Bi Terzê Yewnanî Meşşaîparêzî

Bi Terzê Yewnanî Meşşaîparêzî

Weke Tevgereke Felsefî û Bi Terzê Yewnanî Meşşaîparêzî

Meşşaîtî yan jî Meşşaîparêzî, navê wan komên fîlozofên Misilman bûye ku bi bandûra Arîstotelesî felsefeyên xwe hilberandine. Jiber ku Arîstoteles li derve digeriya û dersên xwe bi wî hawî dida, ji vê yekê re <Perîpatos, Peripatetisme> hatiye gotin ku erebiya vê peyvê, <Meşşaiye, Meşşaitî> ye.

Meşşaîyeparêz, baweriya xwe bi aqil anîne û wiha parastine ku mirov bi rêya aqil dikare têbigihêje Qûranê û têbigihêje hemû zanyariyên dînî/olî. Jiber vê yekê jî, ta radeyekî mirov dikare bibêje ku ew Rasyonalîst/Aqilperest in. Nûnerên vê tevgerê yên sereke li rojhilatê El Kindî, Farabî, Îbnî Sîna û li rojavayê jî Îbnî Ruşd in.

09.01.2015

Bersivekê binivîsin