Dalai Lama

Dalai Lama

Bîr û bawerî û herwiha dînê te her çi dibe bila bibe, te bawerî pê reenkarnasyonê anibe an neanibe, li ser rûyê erdê ti kes tuneye ku qedr û qîmeta nepakîtî û bêrehmîtiyê bigire. Mirov ji ber xwezaya xwe her li pey bextewariyê ne û naxwazin bi êş û kul bin. Mirov ji ber vê hestyariyê her hewl dide ku bidest xistina bextewariyê û dûrketina ji êş û elemê pêk bîne, ev jî tiştekî maqûl û mafê her kesî ye.

Bi vê şêweyê her kes wekhev e, tu maldar an jî hejar bî, te perwerdehî dîtibe an nedîtibe, tu rojhilatî an jî rojavayî bî, dîndar an jî nedîndar bî, û tu bawermendê dînê Budîzmê, Mesîhî, Cihûtî û Îslamê bî an jî bawermendê dîneke din bî. Ji vê perspektifê ku li ser nirxên bingehîn ên mirovahiyê konê xwe vegirtiye, em giş wekhev in.

Dalai Lama

Werger: Metîn Eser

26.07.2016

Bersivekê binivîsin