Bixwexweşanîn!

Bixwexweşanîn!

BIXWEXWEŞANÎN! 

Civata kurdan ta îroj negihiştiye zirweya kêfê û xwetetmînkirinê, heta îroj kesayeta xwe nedaye pejirandin û bi xwe bawer nebûye. Bi encama vê komplêksê jî tevdigere û diaxive.

Çendîn tu rûpelên fêsbûkê û pirtûkên nivîskaran diqulêpî jî, tenê rastî hijmarin pir kêm ji qalîteya baş tê. Mebest ji qalîteya baş û çak jî ne asta wêjeyî ye, belê çendîn dikarin pêşkevtinekê di nava mejû û ramanên mirovan de çêdikin, çiqas bi hoseteyî û pisporî hatiye amadekirin, çendîn bêlaî lêkolîn hatine kirin! Piraniya nivîs û helwestên me bi qalikên derewîn û sexte tên xemilandin.

Geh xwe di bin xalîçeya durişmên qelew de vedişêrin geh xwe di bin kulîna lîstina bi hestên neteweyî de, geh jî bi pesndana xwe û xwenepixandina ku heta nuha jê mehrûm mabûn!

Tew rexneyên pûç û qermiçî li ser her zimanî ne, her kes bûyerê bê ku hûrgiliyên wê bizane şirove dike. Ji xwe di rewşa baş de nîqaş û rexne li ser bûyeran in, belê pirê caran li ser mirovan in û kêm caran jî li ser fikir û ramanan in.

Nivîsên tije quretî bê îstatistîk û bê bingehên zanistî û tije tawanbarkirin derdikevin holê. (ev nivîs jî ne bêguneh e). Mirov dikare bibêje em civakek refleksîv in û tenê rêflêksê didin lê qalikê mejû ku jê re dibêjin <korteks>  yê ku difikire û riyên mentiqê ji tiştan re dibîne tinene li cem me.

Nivîsên kurmancan dişbin bixwexweşanîna sîpe û xortên nûgihayÎ, bi dizî ye û bi lez e, zêde ne muhîm e bo wan ka kîjan keçê di xeyalê xwe de çêbikin, tenê pişta wan bê û ji vî karê tije <‘şermezarî>’ xilas bibin.

Erê civata me her şerm kiriye ku kêf bike yan bi xwe xweş biîne, şerm kiriye rastiyan bibêje û xwe eşkere bike. Ji ber wê tu li post û nivîsan dinêrî û tu dibînî çawa wek kerafiyê ne, him tije kîn û nefreta bi encama komplêksên zarotiyê ne, geh jî komplêksa ku heta îroj kêfa xwe veşartine û nebûne xwedan kesayetek ku xelk rêzê jê re bigire.

Eşkere dibêjim, tenê sûdê ji çend kesan werdigirim ku tilyên du destan derbas nakin û bi texmîna min, sûda min jî naghêje 10 kesan. Ji ber wê êdî baweriya min bi nivîsandinê û bandora wê li ser guhertinê pir kêm bûye.

Mihemed Xêr Şêxo

10.01.2015

Bersivekê binivîsin