê werdigre ku dû re bi dizîka pereyên ji xelata Nobelê bidest xistî, bi Meitnerê re parve dike. Meitner ji bo xelata Nobelê pirr caran hatiye destnîşankirin lê tu caran biserneketiye.

2. Ada Lovelace

Augusta Ada Lovelace keça helbestvanê Îngilîz, Byron e. Ji aliyê dayika xwe ve hatiye perwerde kirin ku dayika wê xwestiye Ada bibe lêkolîner. Lovelace di matematîkê de serkeftî bûye lewre bala Charles Babbage dikişîne ku sêwirînerê makineya analîzan ango kompîtora ne modern, bûye. Babbage vê makîneyê weke moşena hesaban bikar tîne ku Lovelace bi vê makîneyê hewl dide programa ewil yên ji bo kompîtorê çêbike. Di 36 saliya xwe de dimire ku piştî mirina wê jî ji xebat û ramanên wê sûd tê wergirtin.

1. Marie Curie

Navdartirîn zanyara jin di sala 1867an de bi navê Marie Sklodowska li Polonyayê Xwedê daye. Dema xwendekariyê de jîr û serkeftî bûye lê ji ber ku wê demê Polonya ji aliyê Rûsyayê ve hatiye dagirkirin, çûyîna jinan ya li zanîngehan qedexe bûye. Ji ber vê jî mala xwe bar dike û di sala 1891an de dihere Parîsê û li zanîngeha Sorbonneyê xwendina beşa matematîk, kîmya û sirûştnasiyê dike. Ji ber çavdêrîkirina xebatên xwe, sirûştnas Pierre Curie dinase ku di sala 1895an de dizewicin. Tirûskeyên ûranyûmê yê ku nû hatibû vedîtîn bala wê dikişîne û xebatên xwe li ser vê beşê pêk tîne. Navê ‘radyoaktîvîte’ ji aliyê wê ve hatiye bilêv kirin. Marie û Pierre Curie di sala 1903an de xelata Nobelê ya beşa sirûştnasiyê werdigirin. Mêrê wê ku li zanîngeha Sorbonne professor bûye, di bûyerekê de seqet dimîne û Marie li wê zanîngehê şûna mêrê xwe digire ku dîsa li wê zanîngehê weke professora jin ya ewil tê nasîn. Ji ber vedîtina elementên radyûm û polonyûmê, di sala 1911an de xelata Nobelê ya beşa kîmyayê werdigire. Di sala 1909an de destpê rêveberiya zanîngeha nû ya bi navê Institut du Radium (niha Institut Curie) ku li Parîsê ye, dike. Keça wê Irène di sala 1934an de rêvebirina zanîngehê werdigire û heya mirina xwe didomîne. Marie Curie di sala 1934an de ji ber nexweşiya êşa xwînspîbûnê dimire. Elementeke ku bi navê Curium tê zanîn, ji paşnavê Marie Curie hatiye wergirtin.

Metîn Eser 

Sûd ji malpereke ku bi zimanê Hollandî weşanê dike, hatiye wergirtin.

Bersivekê binivîsin