Dawî...

Destpêk > Manşet > Çima peyva neqenc, yan Azazîl li Êzdiya kirine bar?

Çima peyva neqenc, yan Azazîl li Êzdiya kirine bar?
Parvebike!

Çima peyva neqenc, yan Azazîl li Êzdiya kirine bar? 

Min beriya vê gotarê nivisîbû ku; çima êzdî wê peyvê bikar naynin. Lê ya rast ew peyva beriya îslamê jî hebû. Di ola Zerdeştiyê Ehrîman, di ya Cihûya  de, Azazîl û di Latînî de jî Diaboulûs û di Yewnanî û Spanî de jî weke  Dîabolo tê naskirin. Di Elmanî de Teufel e. Di Kurdî de jî nêzîkî peyva şeyda ye.  Tê wateya dîn û harîtiyê. Lê di vira de qet tu grêdana wê bi Tawisî Melek re nîn e. 

Wateya wê jî ; hêz û giyanê di ser hêz û heyî re, û fêlbaz. Her ol û civakê li gorî xwe şîrove kirin e. Ji mîtolojiya Yewnana kevn bigire, û bi olên Cihûtî, Xiristiyanî û Îslamê  domiya ye heta roje îro. Ango ew peyv, pîvan û nêrîneke di wêje û dirûzê her ol  devokê her civakê de. Li Ewropa weke mirovê bi qiloç û hincik tête naskirin. Yan jî weke cin û pîrebok tête naskirin. Lewma jî li Elmanya gellek kes û jin dihatin kuştin, ew weke “Hekse” ango pîrebok didan naskirin û di şewitandin. 

Di ola Îslamê de, weke kesê ku fermanê Xwedê di haman kêliyê pêkneaniye tê nîşandan. Çendku wî ebadeta Adem nekiriye. Lê di dawiyê de tê pejirandin; Xwedê desthelat û fermandarê her milyaket û zindiye.  Jixwe êzdî jî di heman nêrîn û baweriyê de ne. Xwedayê ku evd, ango Adem û Hewa çêkir, helbet ne ji bo li behiştê bijîn afirandin. Helbet armanc û daxwazek hebû. 

Lê çima ev anîne bi Êzdiya û bi ola êzdîtiyê ve grêdan e? Kê aniye û çima? 

Helbet ev bihatina ola îslamê re hatiye Kurdistanê. Û xwestine bi vê peyvê re Êzdiya û êzdîtiyê ji ser rûyê erdê rakin. Xwestine bi hatina şerîhatê re, hemû hêz, û olên şerîhat ne pejirandine, bînin ser “rêya rast”. Lewma jî kes û welatên li ser rêya wan kelembûn ji holê rakin û ola Îslamê û yasayê wê şerîhatê bikin desthelat. Xwestine, axaftina bi Xwedê re, bikin erebî. Çendku Êzdî bi Xwedayê xwe re xurû bi kurdî diaxifin. Ayîn, Qewl û dirûzê wan tik û tenê bi kurdî ne. 

Lê em dibînin, ne di devoka ereban de, û nejî di ya tirkan de grêdana wê peyvê bi êzdiya re kêm e, yan jî qet nîn e. 

Yên grêdana wê peyvê bi êzdatiyê ve kirine Şêx, Mella, Seyîd, Axa û êlên kurda ne, yê ola îslamê pejirandine. Helbet kurdên ku ola îslamê pejirandine, bûne şervan û desthelatê dewleta îslamê. Lewma jî mirov dikare destpêka BRAKUJIYÊ Kurda di wê serdemê bibîne. Wûsa jî ola eşkere û ola veşartî li vir destpêdike. Axa û Mîrên kurd yên ku ola îslamê pejirandin, dibûn mezin û mîrê dewlata Elî û Osman. Yê ne dipejirandin, dibûn kafir û neqencperest. Kuştina wan wacib û ferz bû, li ser her mominê Ola îslamê. Pêre destê wan “kesk” dibû, ciyê wan li cem Xwedê bilind dibû. Ez hêjî nizanim çawa qesas, komelkuj û zalim ciyê wan li cem Xwedê heye?

Ango di wê peyvê de; êrîşa  hizr,  çand, ziman, û hebûna kurd û grêdan bi dîroka kevnar û reseniya kurd re heye.

Di wê peyvê de jenosîd û tunekirina êzdîtiyê, sêdar, mirin, talan û dagerkerî  heye.

Weke ku li Hecê kevir tê avêtin, xwestine wûsa kevira li êzdiya bibarînin û wan ji ser rêya Ola wan bibin. Êzdî qala heftêûdu fermana dikin, ev kêmin.  Heftêûdu ferman ji Devê guhin, ji deryayê dilopekin.

 Ji bo çi? Û ji bo kê?

Bi wê peyvê re mebest kuştin û bêmafkirina êzdiya ye. Kuştina êzdiya ne ji bo Xwedê ye, çendku Xwedê ew êzdî dane vê cîhanê. Qet têkiliya wê bi ne bi pirtûkên pîroz re heye û nejî bi olê re. Bi kuştina mirovan re Xwedê mezin nabe, berevajî Xwedê biçûk dikin. Yê ew zindî daye Xwedê ye, yê dikuje li dij keramet û  afirandiyê Xwedê ye.

Gellek remz, ji bo ola siyasî hatine bikaranîn. Yê ev bikaranîne, xirabî bi ew remz û nirxên pîroz kirin e. Bi hêviya remzê Olî ji bo kuştin û tunekirina mirov û xwezayê neyên bikaranîn. Bila her nebat bi reng û bêhna  xwe hebe. Her ol û netewe bi ayîn û çanda xwe hebe. Dijberî û rik neyara , evîn û xoşewîstî aştî û bratiyê diafirîn e. 

Newaf Miro

[email protected]

15.01.14

Ger çavkaniya gotarê neyê nîşandan, wergirtina nivîsaran qedexe ye… 


Nûkirina Dawî : 22 Jan 2014 2:23

Şirove

Ji bo vê nivîsê 0 şirove hatine kirin

Şirove bike


Ji bo hun şirove bikin divê hun wekî endam têkevinê.


WEŞANÊN FELSEFEVAN (02) / (PDF)