Komponêntên Felsefeyê

Komponêntên Felsefeyê

Brahîm Şêxo: Komponêntên Felsefeyê

Mirovê serkeftî fîlozof e, anku felsefevanê karê xwe ye. Felsefe, li ser her tiştî dikare bête kirin. Erka felsefevan ew e ku, matêrî û diyardeyên ku berbiçav in rave, analîz, girêdayî logîkê bike û ji me re nirxa wan bibêje. Dîsan jî çiqasî evan qorzîkên teknîkî weke aliyên serkeftî bêne dîtin, lê ev serkeftin bi xwe, mixabine, nexwedî armanc be, dimîne encama evê xebatê ew e ku dê weke yekalîn bihête dîtin. Ji xwe û ji ber ku ji bere ve jî naskirî ye ku ji ê felsefevan tête xwestin ew e ku mamostetiya derûdora xwe bike û bi miletê xwe re diyalogê biajo, divabe nexwe evî mamosteyî evan qorzîkên teknîkî li gewdê ew kesên derûdora xwe, ku me niha qal kirî bike, mîna kirasekî, û ji wan bixwaze ku tek bi mejî ê xwe bifikirin.

Ji xwe ev e ye xala newekheviyê di nêvbera kesên ku felsefeyê dikine û yên ku felsefeyê dixwînin. Ji ber, heyanî ku em bi zimanê ku em pê difikirin û diaxivin, felsefeyê nekine û berdewam, vê felsefeyê nenivîsin û belav nekine, dê dîmenê vê kiryara me, bi zimanê felsefevanê miletên dîtir pêdiviyê bi wergereka şkestî bibe.

Felsefe, gotina dawîn e ji karê herî serkeftî re. Gelek mirovan kêfa wan tê gava ku li ser berhemeke xwe biaxivin, mîna gava ku yê helbestvan felsefeyê li ser helbesta xwe bike, ê mûzîkvan li ser mûzîka xwe, ê nivîskar derbarê nivîsên xwe, td. Ji xwe jî jê serrasttir, tendurusttir û serkeftîtir tuneye, ji her yekek ê van cûreyan ku qultek felsefeya wê bihête vexwarin, ji ber ku çi wilo, çi wekî din be, ev rex û alî hevûdû temam dikin, mîna endamê malekê, ku weke fikir dihête dîtin, wate mal. Jê giringtir hîna ew e, zimanê ku pê tête hûnandin, ku ev mal û ev hûnandin bibine hevserên hevûdû.

Komponêntên felsefeyê hayxwejêanîn û pêwisttirîn lênerîn, herweha pêdeçûn dixwazine. Felsefe nema A û B ye, lê belê A û Z e. Felsefeya kurdî bi wan zaraveyan diaxive, yên ku Zimanê Kurdî ji wan pêk tê. Berdewam wesan e, ku bi gramera felsefeyê alavêt kognîsyona kurdî jî saz dibe û ev bîrkarî/matematîk dibe nasnameya xwenasînê di ferhenga mêjiyê kurdî de. Em felsefeyê dixwînin, ji ber ku felsefe tê xwendin.

Brahîm Şêxo

03.03.2016 / Almaniya

Bersivekê binivîsin