Bi kurt kurmancî, Peyva Kurmanc an Kurdmanc û Kurd
Bi kurt kurmancî, Peyva Kurmanc an Kurdmanc û Kurd
Mîr Celadet Bedirxan di tev nivîsên xwe de peyva (Kurdmanc) bi wateya Kurd bikar aniye û wek ku diyare peyva (Kurmanc), navê Kurda ye. Belê ev peyv ji kengî ve di civaka me de hatiye bikar anîn û ji kîjan çînê re ye? Ta niha ne eşkere ye. Bi tenê em zanin, ji çînek civakê re tê gotin, ew çîna xwedî kar û pîş, ew çîna gundî û feqîr û hejar re tê gotin..
Kevintirîn belge li dor vê yekê, helbestek melayê Cizîrî ye, dema dibêje:
Mîr û Kurmanc li holan qederek westane
Lê di nîvê bi hev û tîpê ereb hatine ceng
Piştî wî bi dor 70 salî. Ehmedê Xanî jî, ev peyv bi wateya (KURD) bikar aniye, dema dibêje:
Ev Rom û Ecem bi wan hesarin
Kurmanc hemî li çar kenarin
Herdu terefan qebîlê Kurmanc
Bo tîrê qeza kirine amanc..
Hem jî dibêje:
Kurmanc im û Kohî û Kinarî
Van çend xeberêt Kurdewarî..
Belê di baweriya min de, dema ku Mîr Celadet Bedirxan peyva Kurdmanc di Hawara xwe de bikar aniye, wî zanî bû û ji xwe bawer bû… Erê wî bi wateya KURD bi kar aniye. Mane em gelek caran ji hev re dibêjin; Bi kurd kurmancî..
Û ez bi xêr û hûn bi selametî
Konê Reş
Qamişlo, 27.01.2015