Bextewariya Mirovî û Bajarê Xwedîerdem di Ramanên Farabî de

Bextewariya Mirovî û Bajarê Xwedîerdem di Ramanên Farabî de

Bextewariya Mirovî û Bajarê Xwedîerdem di Ramanên Farabî de

    Ebu Nasr Muhammed el-Farabi (870-950), yek ji wan feylesofên herî girîng ê Serdema Navîn e. Derheqê jiyana wî de, zanîniyên me gellek kêm in û pirraniya zanîniyên me jî, ji desta duyemîn hatine veguhastin û hevnegirtî ne. Wusa xwiya dike ku Farabî, mirovekî nefbiçûk bûye û jiyaneke sade jiyaye û ne daye dû navdariyê. Berhemên wî jî, berhemên gellek bitevsîlat û giranbiha ne. Bi rastî jî ew feylesofekî rastîn û gewre ye ku mîna hevdemên xwe, ne tenê şirovekarê feylesofên dewra yewnan ya klasîk bûye. Berhemên wî, di demekê kurt de hatine nasîn û zû belav bûne. Li gor bîr û baweriya Îbnî Sîna ku yek ji wan feylesofên Sedsala 11a ye, ji bo fêrbûna felsefeyê û bi taybetî jî ji bo têgihiştina felsefeya Arîstotalesî, divabû berhemên Farabî baş bihatana xwendin. Di Serdema Navîn de, lêzedekirina Farabî ya herî zêde di warê nûkirina felsefeya siyasetê de pêk hatiye, ku ji dema pêşwext ya filehtiyê ve herdem bêxêr bûye û qels maye.

Berhema herî girîng ya Farabî, bêguman ‘Bajarê Xwedîerdem’ e (El-Medinetü‘l-Fazıla) ku bi îxtîmaleke mezin beriya mirina xwe di sala 950an de, temam kiriye. Wuha tê fikirîn ku Farabî ramanên xwe yên ku di berhema xwe ya navdar de aniye zimên, di sala 949an de li Misrê berfireh kiriye û piştre jî, li Şamê temam kiriye. Ev berhema wî, meriv dikare bibêje ku ji bo berhemên wî yên din jî bûye mîna lokomotîfekî û ku berhemên wî yên berê jî, di nava xwe de diguncîne. Berhema wî ya ‘Bajarê Xwedîerdem’, seranser metneke felsefî ye û felsefeya wî, bi temamî vedibêje. Tiştê ku em li vir dibêjin lêzedekirina wî ya felsefî ye, wate ne dubarekirina argumanên felsefî yên berê ne. Di vê berhema xwe de Farabî, bi awayekî piratîk felsefe dike û ramanên xwe yên li ser siyasetê analîz dike.

Di destpêka kitêbê de Farabî hewl dide ku form, avahî û fonksiyonên dinyayê ku mirov bi xwe jî perçeyeke wê ne û dixwazin ku têde xwe bigihînin bextewarî û bêhempatiyê, şirove bike. Balkêş e, Farabî di tu dera berhema xwe de balê nakşîne yan nade ser azadiyê û ji azadiya mirovî tu carî gumanê nake. Di berhemê de tê gotin ku meriv ne bi rêya veguhastina serboriyên bav û bapirên xwe, lêbelê bi keda xwe digihêjin bêhempatiyê. Bêhempatiya mirovî jî, encax bi rêya avakirina bajarê xwedîerdem û bi rêya civakeke siyasî ya ku bi awayekî bêgav rê li berdewamiya bajêr vedike dikare pêk were. Ji bo bextewarî û ewledariya mirovan, pêdivî bi gellek tiştên ku ew bi xwe nikarin çêkin yan jî hilberînin heye. Lewre heke mirov bi mirovên din re hevkariyê nekin û nekevin hewldana pevxebatekê (civakitî) nikarin xwe bigihînin armancên xwe.

Farabî li gor mezinahiya xwe, behsa sê formên civakên îdeal (medîne) dike; civaka mezin, navînî û biçûk. Civaka herî mezin (têrxelk), yekîtiya hemû nişteciyên cîhanê ye, ya navînî tekabûlê miletan (ummet) dike û ya biçûk jî, bajar e. Civakên ku li vir nehatine nasandin gund, tax, cirantî û mal (xanî) in. Gund û tax, bi saya bajêr hene. Farabî têkiliya bajêr û gundan, bi xizmeta ku tê raberkirin şirove kiriye. Ligel vê yekê tax, perçeyekê bajêr e û bi bajêr re di nav têkiliyê de ye. Cirantî jî, perçeyeke taxê ye û mal jî, perçeyeke cirantiyê ye. Ligel vê yekê bajêr perçeyeke axa ku milet xwediyê wê ye, ye û milet jî, perçeyeke tevahiya mirovahiyê ye. Farabî, li ser vê mijarê wekî feylesofên yewnan yên dewra klasîk (Platon, Arîstotales) nafikire, lewre e wan bajarê îdeal, bi sînorên ‘polîsê’ bi sînor kirine.

Çavdêriya Farabî ya tecrubeya dîrokî wate Împaratoriya Îskenderê Duqiloç, Împaratoriya Romayê, Împaratoriya Pers-Sasanî û Halifetiya Ereb, wî ber bi formên ji ‘polîs’ mestir ve daf daye. Farabî gerdûnîtiyê, ango ji bo ku bikaribe bextewariyê derbixe asta herî bilind, civakekê ‘panhumanîst’ pêşnûma kiriye û di vê mijarê de jî, meriv dikare bibêje ku feylesofê yekemîn e. Li gor baweriya Farabî, meriv encax bi rêya bajêr yan jî ‘efdal hayra’ dikare bigihêje başiyê, neku li kom yan jî civakekê din. Bajarê îdeal, ew bajar e ku ji bo bextewariya xwe, meriv tevde ligel hev dixebitin. Neteweyê herî baş jî, ew netewe ye ku ji bo bextewariya hemû bajaran kar dike ye. Hasilê, meriv dikare bibêje dewleta îdeal ya Farabî, di wê demê de ne pêdiviyeke rasyonel bûye, lêbelê mîna dewleteke îdeal ya gerdûnî hatiye pêşnûmakirin, ku hemû netewe ji bo wê dewleta gerdûnî di pevxebatekê de ne. Farabî ji bo ku teoriya xwe tequz bike, bajarê îdeal dişibîne laşê mirovî. Livokên laşê mirovî jî, heryek xwediyê wesf û nirxekê cihê ne û bi awayekî hiyerarşîk hatiye afirandin. Meriv dikare heman hiyerarşiyê, li bajêr jî peyda bike. Meriv ji zayîna xwe ve, ji hev cuda ne, cihêreng in û di civakê de jî heryek ji bo wezîfeyeke cihê hatiye wezîfedarkirin. Helbet, ji hêla îmkan û derfetan ve jî cihê ne, wate ne wekehev in.

Çawa ku dil, xal û navenda herî girîng ya laşê mirovî be, bajar jî ew malik û serek e ku hemû erdeman di xwe de dicivîne. Wate, kesê ku di nav bajêr de, bandêra bajêr û xweşhaliyê diparêze, serekê bajêr e. Herweha, dîsa berpirsiyar û wezîfeya wî ye ku mirovan li gor behremendiya wan wezîfedar bike û ji tevlihevî û nearamiya bajêr jî, dîsa ew berpirsiyar e. Herkes, li gor pile (tebeqeya civakî) û behremendiya xwe karekî pêk tîne û herkes nikare bibe serekê bajêr. Ji bo bidestxistina vê saziyê (serokatiya bajêr) du şertên serke hene: ya yekemîn divê meriv xwediyê xuyeke baş be û ya din jî divê perwerdehiya ku pêdivî pê heye girtibe. Bi saya vê perwerdehiyê, serekê civakê dikare wesfên xwe û îradeya xwe xurtir bike, lêbelê ji bo vê yekê jî divê ku ew miroveke guncan be bo vê wezîfeyê.

Pirraniya mirovan meyldarê xizmetkirinê ne, ne rêveberiyê. Zanînî (zanayî, zanyarî) ji bo bidestxistina serokatiya bajêr, şerteke jêneger e. Ji bilî vê yekê, divê serekê bajêr behremend û xetîbeke baş be jî û ji bo pêdiviyên şer jî, divê xwediyê binyateka zexim û berxwedar be. Farabî, di cîhana xewn û xeyalan de najî, lewre ew bi xwe jî dibêje ku pirr zor e ku meriv bikaribe mirovên ku xwediyê wesfên serekê bajêr in peyda bike. Ji ber vê çendê jî, dibêje kesên ku kêm zêde xwediyê wan wesfên sereke ne, ew jî dikarin bibin serekê bajêr yan jî lîjneyek hevpar jî dikare di şûna serekê bajêr de, karê serekê bajêr pêk bîne. Ligel bajêrên xwedîerdem û nêzîkî wan, bajarên nelirê jî hene; bajarên dijber û berçewt. Ev bajêr, bajarên nezan in, li dijî fermanên Xwedê radibin (fasik in), hatine guhêrtin û şaşwaz in. Bajarê nezan, ew bajêr e ku şêniyên wî bajarî nenasê bextewariyê ne. Bajarê ku dejenere bûye (fasik) berê mîna bajarê xwedîerdem bûye, lê piştre bûye dijberê bajarê xwedîerdem.

Farabî têkiliya felsefe û olê jî, di çerçoveya dewletê de dinirxîne. Kesên ku alikariya mentiqê û nîşandana delîlan hemû tiştan fam dikin, ew feylesof in. Xêra têgihiştina wan jî, digihêje der û dora wan û ji xwe feylesof jî, rastiyê vediguhezînin xelkê xwe. Li milê din, mirovên din jî bi rêya mimesîsê (teqlîdê) zanîniyên ku pêdiviya wan pê heye, bi dest dixin. Her du rêbaz jî, formên zanistî ne, lêbelê zanyariya feylesofan bêşik ji yên din rasertir e. Li gor vê rewşê bajar û neteweyên ku ji olên cuda ne, ji ber ku li dû armanceke hevpar dimeşin, dikarin bi awayekî serbixwe hebin. Hemû bajarên ku hene, bi rêya bidestxistina zanîniyên ku bi rê û rêbazên mantiqî û nîşandana delîlan têne avakirin. Lewre jî ji arguman û fikrên cihê yên ku xwe dispêrin deranên çewt re, cih tune. Her ramana cihêreng, divabû encama ravekirineke çewt bûya. Lêbelê, li cem kesên ku zanistê bi rêya sembolan bi dest dixin, rewş cihê ye. Di vê rewşê de dibe ku hinek ramanên cihêreng û dubendî, derbikevin holê.

Farabi1

Farabî di rêveberiya gel de bikaranîna olê (dîn), bi awayekî pirr dijwar rexne dike û vê yekê, bi eşkerayî jî dibêje. Berhema Farabî ya Bajarê Xwedîerdem (El-Medinetü’l-Fazıla) yek ji wan berhemên girîng a dîroka çanda serdema navîn e û di warê felsefeya siyasetê de jî, berhemeke hêja û sembolîk e. Meriv dikare bibêje ku piştî berhema Augustinusî (354-430) ya Dewleta Xwedê, berhema Farabî ya Bajarê Xwedîerdem jî girîngtirîn berhem e. Herçuqasî di kitêba Farabî de mijarên metafizîk, felsefeya xwezayê û psîkolojiyê jî cih bigrin jî, Farabî wan zanîniyan ji bo bingehkirina felsefeya xwe ya siyasetê ya paratîkî û ehlaqê vedibêje. Ji bo vê yekê jî, çerçoveyeke mantiqî ava dike. Li gor baweriya Farabî bajêr, perçeyekê gerdûnê/dinyayê ye û beşdarê fonksiyon û avahiya wê ye.

Beriya Farabî jî, hinekan li ser vê mijarê kar kiribûn, xwe ceribandibûn; lêbelê ev rahişmendiya wî, bûye rênîşanderê dîroka ramanî. Berhema wî ya Bajarê Xwedîerdem, demekê dirêj bandûrê li ramana siyasî ya ereb û cihû kiriye. Wekî gelek berhemên feylesofên ereb yên serdema navîn, kitêba Farabî ya Bajarê Xwedîerdem jî li latînî nehatiye wergerandin. Ligel vê yekê jî gelek ramanên Farabî yên felsefî û siyasî, bi rêya wergerên kitêbên Îbnî Ruşd û Îbn Meymun, li Ewropayê xweş belav bûne. Di berhema Farabî de du xalên girîng hene, ku di dema me de jî girîngiya wan berdewam dike, ku ew jî ev in: Ya yekemîn, di çerçoveya dewletê de têkiliya dîn û siyasetê û ya din jî, destnîşankirina pêdiviya avakarina dewleteke cîhanî ye. Li cem Farabî felsefe, ji bo ku meriv çêtir pê têdigihêje rastiyê yan jî rasteqîniyê, ji ol watedartir e. Ol, ji bo têgihiştina gel  bi awayekî sade vegotina yek heqîqetekî û rahişmendiyek bi vî rengî ye.

Di encamê de, heta ku bi awayekî çewt rasteqîniyan venebêjin, hemû ol watedar, girîng û rêzbar in. Bêguman, heke ew ji rastiya/rasteqîniya mantiq û felsefeyê dûr bikevin û rasteqîniyê bi awayekî çewt dahûrînin, dê talûkedar bin. Ev angaştên Farabî, herçuqasî ji aliyê teologan ve bi hemd hatibe dîtin û bi senkretîzma olî hatibe tawanbarkirin jî, ji bo dema xwe berhemeke feydedar e û ji bo dema me jî berhemeke aktuel e, ku girîngiya xwe hêjî wenda nekiriye û bûye sebeb/çavkaniya xweşdîtinê. Farabî, di civakekê piretnîsîte de jiyaye û ew bi xwe ne ereb bû. Bêguman wî baş dizanibû ku ol ji aliyê siyasetmedar û serekên olî ve, ji bo berhêlîkirina gel bi awayekî çewt dihate ravekirin. Li gor baweriya wî; gelên ku ji dewra dewletên polîsê yên antîk yewnanê derbas bûne û xwe gihandine împaratoriyên mezin yên cîhanê, heta ku xwe ji rikberî û çavnebariya olan xilas nekin, ne pêkan e ku ligel hev aşt bin û bi aramî bijîn.

Georgios Steris

(Dersdarê Beşa Felsefeyê ya Zaningeha Atînayê, National and Kapodistrian University of Athens)  Çavkanî: Kovara ‘Sabah Ülkesi’, Hejmar 43. 2015

Werger: Ali Gurdilî  

felsefevan@hotmail.com

Bersivekê binivîsin