Bila Newroza Miletê Kurdistanê Pîroz Be!

Bila Newroza Miletê Kurdistanê Pîroz Be!

Bila Newroza Miletê Kurdistanê Pîroz Be!

Îsal dîsa Newroz e û kiloçê serê salê ye jî. Hewce nake ku ez behsa meha adarê bikim. Lê wekî hûn jî dizanin meha adarê ji bo me hem dilbiêş e, êş û azar e  û hem jî kêfxweşî ye.  Helebçe bi serê xwe bes e ji bo êş û azara me û îro jî Şingal li ber çavê me ye ku hêjî rizgar nebûye û bi hezaran keç, zarok  jinên me di destê  xwinxaran de ne. Li rojavayê Kurdistanê û başûrê Kurdistanê bi hezaran şêhîden me hene û li rojhelatê Kurdistanê roj tune ku ciwanek me neye darvekirin. Li serde jî pêşmegeyên me ên ku di destê xwinxaran de ne, biryare ku 21 pêşmerge di roja newrozê de bişewitîn in. Em qet behsa penaberan nekin ku hêjmaran wan bi mîlyonan e. Li bakûrê Kurdistanê her roj  miletê me li ber êrişa polîsan û eskeran de dimeşe û di nav salên derbasbûyî de  jî bi hezaran kes hatine kuştin û cihê wan hêj jî ne diyare ka li kuderê û bi çi awayê hatine qetîl kirin. Eva bû sedê sal in ku halê me û rewşa me weha ye û em har sal li benda meha adarê ne ku hêviyên me geş dibe û li gel hemû malbatên xwe ji bo hêviya guhertina jiyanê dikevin kolanan û Newrozê pîroz dikin.

Bila her kurdek bifikire ku ewana hemû li xwedî malbat in û li xwedî dê û bav in. Hemû dê û bav dixwazin herdem li cem zarokên xwe bin wana difikirin û zarokên xwe bêpîwan û bêşert hez dikin. Her dê û bav dixwaze zarokên xwe baş mezin bike û ji bo bikaribin jiyanek bextewar bijîn  û bêpîwan û bêşert kar  dikin û keda xwe didin ji bo zarokên xwe. Divê em hemû kurd xwe bixîn dewsa wan dê û bavan û ji bo wan û zarokên wan bifikirin. Ew hemû zarokên me ne, jinên me ne û keçên me ne û li ber çavê me,  di nav êş û azarê de dijîn.

Divê her kurd bifikire ku em gişt kurd û Kurdistan, nikarin êdî bêdeng bin û bêxem bin ji bo jiyana dahatûya me û divê em vîzyonek ji bo xwe biafirînin ku bibe parastinekî ji bo jiyana Kurdistanê. Dinya me mixabin ji miletan û dewletan pêk hatiye û hemû cînarên me li xwedî dewletê xwe ne. Her kurdek ku biçek bifikire, dê bizanibe ka çi ji me re pêwîste ji bo garantiya jîyana zarokên me. Di nav wan dewletan de her kurdek dikare bibîne bê dewletbûn tê çi wateyê. Çawa ku dê bav bêşert û bêpîwan li ser zarokên xwe difikire û hez dike, divê em jî bêpîwan û bêşert ji miletê xwe hez bikin û dewleta ku bête avakirin hez bikin. Em nikarin êdî di nav wan dewletên dagirkeran de diwaroja zarokên xwe ava bikin û divê kurd hemû bi yek carî biryar bidin û rê nedin ku ew xwinxwarên  ku der barê dahatûya me de biryar bidin. Bila Newroza me, îsal jî piroz be ji bo hemû miletê Kurdistanê, lê nabe ku em di eynî rewşê de newroza paşerojên xwe pîroz bikin.

Sultan Arslan

19.03.2015.

Bersivekê binivîsin