Daxuyaniya Hejmara Yekem Ya Kovara Zaremayê
JI BO RAYA GIŞTÎ Û XWÎNERÊN KURD
Civaka kurd di warê nêrîn, fikr û raman, wêje, çand û hunerê de di nav veguherîneke mezin re derbas dibe. Di van waran de têra xwe danehevek çêbûye ku divê êdî bên tehlîlkirin, rexnekirin ku berhemên nû ji hêza rexneyê îstifade bikin. Di dav çarçove û pîvanên rewşenbîrî de em kurd bi hev dû re bipeyivin û zimanekî navxweyî ku wê xîtabî civaka mûxayyel a ji Silêmaniyê heta Amedê ji Efrînê heta Mahabadê bike, ava bikin. Ger em ê li paşeroja xwe xwedî derkevin, divê ji niha de cîhanek me ya nivîskî hebe ku em tê de ne tenê qala mexdûriyet û zilma li me bûye bikin, lê êdî em bi zimanekî kirdeyî li ser xwe bifikirin, bipeyivin û binivîsînin.
Em li ser avakirina paşerojekê fikr û projeyên ku lingên wan li ser axa xwe biafirînin. Xebatên di warê kurdan de ji nêrîn û helwestên kolonyal bên rizgarkirin û alternatîfên ku ji dînamîkên hundirîn derdikevin bên pêşkêşkirin. Em ê di Zaremayê de bi dil û çavên xwe, lingên me li ser axa me, ji nav civaka xwe bi nêrîneke dijkolonyal xwedî li çand û hunera xwe derkevin û derfetên nû biafirînin.
Em bi van niyetan hejmara xwe ya yekem derdixin û hêvî dikin ku layiqî xwînerên kurd û civaka kurd bibin.
Naverok
– Herekol Azîzan, Zilamek û zimanek
– Jeff Kaufman, Vejandina zimanê ibranî
– Mihemed Şarman, Emê tu dikarî di tariyê de bi tirkî biaxivî?
– Amir Hassanpour, Hestiyê zimên tuneye lê dikare hestiyan bişkêne
– Roland Barthes, Rexne çi ye
– Fexriya Adsay, Fetisîna di nav pirtûkan de
– Hesenê Dewrêş, Di hin berhemên kurdî de şopên çanda devkî
– Ayhan Oztunç, Di romana Cemşîd Xan de bîr, melankolî û şîn
– Joanna Bochenska, Rastiya veşartî ya xwedayekî kolonyal
– Mîrza Baran, Serboriya kêmnivîskariya lehengekî; êş û azara (ne) nivîsandinê
– Ferzan Şêr, Di navbera mînor û majoriyê de û jê wêdetir
– Mihemed Şarman-Fexriya Adsay, ’’Jibîrkirin mirin bi xwe ye’’, hevpeyivîn bi Mihemed Dide re
– Yilmaz Ozdil, Di navbera hebûn û nebûnê de sînemaya kurdî
– Burhan Yek, Ceribandina Niexandinekê li ser xerabiya Bekoyê Ewan
– Abdullah Çelik, Kalaşîkof ser de tarîx, merg û xovîrra kerdiş
– Ebdulxaliq Y’eqûbî, REwtî gorrankarîy qailb û nawerrok le şî’irî Hacî Qadirî Koyî da
– Hesenê Dewrêş, ’’Tenê girî ne qedexe bû’, hevpeyivîn bi Bûbê Eser re
– Cebar Cemal Xerîb, Giryan
– Barzoo Eliassî, Rewşenbîrên çepgir û kurd: Edward Said, Hamid Dabashi û Tariq Ali
-Mihemed Şarman, Kaniya Fenteziyan
Ji bo agahiyên berfirehtir…
https://www.facebook.com/pages/Kovara-Zarema/616627658409031?fref=ts