Çarenivîsa Zemîn û Mirov, Ziyanên Zanistê

Çarenivîsa Zemîn û Mirov, Ziyanên Zanistê

Çarenivîsa Zemîn û Mirov, Ziyanên Zanistê  

Eger em rûpelên dîrokê yek bi yek ji ser hev bidin alî, bi kûrî û hûrî her çaxekî ji temenê mirovahiyê li her cihekî ji ser zemîn bişopînin. Dibe ku stem û mehal be em rastî demekê bên ku tê de mirovahî bextewer bû û dûr bû ji ceng û êrîş û talanan. Lê em eger û sedema wan kiryarên mirovkuj li kêmaqiliya wê serdemê vedigerînin. Gelek caran demê em sedemê nakokî û cengên çaxên kevin dixwînim, em dikenin, dipirsin çima «ev» bû sedema «vê çendê»?.  

Her çaxekî, aqil zêdetir digehê; ev yek bi şêweyekî berçav mirovatiyê pêşve dibe. Weke mînak, serdema peydabûna çandinê pêşketîtir bû ji ya nêçîrê. Wisa her serdemek bi şêweyekî rêjeyê (radeyî) ji serdema berî xwe dewlementir û pêşketîtir bû. Ka em bên li şêniya van pêşketinan bigerin, li kur de çêdibûn?. Tevî geşbûna şepêlên felsefê yên ku giringiyê bi mirov didin û xurtbûna wê bi berdewambûna meşa mirovahiyê li nexşeya hebûnê de, çima binketinike berdewam li bextewerî û aramiya mirov de heye? Wata her ku mirovatî pêş dikeva ji aliyê berhemanîn û avakirin û dozînê ve, wisa jiyan jî lê  teng dibe. Qet nayê veşartin ku mirovê li serdema nêçîrê de, ku li ber gola avê li hêviya girtina masiyekî bû yan her dewarekî avîn; ji bo şkênandina birça xwe û hemû kesên li derdorê, zêdetir bextewer bû ji wî kesê li serdema çandinê û destpêka peydabûna şkartê kesane.  

200 hezar sal – li gorî lêkolînên zanistî – temenê mirovê nû (Homo Sapiens) ye. lê ev mirovê reben çi wisa lê dike ku gelek caran lanetê li wê guherina cînomî (mutation) bike ku ew ji civaka meymûnan veqetand û ji jiyana ser dar û nav daristana bê pa hişt û  avête nav vê qerebalex û xirecira bênavber û bêhinvedan?.  

Mamostayê  hindî Oşo (Osho) pirseke giring kir ku bende bi vê pirsa me ve, “me çi anî serê xwe, em pêşketin me xincer kire bombeyeke hîdrojînî (H bomb)! ” Ez ne daxwaza wê çendê dikim ku em berev paş bimeşin. Lê mafê min – weke mirov – heye ku ez li dizîkerên bexteweriya xwe û talankerê mala xwe bigerim. Ji çend pirsa ez ê dest pêbikim. Gelo reyên dara bexteweriyê bi kokbûna şaristaniyê re hişk dibin? Wata Jean Jacques Rousseeau rast digot ku xweza xêr (qencî) e û şaristanî (ziyan) e? Yan ev a ku em jê re dibêjin bextewerî ew jî weke xwe nema ye, û êdî bi êş û azarkêşanê mirov dikare pê şa be? Wata li pênaseya Nietzsche vegerin û bibînin ka bextewerî li çi kerasî de ye! Ez zêdetir bi mînak û pirsan de naçim, ez ê rasterast xwe bavêjim pişka duyê ji sernavê vê nivîsê, ziyana zanistê.  

Ez çavê xwe ji xizmeta zanistê û zanyariyên wê yên beha li her warekî de nagirim. Bi saya zanistê riyên dirêj kurt bûne, gelek ji nexweşiyên dijwar bi saya zanistê êdî tên çareserkirin…hwd Lê li aliyekî dî her zanistê riyên kurt dirêjkirine û nexweşiyên bêçareserî afirandîne. Eger em hûrkariyekê li her berhemekî bi qîmet ji yên zanistê de bikin em ê hindek dêmên wî yên reş jî bîbin. Weke mînak çêkirina firokê dûriya salê kire rojek lê jiyana milyonên mirovan jî wisa ji dehên salan li çend kêliyan de bi dawî dike.

Zanist weke ku çawa hewla wê yekê dide ku lhesarekê bibîne ku hindek birayên me yên mirov lê bijîn. Herweha gelek caran behsa wê çendê dike ku eger rojekê derfetên jiyanê li ser zemîn neman wê mirovahî bikeve ber lehiya nemanê de; loma divê hewlên afrandina jîngeheke guncayî ji jiyankirnê re li cihekî dî ji gerdûn bête çirkirin. Bi min ev mijareke beredayî ye; ji ber her zanist berpirse ji têkçûna çîna ozon, çêkirina çekên hîdrojînê…hwd, ku zemîn û giyandarên li ser dike metirsiyek mezin de. Nabe û em nikarin dest ji zanistê berdin lê li heman demê de divê çareseriyek ji ziyana zanistê re were dîtin. Eger em bipirsin dergehê çareseriyê li kure, pêdiviya em li boçûn û nêrînên berî 500 salî veger in, li fîlozof û siyasetnasê ingilîzî Francis Bacon.    

Jaff Joqy / 04.09.2016 

Bersivekê binivîsin