Çavkaniya Ava Li Ser Heyvê Asteroîd in

Çavkaniya Ava Li Ser Heyvê Asteroîd in

Ji lêkolîna pisporên Lunar and Planetary ya li ser pêkhateya îzotopîyê ji elementên gerok ku ji zinarên li ser heyvê hatine bidest xistin, hate dîtin ku ava li ser heyvê ji asteroîdan e. Heyv dişibe çolistaneke zip û ziwa, lêbelê ji zinarên li ser heyvê pîvandina avê pêk hat û biqasî mîqtareke pirr kêm hate tespîtkirin.

Lêkolîn li ser heyînên îzafî yên îzotopên cihêreng pêk hatiye (atomên ji heman elementê lê di dendikê de bi hejmara notronên cihêreng) û bi vê yekê re jêderka avê ya li ser heyvê hatiye tespîtkirin. Pêkhateya îzotopî bi hejmareke pirr zêde tê beranberî pêkhateya asteroîdan (bi taybetî jî karbon) lê ne bi pêkhateya stêrka bidûv.

Di encamê de hate bidest xistin ku ava li ser heyvê ji 100/80ê ji bombebarana asteroîdan e ku di navbera 4,5 û 4,3 mîlyar sal berê pêk hatiye, wê demê heyv nû çêbûye û hê bi deryaya magmayê nehatibûye nixûmandin – bi vî awayî av xwe berdaye naverasta heyvê. 

Metîn Eser 

Çavkanî: Nature Communications

Bersivekê binivîsin