Çîroka Demetera Kezîdelal

Çîroka Demetera Kezîdelal

Çîroka Demetera Kezîdelal  

Demeter di destanên Homeros de bi navê “Qiralîçeya Kezîdelal”  tê bi bîr anîn. Li gorî baweriya Hesîodos, Demeter (Ge- meter: Axa diya me.) keça Kronos û Rheîayê ye û Xwedawendeka ji rêza duyem e. Piştî Hestîaya keça Reheîa ya duyêmîn, Demeter hatiye dinyayê. Hesîodos wiha qala wê dike: “Kete nava nivînên Demeter jî Zeus. Xwedawenda zêviyan a ku zindîyan têr dike. Persephoneya mil spî jî têr kir Demeter, Aîdoneusê Xwedayê bin axê wê revand ji hembêza diya wê û Zeusê zanyar, jêre hişt keça xwe.”

Demeter, sembola debr, nemaze sembola genim e. Di derbarê Demeter de yek efsaneyek tenê heye ku, ew jî efsaneya demsala ye. Ev efsane di çanda yewnan de, zêdetir li navçeyên ku çandinî lê çêdibû derketiye holê û li van deran pêş ketiye. Herêmên ku wê pîroz dibînin, Eteusîs û deştên Sicîlyayê ne. Lê li Girîtê, Trakya û li Peloponnesosê jî wê pîroz dibînin û baweriya xwe pê tînin. Di dema lawlawê de Demeter û keça wê Persephoneyê, ji hevdu cuda nabînin û navê du Xwedawend li wan dikin. Carinan jî bi navê “Kore- Keça Ciwan” têne bi bîr anîn. Ji aliyê Aîdoneusê Xwedayê bin erdê ve revandina Persephoneyê, navenda çanda Demeterê pêk tîne.  E. PETERİCH di “Mîtolojiya Yewnana Biçûk de” wiha qala vê efsaneyê dike: 

“Rojeka ku Persephone bi çend hevalên xwe re li girekî kulîlkan diciwîne; wê demê erd diqelişe û Xwedayê Hades bi tirimbêla xwe tê û wê direvîne dibe. Dêxwedawenda diya wê, li çar aliyên dinyayê lê digere; lê di dawiyê de bêhêvî dimîne û nizane ku çî bike. Piştra Helîosê Xwedayê rojê, cîhê ku “Kore” lê dimîne; ji diya wê re dibêje. Li ser bûyerê Demeter ji çiyayê Olîmposê direve û bi dilekî şikeştî, diçe warekî aram û xalî. Piştî ku Demetera Xwedawenda axê wiha dienire, tu bereketa axê namîne û xelk, bi birçîtiyê rûbirû dibin. 

Zeus hewl dide da ku wê û Hades li hev bîne, lê Demeter vê pêşniyarê qebûl nake û guh nade Zeus. Ji xwe keça wê Persephone jî, bi sehra evînê dil ketiye Hades û pê hatiye girêdan. Di dawiyê de Zeus biryarê dide ku Persephonê ji sê beşên salê du beşan; ango, dema kulîlkvekirinê û civandina mêweyan Persephonê li cem diya xwe bimîne û beşa mayî jî, ku li zivîstanê rast tê; li cem Hadesê mêrê xwe derbas bike. Bi vî awayî, carekê din bereket tê axê. Di dema rêwîtiya xwe ya dilşikestî de Demeter, xwe dixe kirasê jinepîrekê û diçe mala qral Keleos. 

Metaneîra jina qral, tênegihêjtiye ku ya li hember wê Xwedawenda Demeter e. Metaneîra, bi armanca xwedîkirin û mezin kirinê, kurê xwe Demophon, dide wê. Demeter, wek Xwedayekî şîr didê û wî bi nektar û ambrosîayê xweyî dike. Metaneîra rojekî dibîne ku dêşîra wî, Demophon di nav alavên agir de radiwestîne. Metaneîra gelekî ditirse û Demeter, jêre qala Xwedawendiya xwe dike. Lê ew sêhra ku Demeter bo Demophon amade dikir jî, xira dibe. Demeter, wê wî bikara Xwedayekî bêmirin, (zindebar) lê diya wî vê sehrê  xira dike. Lê piştî dîtina diya wî ya di nav alavên agir de, ew êdî bûye wek mirovekî bergorn.  Li gorî çîrokeke din jî; birayê Demophon Trîptolemos, zirkurê Xweda ye û bi tirimbêleka xwe a bi bask, li hemû dinyayê digere; mirovan fêrî cotkariyê û bawerîpêanîna Demeter dike. 

Li gor vegotinan, Xwedê bi xwe ferman daye, da ku Demeter û zarokên xwe; li Eleusîsê pereştişgeha Demeter ava bikin.” Serboriyeke Demeter a bi bi Îasîon ê mirov re jî, tê vegotin. Ev serborî, wek nîşana pevşabûna Xwedawend û mirovan tê nîşandan. Piştî vê pevşabûnê, bi navê Plutos; kurekî Demeter jê çêdibe. Plutos, sembola bereket û xenîtîyê ye.

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Sed Çîrokên Mîtolojîk – Ali Gurdilî

Beyî nîşandana çavkaniyê, wergirtina nivîsan qedexe ye.

Bersivekê binivîsin