Bineşaxên Psîkolojiyê

Bineşaxên Psîkolojiyê

Bineşaxên Psîkolojiyê  

Psîkolojî wek zanistekî di sedsala 19 an de derketiye holê. Wek tê zanîn psîkolojî, berê wek bineşaxekê felsefeyê dihate hesibandin. Belam piştra, ji felsefeyê veqetîya û serbixwebûna xwe eşkere kir. Psîkolojî ji alîyekî ve di warên perwerde, endustrî û qlînîk de berfireh bûye û li alîyê din jî, bi ezmûnîtîya xwe, ji bo gelek qadan zanayiyan hilberandiye. 

1- Psîkolojîya Geşedanê 

Ji zarokatîyê heta pîrîtîyê, li taybetmendiyên geşedanî yên mirovan vedikole. Li zarokatî, xortanî û kalitîyê vedikole û dixwaze ku bizanibe di van deran de mirov di bin bandûra kîjan guhêrbaran de ne û ji wan çawa û bi çî rengî ketumet dibin. Psîkolojîya geşedanê, carina bi psîkolojîya perwerdehîyê re jî dikeve têkilîyê û hege pêwist be, alîkariyê jî ji wan dixwaze. Ji ber berfirehbûn û pêşveçûna di zanayîyê de psîkolojîya geşedanê, bûye wek du beşan: 

A-Psîkolojîya zarokan

B-Psîkolojîya ezeban 

2- Psîkolojîya Perwerdehiyê 

Di pêvajoya perwerdeyê de bi armanca guhêrandin û pakkirina tevgerên şexsan, rênîşanderîya perwerdekaran dike. Mijarên wê yên sereke bilindkirina qalîteya perwerde û hîndekarîyê, guncankirina perwerde û hîndekarîyê, eşkerekirina têkilkiyên di navbera taybetmendiyên geşedan û perwerdeyê de û hwd. in. Fêrbûn, motîvasyon, teorîyên geşedanê, birêvebirina polan û hwd. jî babetên vekolandinê ya psîkolojîya perwerdeyê ne. 

3- Psîkolojîya Qlînîk 

Armanva vê bineşaxa psîkolojîyê nasandin (teşxîs) û başkirina mirovên ku tevgerên wan ne ne normal in û nikarin jiyana xwe ya civakî bidomînin (ango, dîn in), ne. Psîkologên qlînîk (psîkologên dînan) teknîkên mîna test, hevdîtin û hwd. bikar tînin. Pir caran psîkîyatrî û psîkolojîya qlînîk, wek hevdu têne dîtin. Lê ev yek çewt e. Psîyatrî, bineşaxeka tipê ye û bi dermanan ji bo başkirina nexweşên psîkolojîk yên ku nexweşiya wan gişran e, dixebite. 

4- Psîkolojîya Pîşesazîyê/Psîkolojîya Endrustrîyê 

Psîkolojîya pîşesazîyê, li pîşesazîyê tê sepandin (tetbîq kirin). Mijarên wek têkiliya şexsan û hilberandinê, xebata tîman, geşedana performansê, motîvasyona kar, behre, têrbûna kar û hêztêdenemabûn (jihalketîbûn- tukenmîşlîk) û hwd. jî babetên psîkolojîya pîşesazîyê û li wan vedikole. 

5- Psîkolojîya Şêwirdarîyê 

Ev şaxê psîkolojîyê, di başkirina mirovên ku pirsgirêkên wan yên lihevkirinê (guncanîyê, rikibanê) hene û hê ne hatine radeyeka qlînîk de, xwedîbandûr e. Axlebî, bi mirovên ku pirsgirêkên wan yên kar (meslekî) û aqademîk hene re mijul dibe. Gelekî dişibe psîkolojîya qlînîkê. Psîkologên şêwirdar (şêwirmend) li ser nexweşên xwe car caran testan disepînin û bi wan re hevdîtinan pêk tînin. 

6- Psîkolojîya Kesayetîyê 

Bineşaxeka teng ya psîkolojîyê ye û di psîkolojîya kesayetîyê de psîkolog bi şexsan re mijûl dibin û li ser wan testan disepînin. Di vê xalê de dişibe psîkolojîya qlînîkê. Belam babeta psîkolojîya qlînîk, mirovê ne normal (dîn- har) in û babeta psîkolojîya kesayetîyê jî, mirovên normal in û dixwaze ku wan fêhm bike. 

7-Psîkolojîya Sosyal 

Psîkolojîya sosyal, bi pirsgirêkên şexsan yên ku sedemê wan jiyana civakî ne û li ser kesayetîya wan xwedîbandor in, disekine û hewl dide ku wan fêhm bike. Ji bo vê yekê jî, bi kom û komikên civakî (sosyal) re dixebite. Axlebî, xebatên ezmûnî pêk tîne û li ketumetbûnên ku di nav mirovan de xwiya dikin vedikole. Car caran jî li ser  awayê tevgerîna mirovan (tutuman) lêkolînan dike. Wek mînak: Awa û sedemên tevgera mirovan ya êrîşkar, li hemberê yên dijcisnê xwe û hwd. Herweha sosyal psîkolojî li ser moda û propaxandayê jî radiweste û li bandûra wan ya li ser şexsan vedikole. 

8- Psîkometrîk Psîkolojî 

Bingeha vê bineşaxê, pîvan e û ji bo bineşaxên din yên psîkolojîyê testên nû hildibirînin û pêbaweriya testên ku niha têne bikaranîn, cardin diceribînin. Bi kurtahî mirov dikare bibêje ku ev bineşax, alav û rêbazên ku bineşaxên din hewcadarê wan in, hildibirîne. 

9- Psîkolojîya Fîzyolojîk 

Li bandora avahîya mirovî ya fizîkî (daketin an bilindbûna guşara (pestoya) xwînê, adrenalîn û stres û hwd.) ku li ser cîhana hestan xwedîbandor e û avahiya derûnî (cîhana hestan) jê ketumet dibe, vedikole. 

10- Psîkolojîya Têgiheştinê 

Ji vê bineşaxa psîkolojîyê re, psîkolojîya bilişsel tê gotin. Babetên vê bineşaxê vekolandina hiş (bîr), bîranîn û jibîrkirin, têgihiştin, çasreserkirina pirsgirêkan û ziman e û ev bineşax, dixwaze ku bi pêvajoyên bingehîn yên li ser van têgehan xwedîbandor in, bizanibe.  

11- Psîkolojîya Edaletê 

Psîkolojîya Edaletê, bala xwe dide çêkirin û cîbicîanîna (sepandina) zagonan û bandora wan ya li ser kesayetiyan. Mesela em bibêjin zarokekî ku dizîyê dike û dertê dadgehê, mijara psîkolojîya edaletê ye. Herweha li psîkolojîya sûcdar, bersûc (sanik) û şahîdan jî vedikole û dixwaze ku bi psîkolojiya wan bizanibe. 

12- Psîkologên Zêhna Çêkirî 

Psîkologên zêhna çêkirî, di jiyana me de li ser bandora têknolojîyê radiwestin. Bi taybetî jî pêşveçûna teknolojîyê, li ser jiyan û kesayetîya mirovan xwedîbandor e û ev psîkolog, dixwazin ku têbigihêjin vê yekê. Ev bineşaxa psîkolojîyê, li ser zêhna çêkirî û wergerên ku ji aliyê computuran ve têne çêkirin radiweste. 

13- Psîkolojîya Hawirdor 

Li ser hawirdorê û guhêrbarên ku bi hawirdor re têkildar in radiweste. Ev guhêrbar li ser tevgerên mirovan û koman xwedîbandor in û kom û mirov, ji van guhêrbaran ketumet dibin. Ev guhêrbar (degişken) jî reng, cîh, tîn (têhn), şewq û hwd. in. Ji bilî van guhêrbaran, dibe ku hindek bûyêrên civakî jî (wek hawirdor, dawet, kûştin, zewac, keçrevandin û hwd.) bandor li mirovan bikin û mirov, ji wan ketumet bibin. 

14- Psîkolojîya Tenduristîyê 

Armanca sereke ya vê bineşaxa psîkolojîyê, parastin û pêşxistina tenduristîya mirovan û ji nexweşiyan parastina wan e. Ji bo pêkanîna vê armancê jî, li ser sîstemên tenduristîyê radiweste û dixwaze ku wan berfireh bike û bi pêş ve bibe. Ev bineşaxa psîkolojîyê, hê nû nû berfireh dibe. 

15- Psîkolojîya Sporê 

Ev bineşaxê psîkolojîyê li ser psîkolojîya çalakîya sporê, têkiliyên di navbera spor û kesayetîyê û di sporê de psîkolojîya kom û komikên biçûk radiweste û dixwaze ku bi hêmanên psîkolojîk yên li ser sporvanan xwedîbandor in bizanibe. Ji bilî van, li rêbazên sportîf û îradeyê vedikole. 

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com 

Çavkanî: Destpêka Zanista Psîkolojiyê – Ali Gurdilî  

Bersivekê binivîsin