Cîhekî Nepenî; Asîman

Cîhekî Nepenî; Asîman

CÎHEKÎ NEPENÎ; ASÎMAN

     Awê ku tê zanîn baran ji asîmana tê xwarê. Tav li asîmana ye û bi rohnî ya xwe me xenî dike û dîsa bi tîrêjên xwe me germ dike. Heyv û stêrk û gerestêrk li asîmana ne û bişev heyv bi rohnî ya xwe ser rûyê erdê rohnî dike. Ba û bager û berf û zîpik û şelape û teqerek a ewr û ezman, şîrqîna brûskan û hwd. Hemû bûyerên meteorolojîk her çikas di seqa(atmosfe) yê de biqewimin jî hatina van ji asîmana tê pejirandin. Em dikarin bibêjin ku hemû kanên jiyanê ji asîman tên. Ji ber vî jî dibê bi teqezî Xwedê li jor be.

     Belê li gor mirovên berê -ku vana kesên hoveber û seretayî tên binavkirin- Xwedê li jor yanî li asîmana ye. Lewra ti kesekî semedê van bûyerên ku li asîmana diqewimîn nizanbû. Wê demê ji ber bêderfêtî û kêmasiya alavên teknîkî, van hemû tişta wekî nehênî û nepeniyeke mezin  xuya dikir. Lê bi derbasbûna sedan salan, bi pêşveçûna  ilm û zanistê, bi afirandina alavên zanistî û teknîkî û di heman demê de jî lêkolînê kûr û berfireh ê li ser gerdûn û asîmana van raza ji holê rakir û di derheqê asîman de em bû xwedî agah û hin zanista.

     Di roja me de jî hin kes hene ku wekî wan mirovên berê bawer dikin ku hê dibêjin Xwedê li jor e. Bi piranî jî mirovên oldar xwedî vê fikrê ne. Hetanî li gor Xiristiyana Xwedê li asîmana ye û piştî ku Îsa pêxember dimre Xwedê wî ji nû ve sax dike û wî dibe ba xwe yanî wî dibe asîmana û wî li kêleka xwe ya rastê dide rûniştandin. Li gor baweriya Wehabiya jî Xwedê li asîmana ye lê vêca di şûna Îsa pêxember de Muhammed pêxember li rasta wî rûdine. Digel dînê Îslamê vê baweriyê napejirîne jî pirî şopîner û bawermendê dînê Îslamê bawer dikin ku Xwedê li asîmana ye. Lê li gor felsefe ya Îslamê “Xwedê ji şûn û cîh munezzeh(arî) e.

     Gava ku em li hinek dînê li ser rûyê erdê dinêrin –çi  ê asîmanî(semavî) û çi jî ev ê din- em dibînin ku di piriya de cîsmên wekî tav, ewr, stêrk, gerestêrk, heyv û hwd pîroz tên hesibandin yan jî cîhekî pir girîng digirin di wî dînê de.

     Dema ku em li nav me Kurda jî dinêrin em leqayê vê bawerî ya ku dibên Xwedê li asîmana ye tên. Lewra di jiyana rojane de ez pirî cara van hevoka dibihîsim:

  • Hey bêwijdanê bêwijdan! Xwedê li seriya te ye. Qey ti ji wî jî natirsî?
  • A bi Xweda yê seriya xwe bikim…
  • Çov ê Xwedê tuneye ku ji jor de daxe.
  • Hey Xwedê te bistîne jorê ba xwe.

     Ji xeynî van jî dema ku em zarok bûn  ji me tirêqê dilopên baranê hêstirên Xwedê ne. Me digot dema Xwedê digirî ewçax hêstirên wî bi ser me de dibarin û tên xwarê. Ji ber vî jî ji me tirêqê Xwedê li jor e. 

Emre MÛHARGÎNΠ

21.07.2016 

Bersivekê binivîsin