Di Mîtolojiya Yewnan de Çîroka Kassandraya Leheng

Di Mîtolojiya Yewnan de Çîroka Kassandraya Leheng

Di Mîtolojiya Yewnan de Çîroka Kassandraya Leheng

Kassandra, di mîtolojiya yewnan de lehengeka jin e. Keça Priamosê qralê Truvayê ê dawîn e. Ketiye şerê Truvayê û hewl da ye ku, gelê xwe ji bo şer û hespê darinî hişyar bike, lê tu kesî guh ne daye wê. CHRİSTA WOLF di berhema xwe a navdar de, wiha qala wê dike: Xwesteka Kassandrayê a herî mezin ew bû ku, dixwest bibe rahîbeyek û bi pêşerojê (diwarojê) bizanibe. Xwedayê Apollon dema ku çav pê dikeve, dil dikeve wê.

Apollon pêşniyara pêvşabûnê (pêşniyara têkiliya cinsî) lê dike û ger Kassandra vê pêşniyara Apollon bipejirandina, wê Apollon jî hêza zanîna pêşerojê bidaya wê. Kassandara vê pêşniyarê pejirand û bû xwediyê hêza zanîna pêşerojê. Lê bi Apollon re, raneza. Xwesteka wê a ku dixwest bibe rahîbeyeka qîzîn, li cem wê xurtir bû. Li gorî rîwayetê ji xwe, Kassandrayê tu carê nexwestibû ku bi Apollon re razê. Lê ji bo bidestxistina hêza zanîna pêşerojê, wî xapandibû. Apollon li ser vê xapandina wê, gelekî jê qehirî û wê lanet kir.

Li gor vê lanetê, wê Kassandarayê bi pêşerojê bizanibûya; lê tu kesî wê jê bawer nekiribana û wê tu carê nikaribûya bibûna rahîbeyek. Berevajiya vê yekê, wê ew ê jin bimana û wê hemû kesî, lanetê lê bianiyana. Di mîtolojiyê de jî, wiha pêk hatiye. Digel ku bi pêşerojê û encama şerê Troyayê jî dizanibû, tu kesî jê bawer nekiriye. Wiha bêgav, şerê Troyayê û  li encamên wê, temaşê kiriye. Zanîna encamên şerê Troyayê, êşeka mezin da wê. Di dema şer de, ji aliyê Agamennon ve êsîr hat girtin û bû qerwaşa wî. Di dema vegerê de, keştîya Agamemnon ji aliyê zilamên jina wî û dildarên wê ve hat rawestandin; Agamennon, Kassandra û hemû zilamên Agamennon hatin kuştin.

Ali Gurdilî 

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Sed Çîrokên Mîtolojîk – Ali Gurdilî

Beyî nîşandana çavkaniyê, wergirtina nivîsaran qedexe ye.

Bersivekê binivîsin