Bihuşta Nû

Bihuşta Nû

Bihuşta Nû 

Mirovan çekê wisan çêkirine, dikarin bi yek pêçiyê sitêrkan, kevirê asmana tune bikin. Çekên wisan derhênane, dikarin bi yek bruskê erdhejê çêbikin û dikarin erdê tevî serûbino bikin. Di dema erdheja Wanê de min hindekî ev mijar kolabû. Piştî erdheja Wanê sal bihurîn filmek di wî filmî de jî min heman encamên lêkolînê dîtin. Pergalên wisan hatine pêşxistin ku bi berê hewaya erdê bête guhertin û bi rêka tîrêjên radyasyona an jî elektromanyetîk dikarin li devera ku bixwazin erdê bihejînin û têk bidin. 

Lê van mirovan got ku ; “Em xwe ne westînin, di rewşeka wisan de dê cihê quna me jî jidest biçe. Em jî aram û azad û dilxweş û kêfxweş namînin. Ê wê çaxê em tiştekî wisan bikin ku bi bêdengî herroj em hejmara mirovan kêm bikin û erdê tenê ji bo hindek mirovan an ku tenê ji bo xwe bikar bînin û bi bextewerî em tuxmê xwe bidin jiyandin.”  

Berî bi 15 salan ez pê hesiyam ku filmên Hollywood ê senaryonên pêşerojê berî ku pêk bên pêşanî mirovan didin. Lê dema min li filmên kevin temaşe kirin xuyan dike ku rastî jî wisane.

Filmê „ELYSIUM“ an ku „Bihuşta nû“ jî senaryoyeka wisane. Cîhan têk diçe, lê dewlemendan ji bo xwe li asîman cîhaneka dîtir ava kirine. Hemî tiştên ku ji bo mirovan pêwist li wira çêkirine. Mekîneyên wisan derhênane ku di nava xulekekê de hemî nexweşiyên mirovan derman dike û mirovan saxlem dike.  

Ji bo ku cîhanekî wisan ava bibe. Ne bi atomê, ne bi napalma, ne bi muşek û çekên ev armanc pêk nayê.  

Û çekeke nû derxistin. Ev çek ne xerdele, ne napalm ne jî atom.
Ji wana gelek baştir, ji wana gelek bêdengtir, û suda xwe ji wana gelek bêhtir. Bi vê çekê çi tê kirin?

Bi vê çekê mirov têne kuştin, bi vê çekê 6 milyar mirov hêrsa xwe didine der, dijûna dikin, nifira dikin, hêrs dibin û berê hêrêsê wan tenê diçe ji vê çekê re. Kesek ji Emerîkaya mezin, Ewrûpa ya mezin, Rûsyaya mezin hêrs nabe. Berovajî ev hêzên mezin û xwediyên „Bihuşta nû“ wekî hêzên rizgarker û mirovhez bêhtir derdikevin pêş.

Ev çeka nû „Mirov“ bû
Hêza wê „ Baweriya Îslamê“ bû

Nasnameya wê „ El qaîde, el nûsra, Daîş hwd.“

Karê ku rejîma Iraqê bi xerdelê kirî vana herroj dikin û bi dermança dikin, bi keleşkofa dikin. Karê ku Emerîka li Hîroşîma kirî vana herroj dikin û hêrsa mirovan jî kontrol dikin.

Di hemî deverên torê, mediaye, rojnamegeriyê de hêrsa mirovan bi dijûnan, bi nifiran û peyv û gotinên hêrs û xirab ve digrin ser xwe. Him cîhanê ji bo mirovên bi hêz diguherin, him jî hêrsa mirovan digrin ser xwe.

Kontrola herî mezin li ser hestê mirovan piştî salên 2000 a dest pê kir û piştî salên 2010 an jî gihişte armanca xwe. Wisan diyare ku di salên 2025 an de jî dê ev „Bihuşta nû“ bi hemî aliyên xwe ve ava bibe. Jêkirina serê mirovan, bi serê mirovan bigot leyistin, hezar kes di rojekê de kuştin, bi fermana xwedê çêdibe. „Allah û Akbar“ an ku „Xweda yê/ya herî mezine“

Dema ku xweda li rojavayê cihanê xwe mezin dike, li rojhilatê cîhanê jî hestên mirovan bi rêkva van bûyeran ve bi rengekî pispor û pêşketî tête kontrolkirin… 

Agirî Soran

21.06.2014 

Ger çavkanî neyê nîşandan, wergirtina gotaran qedexe ye…

Bersivekê binivîsin