Çend Pirsgirêkên Budîzma Kevin

Çend Pirsgirêkên Budîzma Kevin

Çend Pirsgirêkên Budîzma Kevin                  

Hindek nivîskarên hemdem yên ku li ser Budîzmê rawestiya ne û di vê navberê de hindek zanyarên navdar, ku mirov dikare ji desthilatiya wan gumanê bike; di warê girêdaniyên çînî de, gihêjtine çend encamên hevnegirtî. Hindekan, wek lehengekî bindestan li Gautama mêze kirine, hindekan jî bi sedema ku “ guh nedaye jêr û hêjaran û zêdetir nêzîkê ader û dewlemendan bûye, ”  rexne lê kirine. Armanca me ya di vî warî de ew e ku, em dixwazin sedemên van nakokiyan nîşan bidin, ku di rastiya xwe de ev nakokî jî, ji kêmzanayiyên nivîskaran têtin. 

Li berhemên MORGAN hûr bûne û li ser têgeha KOMÛNÎZMA HOVEBER ne sekinî ne, an jî pê nizanin. Ji ber vê yekê, di vî warî de angaşta me ew e ku, em dibêjin hege zanyarên me qîma xwe bi xebatekê êdî tevdeyî bînin û li ser bingeheke wiha xebatên xwe bidomînin, wê demê wê zanayiyên kevin jî, çêtir werin ronîkirin. Ev yek tê wê wateyê ku, bi vê yekê re wê ew azînenasiya (metodolojiya) kevnoşopî, di ber çavan de cardin were derbas kirin. Di vir de wê em ê bi awayekî giştî, li ser rawestin. Ev nêzîktêdayîn, dibe ku wek pêşnûmayeke an jî, wek nêrînek hêsan were dîtin. Lê di vê derê de armanca me ne ew e ku, di warê pirsgirêka Budîzma kevin de em xwe bigihêjînin encameke mîsoger an naguher. Armanc ew e ku, em vê pirsgirêkê bidin nasandin û pêşniyara nêzîktêdayîneke nû bikin. 

NÛSAZÎPARÊZÊ (REFORMPARÊZÊ) SIYASΠ

Di destpêkê de wê em ê li ser encamên nakok, ku zanyarên hemdem wan bi dest xistibûn rawestin. Hindek dibêjin, “ Gautama ji bo belengazan têkoşiya ye û wan çînên xwedîîmtîyaz, jêr dîtiye. ” û bi vê dîtina xwe re jî, wî wek nûsazîparêzekî siyasî û serkeftî, dipejirînin. 

Yên ku vê yekê diparêzin, van delîlên li jêrê derdixin pêşiya me:

“Çemên mezin ” dibêje, ew mirovê gewre di pirtûkên pîroz yên Budîzmê de: “ Gelî Tilmizan! Hejmara wan çixa pir be bila be, GANJ, YAMUNA, ACİRAVATÎ, SARABHU û MAHÎ, dema ku digihêjin okyanosa mezin, ew hemû nav û nîjadên xwe yên berê winda dikin û bi tenê, navê okyanosa mezin distînin. 

Gelî Tilmizên min! 

Va ye wekî vê yekê, ev çar qast (kast) jî; ADER, BRAHMAN, VAÎSYAN û SUDRA jî, dema ku li gor yasaya rêçikê malên xwe diterikînin û ber bi bêwarîtiyê ve diçin, wê demê nav û girêdaniyên xwe winda dikin û bi tenê, navekî distînin. ŞOPGERÊN LAWÊ MALA SAKYA, YÊN DERDKÊŞ.’ 

Pirtûkên pîroz yên Budîzmê, behsa gotûbêjeke Gautama Buddha û Qral Ajatasatru dikin, ku li gor van pirtûkan; ev gotûbêj, li ber qincên zer yên rêçikê û di babeta wekheviya qral û koleyekî de derbas bûye. 

Gautama ji Qral dipirse: 

Hege koleyekî qral an qerwaşeka wî, hewramiya zer li xwe wergire û wek keşeyekî/ kê derkeve pêşiya te; beyî ku tu poşman bibî, wê tu jêre bikaribi bibêjî: “Bila ew dîsa koleyê min bimîne, li hemberê min li şipya raweste, bila bitewe û hemû jiyana xwe ji bo bicîanînên xwestek û fermanên min derbas bike? ” 

Qral, wî wiha dibersivîne: “Na ezbenî, (wê demê) wê ez ê li hember wî/ wê xwe bitewînim û wê ez ê jêre bibêjim fermo tu rûnê û wê ez ê hemû pêdiviyên wî; çî cil bin, xwarin be, xanî an derman bin, wê ez ê jêre peyda bikim û çî pêwîst be, wê ez ê pêk bînim. ” 

Tê gotin ku, Buddha hemû jiyana xwe ji bo halxweşiya mirovan, ji bo xêr, dilşadî û halxweşiya Xwedê û mirovan, derbas kiriye. Ev yek, di rêçika Budîst de sedemê xwedîbandûrbûna hindek mirovên “ kokdarên nefsbiçûk ” şirove dike. 

Piştî Gautama Buddha, UPALÎ wek otorîteyekî hate dewsa wî, ku berê bi tenê kurkerek bû. 

SANÎTA pukkusayek, SATÎ kurê masîvanekî û NANDA jî, gavan bû. PANTHAKA, ji zewaca koleyek û jinakê ku endamê qasteke jôrî bû, hatibû dinyayê.

 CAPA, kurê nêçîrvanekî gakovîyan bû. PUNNA û PUNNÎKA jî, keçên koleyan bûn û SUBHA jî, keça hesinkarekî bû.

Mînakên RYHS DAVÎDS ev in û ew dibêje ku, mirov dikare vê navnîşê dirêjtir jî bike. 

Di dawiyê de mirov dikare bibêje ku, endamên rêçikê ji sedî heştûnîv ( 8,5 % ) ji asûneke jêr a civakî têtin. 

NÊRÎNA DIJRABER

 Di derheqê Budîzma kevin de awayê nêrîna hindek hindek zanyarên pispor wiha ye. Hindek jî, bi tundî wî lome dikin. 

Nivîskar OLDENBERG wiha dibêje: “Hege kesek rabe û di Budîzmê de behsa hêmanek demokratîk bike, wê demê peywist e ji bîra neke ku ev rêxistina biratiyê, di riya nûsazîkirina  jiyana neteweyî de ji hemû têgihînan, ji damezrandina qraltîyeka îdeal a dinyayî û ji hemû nasyonên ku, li ser bingeha utopyaya olî hatine bicîhkirin, dûr e. 

Li Hîndîstanê tu nîşaneka serobinbûna civakî tune bû. Ji bo parastina mafê bindestan, hewqas biyanîbû ku, dev ji dewlet û civakê berdin; bila ew li alîyekî bimînin, bi wesfên keşîşên oldar ku, destê xwe ji dinayê kişandibûn, get nebû gelo nikaribûn destê xwe biavêtana xof û pirsgirêkên bindestan? 

Li ber çavê wî, tu qîmeta qastan tune. Lewra e wî, destê xwe ji hemû tiştên dinyayê kişandiye. Nayê aqlê wî ku, bandora xwe ji bo alîkariya belengazan an jî, nêrmkirina yasayên qastan bikar bîne. ” 

Ji bo peyîtandina ramanên xwe jî, van delîlên li jêre pêşkêş dikin:

“Piraniya serpereştên vê rêçikê, ji beşên rêzdar û girêgiran pêk dihat.” 

Wek ku OLDENBERG jî nîşanê me daye: 

Li vê dinyayê, yên ku vê îmanê yekemîn car pejirandine; TAPUSSA Û BHALLİKA, bazirgan bûn. Piştra, li pey weaza Benaresê, hejmara bawermendan zêde bû. Mirîdê duyemîn jî, YASA ê kurê dewlemendekî Benaresî bû. Dê û bavê wî û heta jina wî jî, piştî guhdarkirina weazên Gautama Buddha, vê baweriyê pejirandin û bûne xizmetkarên keşîşxaneyê. 

Lê piştî ku Buddha li Uruvelayê li pey hev gelek behîtan (mucîzeyan) nîşan dide, (ku behîta yekemîn, têkbirina mar- qralekî ye) ji malbata Kasapsan, ji hezaran zêdetir Brahmaniyan ji bo beşdarbûna rêçikê razî dike. 

“Di qeydên Budîst de hemû kurteçîrokên ihtidayê” dibêje OLDENBERG: “ Kêm zêde, dişibin vê kurteçîrokê. ” 

Buddha, ji Uruvelayê bi dehhezaran Brahmîn û Magedhayîyan re hate Rajagrihayê, ku Qral Binbisar li vê derê li Buddha guhdar kiribû û xwe “ ladînê ” keşîşxaneya Budîst îlan kiribû. 

Li gor veguhastinên kevneşopiyan: Tilmizên Sanjaya, ku kurê malbateke Brahmîn bû; Sarîputta û Moggallana, lîbasên zer li wê derê wergirtine. Ev mînak, mînakên beşdarên pêşîn in ku, hemû jî bazirgan an jî, qral bûn. 

Digel vê yekê, mirov dikare li gorî nêrîna Oldenberg bibêje ku li herêma Magathayê “ Ew gelê ku li kolanên paytextê welêt gotegotan belav dikin, ”  helwesta xwe nîşan dane û veguhastine.

‘Di wê demê de li herêma Magadhayê, gelek xortên bijarte ji bo ku bikaribin jiyaneke pak bijîn, beşdarê Buddha bûbûn. ” 

Gel, ji vê yekê ne razî bû û himiniyên hêrsbûyî, bilind dibûn.

“Gautamayê çîlekêş, bêzarokiyê anî, çîlekêşê Gautama bîtîyê ( jinebîtî ) anî, Gautama hilweşana malbatan anî û hwd. ”

Bê guman ev yek ne ew şêwaz bû ku, ji bo serokekî raperîna gel dihate bikar anîn. 

Hê wekî din jî, bi wan bexşên ader û bazirganan, xwestine nîşan bidin ku Gautama Buddha, bi awayekî rasteqîn ne piştgirê belengaz û çînên bindest e. Binbisara, Veluvanayê diyariyê Buddha kiribû ku, di zemanekî de ev der, xasbexçeya qral bû. 

Anathapindika, bazirganekî pir dewlemend bû û Jetavanayê (ku nêzîkê Savatthiyayê bû) dabû Buddha. Bê guman, ev diyariyeke pir giranbiha bû. 

Li gorî rîwayetan: Anathapindika, di wê demê de ji bo BUDDHA û tilmizên wî, li qonaxekî digere. Di encamê de tê dîtin ku, bi tenê bexçeya dotmîrê Jetayê dikaribû bersiva hemû pêdiviyên wan bide. Lê firotina bexçeyê wî, ne bi dilê dotmîr bû. Piştî hevdîtinên dirêj, bi bihayekî gelek giran ku, bi vê bihayê mirov dikaribû wî bexçeyî seranser bi zeran tije bike, kirî. 

Anathapindika, bexçe da Buddha û piştî vê yekê, ev der bû quncikê Buddha a ku herî zêde jê hezdikir. 

Mirov, dikare li van bûyeran hin tiştên din jî zêde bike û bibêje ku:

Ji bo beşdarbûna tarîqatê û ji bo ku mafên mirovên din ji holê ranebe, çend rêzezagonên tarîqatê jî hebûn. Mesela, di nivîsarên (metnên) Viyana de zagonek heye ku, li gor vê zagonê, tu koleyekî/ ka kaçax nikare beşdarê tarîqatê bibe. 

Lê di rastiyê de beriya beşdarbûna tarîqatê, ji namzet dihate pirskirin, gel oka ew mirovekî/ ka azad e yan na? Mîna vê yekê, ew leşkerên ku ji artêşa qral direviyan jî, ji bo Samghayê ne dihatin qebûlkirin. Ev zagon û zagonên mîna van nîşan didin, ku Buddha li hemberî van destketiyan, nikaribû têbikoşe. 

Ev du rê, ji aliyê zanyarên nûjen ve; ji bo nirxandina girêdaniya Budîzma kevin hatine bikar anîn û ku, du rêyên resen in. 

DU PIRS

Buddha, ne li dinyayeke nûjen dijiya, ji ber vê yekê jî; ne di cîh de ye ku, mirov wî li gorî pêwendiyên çînî mehkeme bike. Lewra, heta ku em bi du pirsan rûbirû nebin, em nikarin pê bizanibin, ka ew ji hêla wesfên xwe ve demokratîk e, yan na? Ev yek, bêderfet e. 

Piras yekemîn: 

“Gelo, Gautama Buddha kîjan şeklê demokrasiya kevin nas dikir? ” e û ya duyemîn jî: “ Li hemberê demokrasiyeke wiha, gelo helwesta wî çî bû, an jî, Budîzma kevin, pêre têkiliyeke çawa ava dikir? ” e. 

Em dikarin pirsa yekemîn wiha bibersivînin: Di dinya kevin de yek demokrasiyek tenê hebû ku, ew jî qaşo demokrasiya eşîretê bû. 

Em peyva qaşo lê zêde dikin, lewra em demokrasiyê, wek şeklekî dewleteka dîrokî nas dikin. Dewlet jî, di destê çîna serdest de alavekî destekariyê ye, ku bi vê alavê; çîna bindest dixe bin serweriya xwe. Ji aliyê din ve jî, civaka eşîretê civakeke beriya çînan e û dewlet, biyaniyê wê ye. 

Ji ber vê yekê bastûra (avayîya) wê, bi komûnîzma hoveber tê naskirin. Bi taybetî jî, bi saya lêkolînên MORGAN yên bêhempa ye ku, îro di destê me de hindek zanayî hene ku, ev zanayî mîna zagonên dîrokî yên gelemper têne pejirandin û em, bi saya van zanayiyan têdigihêjinê ku civaka hoveber a beriya çînan; ji sedema pêşveçûna teknîka hilberanê, çawa hilweşiya ye û dewlet jî, li ser jêmayên wê çawa hatiye damezrandin û berfireh bûye. 

Di encamên lêkolînên Morgan de em fêrbûn ku, me wan hêmanên ku civaka beriya- çînan behrêlî dikirin; li ber çavên xwe mezin kirine ku, wek demokratîkeke pir zêde (Ultrademokratîk) xwiya dikin. Buddha, bi tenê dikaribû ev celeb demokrasiyekî binase. Ji bo pirsa duyemîn jî, bersiva me wiha ye: Buddha, civakên wiha yên komûnîzan, ji xwe re mîna çavkaniya bestê dîtiye û bi zanebûn, xwestiye ku rêxistina xwe jî, bi vî awayî damezrîne. Ancax, hege em ji vê yekê dest pê bikin û bibêjin ku, Buddha Komûnîst e, wê demê wê em ê bikevin wê çewtiyê a kum e rexne lê digirt. Lewra, di pêwendiyekî dîrokî de ji bo lêgerîna naverokeka nûjen; em nikarin komûnîzma hoveber an civaka beriya- çînan bi komûnîzmê, a jî, bi civaka bêçîn biwesfînin. Lewra, ew ne heman tişt in. 

Ji aliyê wesfên xwe ve, ev herdu ji hev cuda ne: Çavkaniya besta Budîzma kevin, ya ewilî bû û ev jî, digel mezinahiya wê, sînorên wê jî rave dike. Sînor, li holê ne. Budîzm, di dewsa ku wê şoreşeka civakî pêk bîne de hêdî hêdî veguheriya dijberê xwe, bû oleke dewletê û bû çavgirêdanga wan newekhevîtiyan ku, di destpêkê de dixwest wan ji holê rake. Ancax di heman demê de nabe ku, em mezinahiya wê jî nebînin.Gautama Buddha, gelek tiştan ji civaka beriya- çînan girtiye ku, Budîzm; a herî kêm, di dewra destpêkê de ji hêla rêxistin û îdeolojiyê ve; bi awayekî gelemper, ji wan sawînên civaka xwedîçîn, gelekî dûr bû.

 HELWESTA WÎ YA LI HEMBERÎ CIVAKA EŞÎRETÊ 

Ji bo hêsankirina vê guftegoyê, wê em ê bi pirsa duyemîn; ango bi helwesta Buddha ya li hemberê civakên eşîretê, dest bi mijara xwe bikin. Di berhema DİGHA NİKAYA ya Mahaparinibbana Suttayê de wê em ê rastê çend delîlên, ku pêdiviya me bi wan heye werin. Qralê MAGADHA, AJATASATRU biryar dabû ku êrîşê eşîreta bi navê “ Vajjianan ” bike û bi vî awayî wan ji holê rake. Ji bo vê yekê jî, bi armanca fêrbûna kehaneta mirovê gewre (Buddha) fêr bibin; serokwezîrê xwe, baranvan û Vassakarayê Brahmîn, şand cem Buddha. 

Di wê demê de Avandayê qedirbilind li pişt Buddha rawestiya ye û baweşînê lê dike. Buddha, guhdariya serokwezîr kir, ( bi helwesteke watedar) lê bersiva wî neda. Di dewsa bersivê de deng li ANANDA kir û wiha got: “Ananda! Te seh kiriye ku, Vajjianî pir caran hatine cem hevdu û di nav çîna xwe de civînan pêk anîne? ” ANANDA bersiva wî wiha da: “Belê, min seh kir.” “Ananda!” got mirovê gewre û wiha berdewam kir: “Vajjianî, heta ku wiha werin cem hevdu û civînan pêk bînin û herîn civînên qebîleya xwe; peywist e ku, tu kes ne li benda hilweşîna wan be. Berevajiya vê yekê; divê hemû kes, li benda berdewama halxweşiya wan be. ” Buddha Gautama bi alîkariya danûstandina pirs û bersivan; şert û mercên pêşvebirina halxweşiya Konfederasyona Vajjianê, wiha şirove kir: 

Debiprosad Chattopadhiyaa 

Werger: Ali Gurdilî

info@felsefevan.com 

Berdewama wê heye. 

Çavkanî: Budîzm û Felsefe: Rahul Sankrityayan. Weger: Sibel Ozbudun. Weşanên Veguhêrîna Civakî. 1988 Stenbol. Rp: 7- 14

Bersivekê binivîsin