Cîhana Nenas Ya Rîwekên Goştxwer

Cîhana Nenas Ya Rîwekên Goştxwer

Cîhana Nenas Ya Rîwekên Goştxwer

Riwekên bêdest, bêling û bêdev ên ku mêşan digirin. Riwekên masîxwer, bi saya dafikên xwe zikê xwe têr dikin. Ev celeb riwek (dirext) bi saya teknîkên xwe ên nêçîrîyê ên taybet, jiyana xwe didomînin. Hindek zanayî ji cîhana van riwekên nenas… 

Cihana Nenas Ya Riwekên Goştxwer… 

Endezyaran ji pelên (belgên) riweka mêşxwer (Dionaea muscipula) yên ku bi saniyan tên dadan îlhamê girtin û mîkrolensên ku gelekî zû şekil diguherînin îcad kirin. 

Li gor daxuyaniya Zaningeha Massachusettsê, bi saya vê teknolojiya nû wê lembeyên trafîqê ên ku li gor şewq û germahîyê têne guherîn û boyaxên ku rengê xwe diguherînin, wê bikaribin werin hilberandin. Riwekamêşxwer (Dionaea muscipula) xwediyê pelên şkevk (çanax) e û goştxwer e. 

Nektareke çêjdar (tehmdar) avzê dike û heywan jî xwe berdidin nav pelên wê ên şkevkî. Pelên riwekamêşxwer dema ku heywanekî/ê li ser pelên xwe hîs dike, zû bi zû têne dadan. 

Mêşên ku di sanîyeyekî de 200 caran baskên xwe dadiweşînin û xwedîyê qabiliyeteka tekuz ya livdarî ne jî, nikarin xwe ji pelên riweka mêşxwer xilas bikin. Ê baş e lemlateyên (qasên) mêşxwerê tune nin û ew çawa dikare wiha pelên xwe zû bi zû dade? 

Ev pirs, demeka dirêj e ku li eqlê zanyaran zeliqî ye. Ji Zaningeha Harvardê Prof. Lakshminarayanan Mahadevan û hemkarên wî, kêm be jî vê razê (sirê) derxistin holê. Li, gor daneyên ku lêkolîneran bi dest xistine; riwek dema ku bi mûyên xwe heyîneke biyanî hîs dike, avê hildikişîne şaneyên (hucreyên) xwe ên li derve. 

Şaneyên li derve dirêj dibin, lê ên hindurîn naguherin. Ev bûyer wiha dike ku pestoyek (basinç) derbikeve holê. Pel ji ber avahiya xwe, ji nîşkave xwe ditewîne û tê dadan. Di encamê de kêzok di navberê de girtî dimîne. 

Ji bilî riweka mêşxwer, gelek riwekên din ên goştxwer hene. Ev celeb riwek (dirext) axlebê, li axên ku ji hêla adanê (besînê) ve qels in dijîn û xwe bi heywanên biçûk ên wekî kêzokan xwedî dikin. Nepenthes jî riwekek goştxwer e, nava wê bi ava dehanê (sîndirim) tijî ye û xwediyê dafikên ku dişibin surehîyê ye. 

Kêzokên ku ji zemîna wê ya şemitokî dişemitin, di nav ava wê de difetisin. Ew kêzokên ku bi diwaran ve hildikişin, serberjêr diçin û xwediyê neynukên taybet in jî, nikarin xwe li ser pelên wê ên şemitokî bigirin. 

Lingê kêzokan, gelekî bala zanyaran dikşîne. Beriya demekî Enstituya Max Planck, koma xebatê ya Stanislav Gorbê, daxuyaniyeke dan û eşekere kirin ku “bantekî bihêz” îcad kirine. Mûyên binê lingên morîstangan (mîroyan) ji xwe re wek mînak girtine û vê banta ku dikare gelek caran were şuştin û bikaranîn, hilberandine. 

Pisporê morîstangan Prof. Bert Holldobler û hemkarên wî, ji bo ku fêhm bikin ka morîstang çawa li ser pelên şemitok ên riwekan bi rê ve diçin, li ser morîstangên honanker (Oecophylla) hinek deneyan pêk anîn. 

Morîstanga honanker, ji giraniya xwe 100 caran girantir dikare giraniyeke hilgire û xwe ji ser camekî serberjêr berde xwarê. Lê derveyê Nepenthesê ê şemitokî, lingên vê morîstangê jî dişemitîne. 

Riweka Nepenthesê,xwediyê dafikên avî ê dehanê ne û kêzokên ku dişemitin, terayê nava vê avê dibin. Lêkolîneran ji % 90 avê li vê ava dehanê (ava sîndirîmê) zêde kirin û destnîşankirin ku bi vî rengî jî, ev av di demeka gelekî kurt de xwe li hemû laşê kêzokan radipêçe û wiha dike ku kêzok qet nikarin bilepitin. Stanislav Gorb, beriya çend salan li ser riweka Nepenthesê beşdarê lêkolîneke bû. 

Li gor vê lêkolîna ku di The Journal Of Experimentalê de hat weşandin; hindurê Nepenthesê, ji du tebeqeyên rûkirî ye, ku ev made dişibe mûmê. Tebeqeya jorîn, xwe li lingên kêzokê radipêçe ku xwediyê perçeyên mikrosqopîk in. Tebeqeya jêrîn jî, wiha dike ku kêzik nema dikare xwe bi derekê ve bipêçe.

Nuçe: Selcen Pirge/Kovara Atlas- Rêbendan 2008 

Werger: Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com 

Bersivekê binivîsin