Çavkaniya Desthilatdariyê

Çavkaniya Desthilatdariyê

Çavkaniya Desthilatdariyê

1- Desthilatdarî, ji bo parastina şexsan û ji bo ku şexs bikaribin armancên xwe pêk bînin heye. Desthilatdarî ji ramana parastinê der çûye, ku di vê ramanê de li hemberê êrîş û xeteriyên derve û navxweyî parastin heye.

2- Desthilatdarî, çavkaniya “hêza” xwe ji Xwedê distîne û desthilatdarî li ser rûyê erdê nûnerê Xwedê ye.

3- Çavkaniya desthilatdariyê, îradeya hevpar ya şexsa ye. Ên ku vê ramanê diparêzin; T. Hobbes, J. Locke û J. J. Rouseau ne.

Li gor ramanên jorîn çavkaniya desthilatdarîyê an pêdiviyên mirovan, an ol û an jî, peymana civakî ye. Hege em bi awayekî berfirehtir li babetê mêze bikin; wê demê em dikarin bibêjin ku meşrûîyeta desthilatdariya siyasî, girêdayê wê hêza an jî, ramana ku ew afirandiye, ye. Mesela Arîstoteles digot: “Armanca dewletê ya bingehîn ew e ku ji hêla exlaqê “rewişt, sinc, akar” ve hemwelatiyên xwe pak û xurt bike. Başbûn an jî xirabbûna dewletê jî, bi pêkanîna vê wezîfeyê ve girêdayî ye.” Li gor ramanwerên serdema navîn, meşrûîyeta dewletê girêdayê pêkanîna misyonên olî bû û divabû ku dewlet li ser rûyê erdê nûnertiya Xwedê bike. Li gor nêrîna Karl Marx jî; dewlet di destê çînên serwer de alavekî zordestiyê ye û xizmeta çînên serdest dike û meşrûîyeta xwe jî, ji vê xizmetê werdigire.

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Di Sed Pirsan De Danasîna Felsefeyê – Ali Gurdilî

Beyî nîşandana çavkaniyan, wergirtina nivîsaran qedexe ye. 

Bersivekê binivîsin