Binyada Felsefeya Yewnaniyan

Binyada Felsefeya Yewnaniyan

Binyada felsefeya yewnaniyan, felsefeya/erdnîgeriya kurda ye. (Ramana dualîtî ye, nûzayîn û baldariya xwezayê û hwd.) Anku yewnaniyan xaniyê xwe, li ser xîmê ku kurdan wan daniye ava kirine. Lê yewnaniyan ramanên ku ji Mesopotamyayê bar kirine welatê xwe, wan bi awa û rêbazên mantiqî û rexnegir, baş sîstematize kirine.

Binyada/çavkaniya felsefeya rojavayê jî, felsefeya yewnana kevnare ye. Lê rojavayiyan wisa ne rasterast, lê bi saya/riya wergerên erebî felsefeya yewnaniyan naskirine.

Mesela rojavayî, ji Farabî re dibêjin mamosteyê duyem. Mamosteyê yekem Arîstotales e, lê ji ber ku wan Arîstotales bi saya berhemên Farabî naskirine, navekî wiha lêkirine. Lewma jî, di destpêkê de naskirina felsefeya yewnan û rojavayê girîng e, di pêşveçûna medeniyeta cîhanê de jî xwediyê roleka mezin in. Û lewma jî nabe ku em felsefeya wan biçûk bikin û bibêjin ku <gotinên beradayî ne.>

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

 03.12.2014

Bersivekê binivîsin