Dayêcan – Shahînê Bekirê Soreklî

Dayêcan – Shahînê Bekirê Soreklî

 DAYÊCAN

Shahînê Bekirê Soreklî

Dayêcan!  Em ji Welatî çûn der, lê ew di dilê me de bû kul û kesereke kûr, naçe der.  Xewnên bapîran, stranên dengbêjan, destana Memê Alan û goristanên welatî di nav mêjiyên me de ketin goran.  Roj li dû rojê, shev li dû shevê agir bi gorê dikeve û yên di wê de bizava xwevejandinê dikin.  Û agirê bi gorê ketî me jî bi xwe re disotîne. 

Yadêcan!

Dem ne dema berê ye.  Bi evîna te sond dixwim, û bi shîrê te dayî min, dem nema dema berê ye.  Rovî bûye shêr, shêr gêj bûye, bulbul bêdeng maye û Hekîmê Luqman ji nav me bar kiriye.  Dîmenên bêrîvanên gundê me, bilûrên shivanên me, siwarên deyshta me, erf û toreyên bapîrên me bi ber bayê çerxa felekê ketin û em nema yên berê ne, dayê!

Ronediyê!

Ne ku me hêvî wenda kir.  Omêd û daxwazên li pêsh me bûnî xezala berriya Herranê di nav mijê payîza me de wenda bûn.  Armancên di dilan de bûn qedera Siyamend û Xecê.  Belê, Dayê, meraqên me her sêwî man.

Anê!

Di kûraniya mirina xwe de meke li min lomeyan.  Li min meke jehr û axû shîrê çelrojkiya zarokiya min.  Dilsar im ji rewsha kambax, ji kêmbûna seydayan, ji shevreshiya xwe avêtî ser welatê min, ji nakokiya di nav yên me de serî hildayî, ji pashvemayîna neyaran, ji wendabûna tîrêjên roja zer û ji gotinên mezin yên bêber manî.

Dayê!

Spasiya te dikim ji kûraniya dilê melûl, bo wî zimanê shêrînî ku te wek diyarî pêshkêshe min kir, bo ew çemên ji çîrok û amojagariyên ku te di nav zeviyên hebûna min de çandin, bo deryaya evînê ku te di nav hestên min de bi cîh kir.

Ya di dilê min de zindî mayî!

Ma ne te digot, “Dengê defê ji dûr va xwesh e!”  Dûrbûna me jî wisa ye, hebûna me jî weha bûye, govenda gundê me jî wanî bûye.  Û xwîna lehengên welatê me hishk bûye di nav fishbûna berhemên rêberan de!  Û nemana berf û barana li ser çiya û deyshtên me! Û mirina xezal û kevokên me!  Û miqrisbûna îroyîn ya çem û rûbarên stana me!  Û bîhmayîna dayên zarokên bêmiraz!  Û wendabûna hîvên asîmanê me!  Û zivistana jiyana me!  Û sindifkirina zimanê me!  Û melûlbûna findên çanda me!  Û stewrmayîna bûkên me!  Û xwekujtina rastiya hebûna me!  Û tolaz û bêhish û derewînên me!  Û stemkarên me!  Û xeyalfiroshên me!  Û …

Dayêcan!

Xweziya dîsan zarokekî gundî bûma, xweziya nezanekî naxirvan bûma, xweziya dewrêshekî evîndar bûma, yan xweziya li kêleka Dewrêshê Evdî di cengeke bêmiraz de miribûma!     

(03/2000)

Bersivekê binivîsin