Biyanîbûn [Alienation]
Biyanîbûn [Alienation]
Dûrbûn an jî veqetina mirovan ya ji hawirdor, kar, ked, xwebûn û an jî, ji kesayetiya xwe ye. Ji bo dahûrandina jiyana hemdem, gelek caran serî li vê têgehê didin, ku xwediyê gelek wateyên cihêreng e.
1) Bêhêzî: Di vê ramanê de wiha tê hizirkirin ku, pêşeroja mirovan ne bi destê wan; lê bi destê qederê, şens an jî saziyan, tê destnîşankirin. Ku hemû jî, unsûrên ji derve ne.
2) Bêwateyî: Bi wateyeka giştî, ramana bêarmancbûna jiyanê ye.
Ali Gurdilî
Çavkanî: Di Sed Pirsan De Danasîna Felsefeyê – Ali Gurdilî
Beyî nîşandana çavkaniyan, wergirtina nivîsaran qedexe ye.