Çima Kobanî Girîng e?

Çima Kobanî Girîng e?

Gotareke ji nivîsandina Karl Vick bi alîkariya Piotr Zalewski li Surûcê û Michel Crowly li Washington: Ji Kovara TIME – Jimara 3/11/2014.
Wergera ji înglizî bo kurdî: Shahînê Bekirê Soreklî

ÇIMA KOBANÎ GRÎNG E: Bajarokekî li ser sînor dibe sehneya grîng bo sherê li dij Da’ishê

Sehneya sher ji sehneya shanogiriyê bêtir shûneke di nav mij de ye ku sher rast lê diqewimêye. Lê carine weha dibe ku shneyek rast li shûna sher lê cîh digirêye bihêt çêkirin. Dema hêzên amerîkî sal 2001 ketin Afganistanê Tora Bora shûneke weha bû, shûneke bombeberdaneke bêhûde mezin, ku mirovî dikaribî ji hindir mala xwe lê temashe bikira. Û di meha 10meîn de bajarokê nenaskirî yê li ser sînorê Sûriyeyê bû shûna lêtemashekirinê. Nuha ew sehneya sherê Amerîka yê herî nû ye.
Li dû firrîna 10 hefteyan li asîmanê îraqê û meheke ji bombeberdana bi ser beshine ji Sûriyeyê de, sherê serok Barack Obama li dij Da’ishê ne tenê dihat xuyakirin, lê her weha bi heyecanê dagirtî bû. Xelkê ji girên aliyê Tirkiyeyê, hema dora kîlometir û nîvekî wê de, yan li seranserê cîhanê bi rêya televizyonê, lê temashe dikir. Koobanî bû bû giraveke berxwedana li dij cîhadiyên Da’isha ew ji sê aliyan ve dorpêçandî, Da’isha ku li Îraqa hatî hejandin hinek herêm bi dest xistibûn û hindik mabû dewleteke xîlafeta îslamî damezirîne.

Carekê hindik mabû Kobanî bi tevahî têketa dest Da’ishê û çendekên tê de manî bihatana kujtin. Bi tevahî dora 200 000 kes ji wir û ji gundên wê li Tirkiyeyê bû bûn penaber. Lê xweragirtina Kobaniyê çiqa dirêj bike, ew qas jî ders dikarin ji vî sherê bi Da’ishê re bihên bidestxistin, sherê ku dikare bi salan biajo. Li bajarê ku 50 000 danishtvanên xwe hebûn û hema-hema li cîhanê nedihat nasîn du tishtên grîng xwe li holê raber dikirin. Yek, pirsa ka sherekî bi firrokan dikare bêyî hebûna hêzên li ser erdê bihêt qezenckirin, tishtekî ku Obama wek ne mumkin hesibandibû. Ya din, dan-û-stendina bi serêshiyên rojhilatnavîn re, ku aliyê amerîkî, bi encama sherên berê li herêmê hebûne, dîtine; dan-û-stendina bi gulokeke tiji kêshe û berjewendiyên cuda-alî yên hevrikên li herêmê re.

“Mirov diçe kombûneke bi berpirsan re û ew vekirî ji mirovî re dibêjin, ku bi rastî nedizanin çi bikin,” dibêje Hugh Pope, yê ku li Tirkiyeyê û herêmên kurdî ji bo Koma Navneteweyî ya Kirzan di kar de ye. “Gellekî dijwar e mirov li vir encamekê bi rê ve bibe,” dibêje Pope. Û encamên sherên biçûktir (battle) li aliyekî û yên konferensên dîplomatî li aliyê din, dê di siberoja cengê (war) de xwediyên roleke grîng bin.

XETÊN SHER

Kobanî li bakurê Sûriyeyê ye, lê herêmeke bêyî dar ya li bashûrê Tirkiyeyê. Erdê li vî alî ji erdê shîn yê li li kêleka çemê Ferêt, shûna ku Da’ish ji sal 2013 û vir ve lê serkevtî bûye û beshine jê nuha di dest wê de ne cudashêwe ye. Dema çekdarên Da’ishê pêsh shesh hefteyan dest pê kirin gundine Kobaniyê bidin ber bombeyan, shûnên wan ê bikaribûna bi hêsanî ji aliyê pîlotên amerîkî ve bihatana dîtin û lêdan. Lê lêdana firrokî dereng û hêdîkan dest pê kir. Bi gihîshtina 6ê meha 10mîn re Da’ishê êdî ala xwe li ser girekî li kêleka Kobaniyê bi cîh kiribû û çekdarên wê ketibûn beshekî ji Kobaniyê bi xwe. Serokê Tikiyeyê Recep Tayyip Erdogan vekirî cîhan haydar kir: “Kobanî li ketinê ye.” [Hinekan digotin] cîhgirtina qetliyamekê jî mumkin bû. Lê Washington nedixwazt hêrîsha Da’ishê raswestîne. “Çiqa niherîna li rewsha Kobaniyê tirsafer û diltezîn be jî, divêt mirov xwe ragire û amancên stratêjî bide pêsh çavan,” got wezîrê amerîkî yê peywendiyên derve John Kerry di 8ê meha 10emîn de. Bi dîtina wî, grîngiya Kobaniyê têre destpêkirina sherekî mezintir nedikir.

Di heman demê de, xwediyên baweriya ku lêdana firrokî bi serê xwe – bêyî hebûna çekdarên li ser erdê – têre serkevtina li dij cîhadiyan nedikir, rewsha li Kobaniyê wek pishtrastkirineke dîtina xwe didan. Ya rast, Da’ishiyan dest bi tektîkên cuda kiribûn ji bo xweparastina ji lêdanên firrokî, wek jihev-veqetandina serdaran, bikarhanîna otomobîlên neleshgerî û rêkirina çekdaran di nav komên biçûk de. “Ditirsin kombûnên mezin bi rê xin, ji tirsa ku em li wan bidin,” dibêje ceneral Lloyd Austin, serdarê qumandariya hêzên amerîkî.

Lê li Kobaniyê guhertinê dest pê kir. Di 15.10 de bombe êdî ne tenê bi ser xaniyan de diketin, lê her weha bi ser Da’ishiyên bi serê xwe de jî. Shûnên segvanan û reshashên mezintir dihatin lêdan. Du rojan shûn ve ala resh ji ser girê li kêleka bajêr daket û termên miriyên Da’ishê li kolanan bûn. “Adeten, ger dem hebe, em hewl didin terman binax bikin,” dibêje shervanekî Kurd yê bi navê Muhemmed bi rêya mobîlfonê ji Kobaniyê.

Bombeyên amerîkî rewsh dan guherandin, lê bi alîkariya hindirîn. Shervanên Kurd shûnên çekdarên Da’ishê bi rêya mobîlfonê derbas navendeke li Hewlêrê dikirin. Li wir leshgerên amerîkî û Kurdên Îraqê di kar de ne. Ew jî shûnên lêdanê li Kobaniyê derbas pîlotên koalisyonê dikin. Vê shêweyê shûna hêzên amerîkî, ku adeten amancên lêdanê bi awayên hîn zelaltir derbas pîlotan dikirin, girtibû, lê encam dihatin bidestxistin. Berpirsên amerîkî texmîn dikin ku bi sedan ji Da’ishiyan di sherê mehekê de li Kobaniyê hatine kujtin. Lê Da’isha ku texmîn dihêt kirin 30 000 çekdarên xwe hebin amade ye bêtir ji qurbanan bide. Bo wê ji amancên stratêjî bêtir Kobanî bûye mijareke serbilindiyê. Serdarên rêxistinê amadebûna xwe raber dikine ku bêtir ji shervanên zindî têxînin shûna yên mirî.

Ev ji bo ceneralê amerîkî yê berpirs guncav e. “Bi domandina rêkirina çekdarên xwe bo Kobaniyê, ew [Da’ish] fersendê bo min pêshkêsh dike [ku jimara çekdarên wê kêmtir bikim]. Çiqa li wir ji wan bikujim, weqa hindiktir dibin yên ku dê li shûneke din bi wan re sher bikim.”

Bi saya lêdana firrokî sehneya sher ya li Kobaniyê bo Da’ishê dijwartir dibêye. Bi encama grîngtirbûna sherê li Kobaniyê bo Amerîka, shûna ku berê wek negrîng hatibû hesibandin, firrokên amerîkî C130 Hercules roja 20.10 çek û zexîreya leshgerî û derman bi ser çekdarên kurd de berdan. Shûnbilindekî karbidestiya amerîkî dibêje, “Çiqa dijmin wî bajarî bêtir bixwaze, ew qas jî bêtir amancên lêdanê dide me, ew qas jî bêtir hêz û enerjiya xwe terxan dike û rêya lêdanê bo me hêsantir dike.”

MINAWEREYÊN SIYASÎ

Çiqa sherê li holê tirsafer û xemafer be jî, qe nebe ta radeyekê piçekî ji çavan ve dixewine, lê ne dîmena siyasî ya li vî beshê cîhanê.  Em ji Tirkiyeyê dest pê bikin. Wek hevalbendeke DYA û endameke NATO Tirkiye li dij Da’ish e. Lê bi dirêjiya dema sherê Kobaniyê tankên wê sînor derbas nekirin. Tirkiye rê dide firrîna firrokên [amerîkî] yên tehqîbkirinê ji Incirlikê, lê ne firrokên lêdanê. Ev shêweya dualî neynika wê tehlûkeyê ye ku dikare li pêsh stratêjiya Obama bibe asteng. “Tirkiye bi dan-û-stendina nehênî [sirrî] ya bi Amerîka re ne xirab bûye [jê natirse], lê hevkariya vekirî dikare tehlûke be ji bo wê,” dibêje karmendê Koma Navneteweyî ya Kirîzan Pope. Bi taybetî derbarê Da’ishê de, sempatiyeke sunnî li Rojhilatê Navîn bi wê re heye, ku dikare wek pishtgiriyeke pasîv [ne rasterast] bihêt hesibandin.

Tirkiye jî wek endamên din yên yên ji vê herêmê di nav koalisyona sist ya amerkî de ye, wek Urdunê, Erebistana Se’ûdî û Yeketiye Emîretên Erebî. Ew jî ji rewsha xwe ya hindirîn bi tirs e. Van her sê welatên din kiralî ne û bi kêsheya Sunniyan û Shî’îyan ve e’eleqedar in, di wê demê de ku recîma sûrî ya Beshar el-Esed, ku Îran pishtgiriya wê dike, di nav kampa shî’î de ye. Berpirsekî dewleteke erebî dibêje, “Di nav koalisyona bi Amerîka re du alî hene, aliyekî ku dawîdana recîma Esed dixwaze û aliyekî ku meraqê tenê li têkoshana li dij tehlûkeya tundrêbûnê dike. Karê dijwar ji bo karbidestiya amerîkî ew e ka çawa van her du aliyên kolaisyonê bi hev de bihêle.”

Amanca Tirkiyeyê zelal e: berê dawiya recîma Esed bihîne. Û mijara Kurdan kêsheyê mezintir dike. Komeke etnîk ya ji 30 milyon endaman e, ku ji mêj ve merqaê li dewleta xwe dike. Lê birêxistina Kurdistaneke mezin dê beshên mezin ji dewletên Kurd nuha lê ne, ji Îraqê, Îranê, Sûriyeyê, û ji hemiyan bêtir ji Tirkiyeyê, shûna ku 15 milyon Kurd lê cîhwar in, veqetîne.

Peywendiyên Tirkiyeyê bi Kurdên Îraqê re bash in, ew ji hukûmeta wan ya xwebirêvebir petrolê dikire. Lê peywendiyên bi Kurdên Tirkiyeyê û yên Sûriyeyê re ne weqa bash in. Gellek ji wan bi Partiya Kerkerên Kurdistanê, PKK, re ne, ku 30 salan bi Tirkiyeyê re di nav sher de bûye. Amanca destpêkê ya wî sherî serxwebûna dewleteke kurdî bû, lê di van demên dawîn de daxwaz bû dayîna mafên komên kêmtirjimar, tishtê ku hîsht Erdogan beshdare guft-û-goyên ceddî bo ashtiyê bibe. Lê sherê Kobaniyê bandor li wê mijarê jî kir. Erdogan PKK û Da’ishê wek rêxistinên terorkar bi nav dike û daxwaza amerîkî ku alîkariya Kurdên li Kobaniyê sher dikine bike nepejirand. “Divêt Amerîka tishtekî weha ji me çaverê neke, û em nikarin tishtekî weha bikin,” got Erdogan ji rojnamevanan re. Roja 13/10/2014 firrokên hêzên tirkî li hinek shûnên PKK yên di nav Tirkiyeyê de jî dan. Ji ber pirsa PKK Tirkiye naxwaze derbarê sherê Kobaniyê de alîgir be. Lê di bin zexta amerîkî de pejirand Kurdên îraqê bo pishtgiriya shervanên Kurd derbas Kobaniyê bibin.

Û ev pirsiyar jî dihêt holê: çima sherê li dij Da’ish, ger Da’ish sherê recîma Esed dikêye, di wê demê de ku Washington jî li dij recîma Esed e? Bersîva berpirsên amerîkî di nav peyvekê de ye: Îraq. “Îraq amanca tenê ya têkoshana me ye, û divêt weha bêt,” dibêje Ceneral Austin. Dibêje, “Tishtên em li Sûriyeyê dikine di radeya yekemîn de ji bo bandorkirina li rewsha Îraqê ne.”

Têkçûna siyaseta îraqî di bin giraniya karbidestiya hukûmeta Nûrî el-Malikî de bû, karbidestiya ku Shî’î tê de serperesht bûn, û ev bû sedema têkçûna hêzên îraqî, tishtê ku hîsht Da’ish li wî welatî pêsh ve biçe. Lêdana firrokî ya ligor stratêjiya amerîkî ji bo kirîna demê ye, dema ji bo lihevhatineke shî’î-sunnî di nav hukûmeteke îraqî de pêwîst, bi amanca ku sunniyên Îraqê li dij hukûmeta Bexdadê sher nekin.

Ji bo nuha Kobanî wek sehneya berxwedana li dij Da’ishê li ser sehneyên televizyonê yên CNN û BBC dimîne. Lê di sherê li dij Da’ishê de, heta di dema gurrbûna sher li ser sînorê di navbera Sûriyeyê û Tirkiyeyê de, guhertineke bi giraniyeke grîngtir li Bexdadê cîh girt. Roja 18.10 siyasetmedarekî sunnî bû wezîrê berxwedana îraqê û milîtanekî shî’î bû wezîrê kar-û-barên hindirîn. Bijartina wan li pash perdeyan û ji kamêrayên televizyonê dûr cîh girt. Sherê nuha berdewam jî dikare bi encama lihevkirinên weha bihêt qezenckirin. 

Çavkanî: Ji rûpela mamoste Shahînê Bekirê Soreklî hatiye wergirtin.

Bersivekê binivîsin