Çend Gotin Li Ser Felsefeya Ludwig Wittgenstein

Çend Gotin Li Ser Felsefeya Ludwig Wittgenstein

Çend Gotin Li Ser Felsefeya Ludwig Wittgenstein

Wittgenstein (1889-1951) ramanwerekî navdar ê felsefeya ziman e û hemû pirsgirêkên felsefeyê, wekî pirgirêkên zimanî dîtiye. Xeyala wî ew bû ku zimanekî mantiqê ava bike û bi vî zimanî, hemû tiştî bi awayekî misoger (teqez) îfade bike. Xwediyê du kitêba ye û di kitêba xwe ya yekemîn de, digot min hemû pirsgirêkên felsefîk/felsefeyê safî kiriye. Piştra jî, notên xwe yên felsefeyê weşandî ye. Li gor baweriya Wittgenstein, ziman wêneya dinyayê ye. <Çawa ku heyîn ji atoman pêk tên, ziman jî wisa ji hevokan pêk tê û hemû pêkhatinên li dinyayê, dikarin bi riya zimên, yeko yeko werin resmandin.>

Piştra vê ramana xwe sererast kiriye û gotiye ku ziman ne wekî wêneyekî, lê wekî alav/aletekî ye. Bi rêya fêrkirina rast ya bikaranîna zimên û raxistina holê ya çewtiyên zimanî, dê pirsgirêk safî/çareser bibin. Divê mirov li zimên, di çerçoweya wî ya xwezayî de hûr bibe.

Qasî wateya gotinê/hevokê, girîngiya ê/a ku ew dibêje jî heye. Karê felsefeyê ew e ku ramanan, bi awayekî mantiqî rohnî bike. Felsefe ne dazanînek, bêtir çalakiyek e. Felsefe divê dev ji pêşkêşkirina dozîne/quraman jî berde. Çimku ev yek ji bilî şîlokirina mejiyên mirovan, bi kêrî ti tiştî nayê. Herweha babetên metafizîkî jî, nikarin werin zanîn û divê felsefe, dest ji wan jî berde.

Di dawiyê de jî gotiye ku: <Tiştên ku em nikaribin li ser wan bipeyîvin, divê em wan ji bêdengiyê re bihêlin.>

Ali Gurdilî
felsefevan@hotmail.com
05.02.2015

Bersivekê binivîsin