Cîhan Yildirim: Pêdiviya me çima bi felsefeyê heye?

Cîhan Yildirim: Pêdiviya me çima bi felsefeyê heye?

Cîhan Yildirim: Pêdiviya me çima bi felsefeyê heye? 

Felsefe, çalakîyeke rewşenbîrî ye û em dikarin bibêjin dîsiplînek e. Felsefe, perçeyekî mirov e. Felsefe, berî her tiştî mirov hînê fikra dîsiplînê dike, çimkî di felsefeyê de pirs hene. Tiştê ku li derdorê mirov dibe, wek mamosteyek bi çavekî rexneyî hîn dike. Felsefe, mirov ji çavbirçitî û bawerîya vala xilas dike, paqij dike.

Felsefe li ser du qonaxan hatiye avakirin. Qonaxa yekem disîplînê ya pêşsokratî ye. Di vê qonaxê de gellek ramanwerên hene, fikrên wan û dibistanên wan bingehê felsefeyê amade kiriye. Ramanwerên di vê qonaxê  de (Heidegger, Arîstotales, Herakleitos,…)  tiştên ku ji aliyê wan ve hatiye minaqeşekirin bûne bingehên felsefeyê.

Qonaxa duyem de ya girîng metodê hînkirinê ye û li vir îqnakirin girîng e. Felsefe ne zanisteke, rê û rêbazên felsefeyê hertim aqil bûye û mantiq bûye. Felsefe bi têgeha metafîzîkî û gotinê vala re mijûl nabe. Tiştên ku aqil û mantiqê mirov qebûl nake, felsefe jî vê yekê qebûl nake. Hasilê, em dikarin bibêjin felsefe lokomotîfa ramanên civakê ye. Felsefe hertim pêwîst e, lê ji bo kurda bêtir pêwist e.

Cîhan Yildirim

10.03.2016 

Cîhan Yildirim, di sala1972an de li Misircê (Kurtalan) hatiye dinyayê, dibistana seretayî, navîn û lîseyê li Misircê xwendiye. Di sala 1996an de Zanîngeha Dîcleyê Beşa Mamostetîyê, Zimanê Fransizî ya Fakûlteya Perwerdehiyê kuta kiriye. Di heman salê de, li Amedê dest bi mamostetîyê kiriye. Niha jî li Amadê karê mamostetîyê didomîne.

Bersivekê binivîsin