Çar Elementên Empedokles

Çar Elementên Empedokles

Çar Elementên Empedokles

Empedoles B.Z. di navbera salên 490-430 jiyaye û fîlozofekî balkêş ê beriya dewra Sokarates e. Mîna serpereştekî siyasî ê aligirê demokrasiyê, hatiye nasîn. Xelkên wê demê, wisa bawer kirine ku ew xwediyê hêzên mucîzewî ye û xwe avêtiye nava alavên çiyayê agirîn (volkan) yên Etnayê. Li gor daneyên ku têne zanîn, hinek ramanên Parmenîdesî qebûl kiriye. Lêbelê, baweriya xwe bi guhêrîna gerdûnê ya bêrawest aniye û xwestiye ku vê yekê nîşanî me bide. Empedokles jî mîna Parmenîdes, gotiye ku made ji tunehiyê nikare çêbibe yan ji hebûnê tune bibe. Li gor bîr û baweriya Empedokles jî, hemû tişt ji çar nûve/ûnsûrên cihêreng û naguhêr pêk hatine; ku ew jî ax, av, hewa û agir in.  

Agir, sebebê çîrûsîna ezmanî ya Rojê û stêrkan bû. Tê dîtin ku ev teoriya çar ûnsûran ya Empedokles, ji aliyê Arîstotelesî ve jî baş hatiye bikaranîn û heta dewra Ronesansê jî, di ramana rojavayê de bûye xwediyê roleka girîng û mezin. Heta di roja me ya îroyîn de jî, pirî caran behsa teoriya Empedokles ya çar ûnsûran tê kirin. 

Atomgir/Atomparêz jî, di nav loda fîlozofên beriya Sokrates de cih digrin û tê dîtin ku xwediyê têgihiştineke kûr bûne. Ji bilêvkirina Atomgiran mexseda me, Leukippos û Demokritos in û ku ramana wan ya bingehîn ev yek bû: <Hemû tişt ji perçeyên gelekî hûr/biçûk hatine holê. Ger made heta têra xwe perçe bibe, wê demê dê em ê rastê perçeyekê herî biçûk bên, ku ev perçe êdî napelijin û ji hevdu venaqetin.> Navê van perçeyên herî biçûk yan hûr, datînin Atom. Wateya peyva <Atom> ê tê wateya <A ku êdî perçe nabe, napelije> û ji peyvên yewnanî hatiye hilberandin.    

Li gor dîtin û dinaybiniya Leukippos; hemû atom, valahî û bireser/wanekên cihêreng, ji aliyê atoman ve li valahiyê têne çêkirin û têkelên cihêreng in. Atom, ne hatine afirandin û nikarin werin tunekirin. Hemû tiştên ku di gerdûnê de hene, yan ji çêbûna atoman yan jî ji cihguhêrîna wan pêk tên. Şiroveyên/raveyên Leukippos û Demokritos yên derheqê guherînê de, mirov dikare bibêje ku di eslê xwe de determînîst in. Çimku nexwestine ku diyardeyên xwezayî, li gor mebestan şirove bikin û ev helwesta wan jî, girîng e. 

Demokrîtos wiha dibêje: <Ji bo min dîtina peytekî, ji qralîtiya Persê girîngtir e.> Belam li gor dazanîneka Atomgiran a din jî ku wekî dazanîneka bingehîn hatiye dîtin, gerdûn ne bêrdewamiyek e û ji heyînên cihê pêk tê. Di vê xalê de jî, tê dîtin ku li dijî ramanên Parmenîdesî derketine. Wisa xwiya ye ku fîzîka atomê, di navbera Parmenîdes û Atomgiran de dest pê kiriye. Bêguman, gavên Atomgiran bo felsefeyê gelek girîng in û mirov dikare bibêje ku xwediyê ramanên xweser in. 

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com 

18.10.2014 

jêder  

1- Destpêka Felsefeyê. Ali Gurdilî.

2- Profesor Bryan Magee. Kurteçîroka Felsefeyê. Weş. Dost.

Bersivekê binivîsin