David Hume

David Hume

David Hume (1711-1776) 

David Hume jî navekî girîng ê ezmûngerîya Îngilîz e û bi gumankerîya (şikberîya) xwe navdar e. Nemaze bi regeza sedemîtîyê, bandoreka mezin li ser fîlozofan hiştiye. David Hume, xebatên Newton ji xwe re wek mînak hilbijartiye. Hume, di destpêkê de xwestiye ku rêbaza xebitîna mejîyê mirov fêr bibe û prensîbên xebîtîna mirov destnîşan bike. Di babeta felsefeya zanayîyê de lêzêdekirina wî ya herî mezin, dahûrandina (analîz kirin, dewiyandin) wî ya li ser sedemîtîyê ye. David Hume di babetên zanayî û zanistî de, têgihîştibû ku ramana sedemîtîyê gellekî girîng e û xwedîroleka bingehîn e. Lê David Hume bi bi şik, nêzîkê vê yekê bû. Lewra li gor bîr û bawerîya Hume, ramana sedemîtîyê di navbera du bûyeran de girêdanek bû û bi temamî, ji hînbûnîyên me dihat. Lewra dema ku em di navbera du bûyerên ku li pey hevdu tên de girêdanek pêk bînin û em bûyera yekemîn wek sedemê ya duyemîn bihesibînin; sedemê vê yekê, hînbûnî û azmayîşên me ne. Li gor bawerîya Hume, em di navbera du bûyeran de ku li pey hev têtin; girêdanîyeke sedemîtîyê ava dikin. Wek mînak: Her sibê roj hiltê û êvaran jî diçe ava. Herweha piştî rojê jî, şev tê.

Ev yek wiha dike ku em di navbera wan de têkîlîyeka sedemîtîyê ava dikin. Lê bingeha sedemîtîya di vir de, bi temamî psîkolojîk e, ji azmayîşên me pêk tê û tiştekî ku dotira rojê jî, vê bûyerê sewgiran (garantî- temînat) bike tune. Ev yek bi temamî encameka hînbûnî û hêvîyên me ne. Li gor bîr û bawerîya David Hume; hinek caran jî sedemê ramana (fikrê) sedemîtîyê, rêbaza enduksîyonê ye. Wek mînak: Dema ku em dersê xwe dişûxulin û em nescafeyeke vedixwin û vexwarina nescafeyê ji me re baş tê, di dawîyê de em digihêjin vê encamê: ‘vexwarina nescafeyê di dema dersşixulînê de, ji mirov re baş tê.’

Ango di dema dersşuxulînê de sedemê baştêgihiştina me, nescafe ye. Lê li gor hume ev tiştekî xapînok e û tu sedemîtiyek di vê têkilîyê de tune. Vê yekê em li vê têkiliyê bar dikin û rêbaza enduksîyonê jî, her dem encamên rast nadin me. Herweha, David Hume bawerîya xwe bi azmayîşên me yên sehekî dianî û wiha bawer dikir ku, divê zanayîyên me ji azmayîşên me yên sehekî werin.Belam, em pê dizanin ku ramana sedemîtîyê ji azmayîşên me nayên û em nikarin wan biceribînin. (Wan ezmûn bikin) Çimku, em naikarin di nav azmayîşên xwe de sedemîtîyê bihewînin. Ji ber vê çendê jî sedemîtî, bi temamî hînbûnîyek e. 

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Antolojiya Fîlozofan – Ali Gurdilî  

Bersivekê binivîsin