Çima Felsefe? Felsefe Bi Kêrî Çi Tê?

Çima Felsefe?  Felsefe Bi Kêrî Çi Tê?

Çima Felsefe?  Felsefe Bi Kêrî Çi Tê? 

Ji serdemên berê zêdetir, em îro bi pirsgirêka wateyê re rûbirû ne. Em di serdemeke wiha de dijîn ku, pirraniya mirovan bê ked û şixûl, dixwazin ku bibin xwediyê gelek tiştan. 

Di demeka wiha de pirsên wek: “Em kê ne?”, “Wate û armanca jiyana me, çî ye gelo?”, “Di nav hewqas zanayiyan de, gelo çiqasê zanayiyên me rast in?”, “Rastiya zanayiyên me ji kû derê têtin?”, “Gelo em heta çî radeyî serbest in?”, “Gelo rast e ku modela herî baş demokrasî ye?”, “Gelo, zagon ji bo hemû mirovan wekhev têne xebitandin?” û hwd. bi girîngiyeke mezin li hemberî me radiwestin û li benda bersivandinê ne. 

Tiştekî berbiçav e ku rêya herî baş ya bersivandina van pirsan (pirsgirêkan), felsefe ye. Mixabin hûrlênêrîna fîlozofan, carinan dikare çavê xwendevanên felsefeyê bitirsîne û wan ji felsefeyê dûr bike. Lê di dawiyê de mirov dikare bibêje ku ew zewqa ramanî, hêjayê wê ked û xebatê ye. 

Carinan jî, em dibînin ku hinek mirov ji felsefeyê xwe sar dikin û jê dûr dibin. Bersivên felsefeyê, tu carê ne amade ne û tu modeleka jiyanê ya ku felsefeyê ji mirovan re amade kiriye jî tune. Felsefe wê tu carê nekeve nava hewl daneka bi vî rengî. 

Berevajiya vê yekê, felsefe dixwaze ku mirov bi xwe, li ser jiyana xwe bifikirin û lê hûr bibin. Nexwe, jiyaneka ku lê hatiye pirsîn (ku Sokrates dibêje: Jiyaneka bêlêpirsîn, ne hêjayê vejiyînê ye) û bêrawestan ber bi başiyê ve çûbûn, fêrbûna fikirînê û bi pirsgirêkên felsefî re mijûlbûn, mirov dikare bibêje ku wê hejahiya felsefeyê zêdetir bike… 

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Di Sed Pirsan De Danasîna Felsefeyê – Ali Gurdilî