Dawî...
Cewher
Parvebike!

Cewher

Wateya peyva cewherê rasteqîniya ku piştgiriya lêkerên guhêrbar dike, a ku xwe bi xwe tê meydanê û di xwe de ye, ye. Bi gotineke din meriv dikare bibêje ku a ku ne di kirdeyê de ye, a ku bi awayekî serbixwe di xwe de heye ye. John Locke’yê ramangirê ingilîz, ji bo peyva substantia’yê ku di zimanê latinî de di wateya ‘ya ku di binî de ye, a ku bingeh e’  wuha dibêje: ‘Em têginagihêjin wesfên (çawanî) ku bi serê xwe hebûna xwe didomînin û bi awayekî bêgav, em wuha difikirin ku divê hinek tiştên din yên ku palpiştiya wan dikin jî hebin.

Herweha dîsa em wuha dipên û difikirin ku ev tiştê piştgir, di nesneyên din de jî heye. Vaye em ji vê wesfa hevpar re, dibêjin cewher.’ Rene Descartes jî wuha dibêje: ‘Dema ez li cewherê difikirim, ez li tiştekî wuha difikirim ku ji bo hebûnatiyê pêdiviya wî bi tişteke din tune.

Heke em eşkere bibêjin, divê em bibêjin ku bi tenê Xweda wuha ye.’ Baruch Spînoza jî dibêje; ‘ez ji têgeha cewherê, fahma heyîna ku ji ber xwe ve çêdibe û weke xwe ye dikim. Ji bo pêkhatina vê têgehê jî, pêdivî bi têgeheke din tune.’ Lêbelê zanist, hebûna tişteke naguhêr napejirîne. Ligel vê yekê hinek teoriyên nûjen dibêjin ku heyîn ji kuarkan pêk tên ku madeyên hevpar û naguhêr in. Di felsefeya diyalektîk de cewher, made (mather, matière, madde) ye.

ing: substance

fr: substance

tr: töz

Ali Gurdilî

[email protected]

06.11.2015

Çavkanî: Ferhenga Felsefeyê – Ali Gurdilî        

Heke çavkanî neyê nîşandan, wergirtina nivîsan qedexe ye. 


Nûkirina Dawî : 06 Nov 2015 1:48

Şirove

Ji bo vê nivîsê 0 şirove hatine kirin

Şirove bike


Ji bo hun şirove bikin divê hun wekî endam têkevinê.


WEŞANÊN FELSEFEVAN (02) / (PDF)