Bûyer

Bûyer

Bûyer: Mirîşkek, li ser rê derbasê aliyê din dibû. 

Pirs: Mirîşk, çima derbasê aliyê din dibe? 

Bersivên feylesofan… 

Rene Descartes : Dixwaze ku derbasê aliyê din bibe.

Platon : Ji bo pakiya xwe. Rasteqînî, li aliyê din e. 

Aristoteles: Bi awayeke xwezayî, dixwaze ku here aliyê din. Ev yek, di xwezaya wê de heye. 

Karl Marx : Ji hêla dîrokî ve, ev yek rewşeke bivênevê ye.

Hipokrates : Ew ji ber ava pankreasa xwe wiha tevdigere.  

Martin Luther: Ez cîhaneke wiha xeyal dikim ku di vê cîhanê de mirîşk, wê bikaribin bi azadî tevbigerin. 

Sigmund Freud: Bal û meyla we li ser mirîşkê ye û ev yek jî nîşan dide ku hûn ji hêla hesta zayenî ve, ji xwe ne ewle ne.  

Buda: Pirsiyarkirina vê yekê, inkara xweza we ya mirîşkî ye. 

Galilei: Heçku mirîşk, ji aliyekî derbasê aliyê din dibe.

Einstein: Awa û terzê livdariya mirîşkê, bi temamî girêdayê referansên we ye… 

Werger: Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com 

Bersivekê binivîsin