Çapa 3ali ya (3D) Damarên Bedena Mirovan

Çapa 3ali ya (3D) Damarên Bedena Mirovan

Çapa 3ali ya (3D) Damarên Bedena Mirovan

   Şîrketeke Çînî ku di warê teknolojiya bayolojiyê da bi giranî dixebite, ragihandiye ku ew karîne yekemîn prîntera bayolociya 3 alî ya regên bedena candaran çêbikin. Prîntera ku şîrketa Roteka Çînî çêkiriye, dikare endamên bikêr û taybet yên her kesekî/ê çêbike. Prîntera han ji 2 nozelan pêktê ku bi dor dixebitin, karê hevodin temam dikin û dikarin di dema 10 deqeyan da karê çêkirina damareke 10 santîmetriyê biqedînin. Çapger bi alîkariya teknolojiya sillûlên bingehîn hatiye çêkirinê. Armanca serekeya vê teknolojiyê, berhemanîna sillûlên bingehîn yên taybet bi her kesekî/ê ye ku bi vî avayî îmkana jinûvaberhemanîn û verastkirina endamên nivîşkan yên bedena candaran, pêktê.

Kang Yûciyan, zaniyarê şîrketa Rotekê dibêje; Navend û beşa girînga vê prînterê, ji xiştek bayolojiyê pêktê ku di hindirê wê da sillûlên bingehîn hene. Ev sillûlên bingehîn, ligor pêwîstiyên me, di rewş û pergalek taybet da, tên guhertin û dibin sillûlên ku em dixwazin.

Damar, beşa herî girîng û kompleksa prînterên bayolojiyê ne, çimku bi riya wan damaran e ku maddeyên girîng digihîjine endamên bedena candaran. Herçend ku zaniyaran hêvîdarin di demeke pir nêz da karibin bi riya van prînterên 3alî, destbi berhemanîna endamên bedena candaran bikin lêbelê divê ew di destpêkê da, damaran berhembînin çimku ew keresteyên herî girîng di çêkirina endamên bedenê ne. Pirsgirêka herî mezin di pêkanîna vê yekê da, zindîxweyîkirina sillûlên bingehîn di dema pêkhatina prosesa çapê da ye.

Day Kirong, endamê Navenda Endazyariya Çînê dibêje;  Ev destkeft,  tenê di warê çapkirina damarên bedena candaran da sînordar nabe belke şêwazeke nûjen û girîng e jibo xweyîkirina sillûlên damaran û keresteyên bikêr û sereke. Ev şêwaz, di çapa damaran û çapa Fatreşk, Gurçik û endamên din yên bedena candaran  jî tê bikaranîn.

Ligor gotina endamê navenda endazyariya Çînê, ev guhertina mezin dê karibe tiştên pir pir girîng û bikêr bixulqîne lê dibe ku demeke dirêj jibo bikaranîna wê di zanista bijîşkî bi taybet ya girêdayî mirovan va, pêwîst be.

Werger: Edo Makuyî

Bersivekê binivîsin