Campanella û Welatê Rojê

Campanella û Welatê Rojê

Campanella û Welatê Rojê

Mahmut Ozçelik

   Yekem pirtûka utopîk ji hêla Thomas More ve hatibû nivîsîn û gelek deng vedabû. Piştî More ji pirtûkên herî balkêş yên utopîk jê yek jî “Welatê Rojê”ye ku piştî derçûna pirtûka More bi qasî sed salî şûnde ji hêla Thoma Campanella ve bi zimanê latînî hatiye nivîsîn. Belkî mijara herî seyr û balkêş ew e ku Campanella naxwaze mirov zêde bixebitin û xwe biwestînin. Daxwaza wî ew e ku mirov rojê tenê çar saetan bixebitin û demên din jî bi xwendinê, bi zanistê û bi nîqaşkirina mijaran, bi meşê, bi sporê re derbas bikin û pê kêfxweş bibin.

Li gorî Campanella hem feqîrî hem jî dewlemendî mirovan ji riya rast dûr dixîne û dibe sedem ku mirov bibin xwedî gelek xisletên neyînî: Dizî, konetî, derewînî, bêedebî, fenokî, ji hezkirinê bêparî, cahilî, pozbilindî hwd. Ji ber van xisletên neyinî ye ku Campanella dixwaze di modela dewlata ku ew disêwirîne de dewlemendî û feqîrî tunebe. Lê divê em vê jî jibîr nekin, îhtîmalek mezin e ku Campanella di bin bandora pirtûka Thomas Moreyî ya bi navê “Utopîa” de maye. Ji ber ku gotar pir dirêj nebe ez ê qala xalên wan yên hevbeş nekim û li benda rûberîhevkirina xwendevanan bihêlim. 

Ev welatê Campanella behs dike giravek e ku li başûrê çixêza ekvatorê cih digire û navê wê Girava Taprobana ye. Niştecihên wê ji ber zordariya li welatê Hindistanê li wan dibû, cihê xwe terikandine, hatine û li vir bi cih bûne. Û hemû karên xwe li gor tevger û guherîna tav, heyv û stêrkên din eyar dikin. Welatê wan li ser girekî, li gor tevgerên li asîman wekî xelekan/çemberan bi hev ve girêdayî û bi tevahî ji heft xelekan pêkhatiye. Her xelekekê navê xwe ji gerestêrkekê girtiye û dora wê jî bi dîwarên stûr hatiye lêkirin. Li ser gir li rasteyek ku wekî navenda welatê wan e perestgehek mezin heye. Ev welat bi dîwarên xelekî, bi stûn û kemer û qubeyên xwe, bi perestgehên xwe, bi qonaxên xwe yên xweşik mirovan metelmayîn dihêle.

Her tiştên wan hevpar e. Hetanî jinên wan jî hevpar e. Ji ber ku li gor fikra wan kana her xerabiyê ji mulkiyeta taybet der dibe. 

Berî werbûna ber bi nav pirtûkê ka em binihêrin Campanella kî ye. 

Campanella kî ye?: Navê wî yê rastîn Gîovannî Domenîco Campanella ye. Di sala 1568an de li başûrê Îtalyayê tê dunyayê. Malbata wî bi karê solkeriyê re mijul dibû û wekî malbatek xizan dihat nasîn. Di xortaniya xwe de dikeve nav Terîqeta Domînîken û kesayetiya wî li wir şêwe digire. Ev terîqet li ser mezheba katolîkî ye û di sala 1216an de hatiye damezrandin. Di bin bandora ramanwerê îtalî Bernardîo Telesîoyî de dimîne. Telesîo ramanwerekî li dij ramanên Arîstotelesî derdiket bû û xweza wekî heyînek zindî didît, sedema her tiştê di xwezayê de pêk dihat wekî têkiliya di navbera germahî û sermahiyê de didît. Campanella jî ev raman pejirandibû û rêgeza Telesîo diparast: “Zanayî ne bi aqil bi sehekan tê bi destxistin.” 

Dîsa li gorî Campanella “xweza ew pirtûk e ku derheqê “pirzaniya sermedî” de hatiye nivîsîn” Tewsîyeya Campanella ji mirovan re ew bû ku digot ji dêvla pirtûkan de hewl bidin ku hûn xwezayê fêhm bikin… Campanella bi stêrnasiyê re jî serê xwe êşandiye, derheqê cîsimên asîmanî de bûye xwedî agahiyan. Tevî stêrnasiyê bi sêhra xwezayî û xwedayî re jî bilî dibe û wisa difikire ku ev herdu cureyên sêhrê baweriya heqîqî ye û ji sêhra şeytanî û xapînokî cihêtir e. Lê mixabin ji ber fikrên xwe yên felsefî û ramanên xwe yên li dijî dêr û desthilatiya wê demê, wekî mirovekî talûke yê divê tim di bin çavdêriyê de were girtin tê dîtin, bi jirêderketinê tê tawanbarkirin, rastî îşkeceyên giran tê, di dadgeha engîzîsyonê de tê darizandin û nêzikî nîvê emrê xwe -27 salan- di zindanan de derbas dike. Di dema zindanê de di sala 1602an de bi zimanê îtalî pirtûka xwe ya giranbuha Welatê Rojê dinivîse. Wergera wê ya latînî bi qasî sêsed salî bê navber tê xwendin. Herî dawî ji Îtalyayê direve, xwe dispêre bajarê Parîsê û mixabin di sala1639an de di 71 saliya xwe de li wir dimire.

Welatê Rojê: Pirtûka Welatê Rojê wekî sohbetek di navbera du mirovan de derbas dibe: Mirovê yek deryavanek cenevîzî-di Serdema Navîn û Nû de bajêrek Îtalyayê- ye, bi meraqa welatên nû û kevneşopiyên wan binase, dikeve rêwîtiyek, di dema rêwîtiya xwe de xwe li giravekê dibîne, şêniyên giravê wî dibin Welatê Rojê, ew li wir şahidiyê li her tiştên wan dike û matmayî dimîne: Rêveberî, perwerdehî, tenduristî, çandinî û hwd. Piştî gera xwe ya dirêj vedigere welatê xwe û bi keşîşek peywîrdarê nexweşxaneyekê ye re dikeve sohbetê, hemû tiştên di dema rêwîtiya xwe de dîtiye û jiyaye, bi kelecanek mezin ji Hospîtalarus re vedibêje. Campanella navê herdu mirovên bi hev re sohbetê dikin nedaye, ji ber vê yekê karekterên di pirtûkê de du mirovên bênav in lê em ji peywîrên wan dizanin ku yek deryavan e û têra xwe li ser okyanus û behran geriya ye û yê din jî serrehîb e û bi meraq li hêviya agahiyên tê vegotin e. 

Rêveberî: Hikûmdarê wan yê herî payeberz wekî Metafizîk an jî wekî Roj tê binavkirin, ev hikûmdar di heman demê de rehîb e. Rehîbê ji hemû karê dîn û dunyayê berpirsiyar û derheqê her mijarê de biryara herî dawî dide ye. Tu kes berî sî û pênc saliya xwe nikare bibe xwedî vê erka payeberz. Dema bû xwedî vê hikûmdariyê jî hetanî mirinê berdewam dike. Ev hikûmdar divê mirovekî pirzan yê pirhêlî be. Ji asîman û rûzemînê hetanî bi behran û okyanûsan, ji rêgezên xwedê bi hetanî pêxemberan û pirtûkên wan, ji matematîkê hetanî hunerên cur bi cur ji hemû zanistan divê fêhm bike. Ev jî tê wê maneyê ku rêveberê Welatê Rojê ji mirovên pirzanan/bîlgeyan pêk tê. Sê alîkarê wî hene: Hêz, Zanatî û Hezkirin. Ev her sê alîkarên hikûmdar qet bi tu awayî nayê guhertin. Hêz ji şer, hunera leşkerî û ji aştiyê berpirsiyar e. Zanatî ji beşên hemû huneran, ji perwedehiyê û zanistan berpirsiyar e.

Hezkirin ji zêdebûn û çêbûna nifûsê berpirsiyar e. Ji bo jin û mêr nîjadek bêqisûr çêbikin dixebite û piştî welidînê jî berpirsiyariya perwerdehiyek baş ya hemû zarokan pêk tîne. Ji çand û dermalekirina hemû civakê jî “Hezkirin” berpirsiyar e. Dîsa meclîsek gelemper heye ku her kesê salê wî ji bîstî derbas kiriye, dikare tevlî bibe û derheqê pirsgirêk û pêwîstiyên welêt de fikrên xwe bibêje. Li gorî Campanella jiyanek bextewar ancax bi hebûna van çar hêmayan pêkan e.  Desthilatdariyek komunîst serwer e. Taybetiya vê serweriyê ew e ku her tişt hevpar e û kesên dewletê birêve dibe, divê xwedî agahiyên herî berz û bala bin. Zagonên wan pir hindik û sade ne û her kes bi hêsanî têdigihêjin. Li ser lewheyek hatiye nivîsîn û bi deriyê perestgehê ve  aliqandî ye. Girtîgeh û celadên vî welatî tune ne. Ji ber ku her kes ji bo sûdeweriya gelemper yanê ji bo civakê bi dilxwazî û bi dilpakî dixebite, mirovên xerabfikir li vî welatî nayê dîtin, ger tekûtûk hebe jî gel cezayê wî didinê. 

Cografya: Welatê Rojê di nav Okyanusa Hindê de cih digire û wekî Girava Taprobana tê nasîn. Ev girav li başûrê xêza ekvatorê ye. Dibe ku welatê ku îroj jê re Srî Lanka tê gotin be.  

Çandinî û sewalvanî: Çandinî karê hevpar ê welatiyan e. Jin û mêr hemû ji bo xebata zevî û baxçeyan peywîrdar in. Erdê sûdewer bi qasî bihostekê jî vala nahêlin. Cotkirin, toxim avêtin, kulbekirin/tevirkirina axê, çinîna zeviyan hemû karê jin û mêran yê hevpar e. Ji bo xêr û bêra axê tu carî zibil/gubre bi kar naînin. Karê xwe yê çandiniyê li gorî pirtûka cotkariyê ku navê wê Georgîca/Hunera Cotkariyê ye pêk tînin. Sewalvaniyê jî bi heman şêweyî dikin, li gor pirtûka şivaniyê ku navê wê Bucolîca/Helbestên Şivaniyê ye pêk tînin. Her cure sewalan xwedî dikin. Ji hespan hetanî gayan, ji miyan hetanî beranan û sewalên koxikan yên wekî qaz mirîşk, werdek û hwd.  Li kêleka bajêr cihê şîr berhevkirinê û çêkirina rûn, penêr û mast heye. 

Jiyana civakî: Hemû welatî di xaniyên hevpar de rûdinin. Her şeş salan carê niştecihên welêt ji çemberek koçî çemberek din dikin û li wir mecbûrî rûniştinê dibin. Jin piştî nozdeh saliya xwe, mêr jî piştî bîst û yek saliya xwe dikare têkiliya cinsî bitehmije. Lê hinek xortên ku pir bê sebir bin, ji bo wan destûra bihevşabûnê ya bi jinên jê zarok çênabin re, bi jinên ducanî re tê dayîn. Ji ber ku jiyanek malbatî di vî welatî de tune ye, kesên ku dilên wan hevşabûnê bixwazin bi destûra “zanayê tipê” li cih û dema ku ew terxan dikin de, vê xwesteka xwe bi cih tînin. Jinên bedew, bejn dirêj ancax bi mêrên qirase yên dixwazin hevşabûnê pêk bînin re tên cem hevdu.

Dîsa jinên qelew bi mêrên zêîf re, jinên zeîf jî bi mêrên qelew re tînin cem hevdu da ku nîjadeke/nesleke qenc û bi tendurist bi dest bixin. Ev karê hevşabûnê sê rojan carê pêk tê. Saeta hevşabûnê jî ji hêla astrolog û hekîman ve tê destnîşankirin. Ger jinek piştî hevşabûnê ducanî nemîne, îcar bi mirovekî din re hevşabûnê pêk tîne. Ger dîsa jî çêbûna zarokê nebe ew jinik êdî di hêla hevşabûnê de azad e û bi vê yekê jî rûmet û qedirbilindiya xwe ya di nava civakê de winda dike, di perestgehan de, di sifreyên hevpar de jê re cih namîne.(r. 63).

Di vî welatî de nexweşiyên ji sedema têkiliya cinsî pêk tê qet nayê dîtin, çimkî tim û tim bedenên xwe bi şerabê dişon û bi rûnên bêhndar nerm dikin. Jina ku jê re zarok çêdibe derbasî “malên/xaniyên giştî”yên ji bo wan hatiye amadekirin dibin, bi xurekên sûdewer tên dermalekirin. Dergûş bi qasî du salan bi şîrê dayikê tê xwedîkirn. Piştî vê demê zarok keçik be teslîmî mamosteya jin, ger kurik be teslîmî mamosteyê mêr dibe û bi zarokên din re fêrî her tiştê ku di jiyanê de jê re pêwîst e dibe: Lîstik, fêrbûna elfabeyê, çêkirina wêneyan, meş, gulaşgirtin, fêrbûna zimanên din. Piştî şeş/heft saliya xwe jî fêrî zanistên xwezayî dibe.

Welatiyê Welatê Rojê jiyana xwe li gorî astrolojiyê eyar dikin. Çimkî li gorî wan her stêrkek hêzek esasî ye ku bandorê li jiyana mirovan dike. Hemû karên rojane ji bo jin û mêran hevpar e lê karên wekî cotkirina zeviyan, çinîna genim, berhevkirina mehsûlan ku quweta bedenî dixwaze ji hêla mêran ve tê kirin, jin jî bi karên hêsantir re mijûl dibin. Amadekirina xwarinê û sifreyê, dotina pez, çêkirina penêr, teşîrêsî, dirûtina cilûbergan û hwd. Xwarin di sifreyên hevpar de tê xwarin. Di dema xwarinê de xortekî ji pirtûkekê bi dengê bilind çend rûpelan dixwîne. Lîsteya xwarinan ya rojane, ji berê de ji hêla rayedarên berpirsê dermalebûn û tenduristiyê ye ve tê kifşkirin. Xwarina nexweş û kalan jî li gor wan tê amadekirin.

Di vî welatî de quretî û pozbilidî wekî şerma herî mezin tê dîtin, ji ber vê yekê her kes ji van xuyên xerab dûr disekinin. Ev jî rê li ber xizmetkirina civakê vedike û kes ji xizmeta civakê xwe nade alî. Dema xizmetkirin wekî dilpakiya herî mezin were dîtin wê çaxê pêwîstî bi koletiyê re jî namîne. Ji xwe taybetiya vî welatî jê yek jî nebûna koletiyê ye. Ji ber ku her kar û xebat û pîşe bi hevparî û hevbeşî pêk tê, pêwîstî bi xebata zêde û dirêj re jî namîne. Her mirov rojê çar saetan dixebite. Wextên xwe yên din bi lîstikan, bi xwendinê, bi nivîsînê, bi nîqaşê, bi hunerê, bi meş û werzîşê re derbas dikin. Lîstikên bi rûnişkandî tên lîstin qedexe ne. Ji ber ku tenduristiya mirovan ji holê radike. Girîngîdayîna zêr û zîvan tune ye, wan wekî têkberên xeml û şoretê yên ji rêzê dibînin. Bi boyaxê xwe xemilandina jinan sûcê herî mezin e û dibe ku jina ew sûc kiribe bi îdamkirinê re rû bi rû bimîne. Bazirganî tenê ji bo mirovên ji welatên din tên û tiştinan dikirin heye, di nav welat de pêwîstî bi ticaretê re tune ye, ev rewş dike ku dirav jî bê qîmet be. Diravan tenê ji bo peywîrdarên xwe yên li devreyî welat dixebitin bi kar tînin.

“Di welatê wan de dewlemend û feqîran hemûyan bi hev re jiyanek hevpar sazkirine. Hemû dewlemendin çimkî xwediyê her tiştîne, hemû feqîrin çimkî xwedî tu tiştî nîn in.”(r. 70).

Di welatê Rojê de kes zarokê xwe nas nake, ji ber ku piştî du salan dewlet wan digire û di perwerdehiyek li gor berjewendiyê dewlet û civakê ye de dişêwîne. Dê û bav zarokan mezin nake, hesta xwedîtiya li mal û milk, zarok û hevjînê/a tune ye, her tişt hevpar e, hetanî jin jî di nav de. Lê em di vebêjiya deryavanê cenevîzî de dibînin ku Campanella bi tu awayî hevpariya jinê ya nav nivînan qebûl nake: … li Welatê Rojê min dît ku jin hem di xizmetê de, hem di nav nivînan de hevpar e (…) Ancax ez difikirim ku di vê mijarê de xelet in… (…) Dêra me guncan dîtiye ku jin aîdî kesekî be ku ne ji bo qenciyek mezin bike, belbî ji bo xerabiyek mezin asteng bike. (r. 71). Çêbûna zarokan tenê ji bo berdewama nîjadî ye, ne ku xwestekek takekesî ye. Li gor welatiyên Welatê Rojê perwerdehiya zarokan ji bo dahatûya dewletê pir girînge û ji ber vê yekê hêj di du saliya xwe de zarok ji dêya xwe tê girtin û teslîmî desthilatdarên dewletê dikin. 

Ol/dîn: Baweriya wan nêzî ola xiristiyaniyê ye lê ji wan re tu pêxember û wehî nehatiye. Rojê wekî şewqvedêra Xwedê dibînin, jê re rêzê digirin û bi saya wê baweriyê bi Xwedê tînin. Wekî teswîra zindî ya Xwedê be li Rojê dinihêrin, lê perestiniya xwe tenê bi Xwedê tînîn. Roj ji bo wan rûyê Xwedê yê dixuye ye. Ji xwe navê hikûmdarê wan jî Metafizîk/Roj e. Roj di heman demê de rehîbê herî mezin e. Her sê alîkarên wî jî -Hêz, Zanatî û Hezkirin- rehîb in.

Peywîra wan pakkirina wijdana mirovan e. Ev rehîbên payeberz ji gel hînî gunehên wan dibin, wan gunehan ji hikûmdar Roj re aşkere dikin. Bi vî awayî rehîbên welat hîn dibin ku gunehên herî zêde xisarê didin welat kîjanin û li gorî vê rewşê jî çareseriyên pewîst pêk tînin. Li vî welatî yên dimirin tên şewitandin. Li gorî baweriya wan ew mirî dê veguhere agir ku elementa maqûl û pir bi hêz ya ji Rojê hatiye û dê dîsa vegere Rojê. Li gorî baweriya wan ruh nemir e. Di navenda bajêr de perestgeheke wan heye, di şiklê çemberî de hatiye avakirin û bi stûnan hatiye dorpêçkirin. Di bin arîkan de heft çirayên zêrîn bi şev û roj ronahiyê belav dike.

Welatiyên Welatê Rojê pir zana nin. Hema hema ji her tiştî fêhm dikin û agahiyên wan ji her tiştî heye. Ji ber vê rewşê mirov dikare bibêje ev welat, welatê ji mirovên zanayan pêkhatî ye.

Jiyana Leşkerî: Ji bo xwe ji nişkav de di şer de nebînin, her roj xebatên têkilî leşkeriyê dikin. Di biçûkatiyê de fêrî leşkeriyê dibin. Divê her kes avjeniyê bizanibin. Nêçîrvanî ji bo amadehiya leşkeriyê pêwîst tê dîtin. Di hêla teknîka leşkerî de li pêş in. Mencenîqên wan, topên wan yên li ser erebeyên du maranî, bivir û tevr, tîr û kevan, rim û rot, şûr û xencer, gurzên hesinî, tiving û devançeyên wan, hesp û siwariyên wan her tişt ji bo têkbirina dijmin amade ne. Di qada şer de kesên ji ber dijmin bireve cezayê wan mirin e. Kesên guh nedin fermanan di çalên kûr de dibe xwarina ajalên dirinde.

Huner, zanist û exlaq: Her zarok di yek saliya xwe de dest bi perwerdehiyê dike. Jin û mêr bê cudayî di hemû şaxên hunerê de bi hevdu re perwerdehiyê dibîne. Di sê saliya xwe de her zarok hînî ziman dibe û alfabeya li dîwaran nexşkiriye dixwîne. Hetanî heft saliya xwe werzîşên bedenî dikin ku bi tenduristî mezin bibin. Di heft saliya xwe de her zarok dihere atolyeya hunerê da ku di kîjan şaxa hunerê de xwedî qabiliyetê ye bê dîtin. Li gorî vê qabiliyetê dê ji xwe re şaxek hunerê hilbijêre û perwerdehiya xwe berdewam bike: Wekî solkarî, hesinkarî, dartraşî, wênesazî û hwd. Hunera herî sereke wêne ye.

Piştî heft saliya xwe jê hinek zarok li ser zanistên xwezayî tên perwerdekirin. Her kes wêneyên baş xêz dikin. Li ser dîwarên ku dişibe çemberan/xelekan wêneyên her cure cismî tê xêzkirin û di binê wêneyê de jî bi çend peyvan taybetiya wê tê vegotin. Ji cismên geomêtrîk hetanî kevir û daran, ji nebatan hetanî cureyên ajalan, -teyr û tilûr û mar û marîjok jî di nav de- ji çiyan hetanî robar û behran wêneyên her tiştî li ser dîwarên li welêt tê xêzkirin, bi çend peyvan bikêrhatina wan ya ji bo mirovan tê pênasekirin û bi vî hawî her kes di her babetê de dibe xwedî agahiyan.

Stêrnasî zanista herî girîng û pêşketî ye. Çimkî ji bo wan pirsa gelo dinya çawa avabû? Gelo dê dawiya wê bê an na? Ger dawiya wê bê wê kînga bê? Ji bo van meraqên xwe nexşeya stêran çêkirine û her karên xwe li gor tevgerên cismên li asîman bi rê ve dibin. Hetanî ev karê stêrnasiyê wisa pirole kirine ku hevşabûn û anîna dinyayê ya zarokan jî li gor xuyabûn an tevgerên hin stêr û hin cîsman eyar dikin. 

MahmutOzçelik

06.04.2016

Çavkanî

Campanella, Güneş Ülkesi (Welatê Rojê), Weşanên Alfa, çapa yekem 2014.

Wergera ji latînî bo tirkî: Çiğdem Dürüşken

Bersivekê binivîsin