Çima felsefe?

Çima felsefe?

Tewfîk Bayram: Çima felsefe?

Çima felsefe?

Felsefe çi ye?

Pirs e?

Pirs ji bo çi? 

Ji bo zanînê?

Zanîna çi?

Zanîna gerdûnê?

Zanîna tebîetê?

Zanîna mirovatiyê?

Zanîna mirovî?

Zanîna “xwe”?

“Xwe”?

“Xwe” çi ye?

Ez kî me?

Laş û gewde û bedena xwe me?

Mejiyê xwe me?

Fikrên xwe me?

An jî ruhê xwe me?

An jî hestên xwe?

Baweriya xwe?

Netewa xwe?

Bersiv?

Bersivê nizanî? 

Lê çi?

Gelo ez ez im?

Ez çiqas ez im?

Fikra min ya min e?

Ez ez im an derdora xwe me?

Ez ez im an partiya xwe me?

Ez ez im an serokê xwe me?

Gelo rastiya min çi ye?

Gelo çima tikes fikra min napirse?

Çima tikes napirse “tu kî yî”?

Çima tikes napirse “tu çi dixwazî”?

Gelo çima dinya dibêje hişş?

Gelo çima dijminê min dibêje hişş?

Erê gelo çima dostê min dibêje hişş?

Serokê min?

Partiya min?

Serokê min ji ber min ve difikire?

Partiya min ji ber min ve difikire?

Derdora min ji ber min ve difikire?

Ê ez? Ez jî tiştekê nebêjim?

Nebêjim min berdin?

Nebêjim li zozanên Fereşînê xwe dirêj bikim?

Nebêjim şevekê li ser banekê seyra stêrkan bikim?

Nebêjim li behra Wanê melevaniyê bikim?

Nebêjim çaya şivanekê vexwim?

Nebêjim bi Kirmanciya reş çend nameyên evînî binivîsim?

Nebêjim bi ala xwe yarîgehan rengîn bikim?

Nebêjim zarokên xwe bi “xezalok û delalok”an mezin bikim?

Lê çi bêjim? Çima kes min nabîne?

Kî me ez?

Kurd im?

Kurdîtî çî ye?

Mirin e?

Girî ye?

Malxirabî ye?

Siyaset e?

Slogan in?

Partî ne?

Serok in?

Çi ye?

Ne Dîcle û Ferat e?

Ne Cûdî û Agirî ye?

Ne minareya çarling e?

Ne geliyê Elî Beg e?

Ne gundên Hewramanê ne?

Ne zeytûnên Efrînê ne?

Ne çiya û zozan in?

Ne şal û şapik in?

Ne fîstanên Şirnexî ne?

Ne nanê tenûrê ye?

Ne kutilk in?

Ne dengbêjên Serhediyan in?

Ne henekên Amûdiyan in?

Ne Mem û Zîn e?

Ne Mihemed Arif e?

Ne çîrokbêj û stranbêj in?

Ne Soranî û Kirmancî ye?

Ne Zazakî û Hewramî ye?

Çi ye ev Kurdîtî?

Çima min wesa dizanî?

Çima kes ji min napirse?

Çi me ez?

Kî me?

Nepirsim?

Nepirsim?

Nepirsim?

Nexwe felsefe lazim e?

Nexwe felsefe ne lazim e?

05.03.2016 

Bersivekê binivîsin