Beşên Felsefeyê

Beşên Felsefeyê

Beşên Felsefeyê

Mijarên felsefeyê bi gelek awayan hatine dabeşandin. Mesela di perwerdehiya lîseyê (bakelorî) di perwerdehîya felsefeyê ya giştî de felsefe, di pênc (5) beşan de felsefe tê xwendandin.

Ev beş jî ev in

1- Metafizîk

2- Mantiq

3- Teorîya zanayîyê

4- Etîk (felsefeya exlaqê)

5- Estetîk (felsefeya hunerê)

Carinan jî tê dîtin ku mantiq wek zanisteka serbixwe tê xwendandin, wek psîkolojîyê. Carinan jî psîkolojî di nav bernameya dersên felsefeyê de tê xwendandin. Ji bo mantiqê mirov îro dikare bibêje ku ew wek zanisteka serbixwe derketiye pêş û bi beşên xwe yên “metodolojî”, “mantiqa sembolîk”, “mantiqa formel” û bi “lojîstîkê” re her diçe girîngîya wê zêdetir dibe.

Felsefe rasterast ne li zanista mantiqê, lê li bingeh û hêmanên vê zanistê vedikole.

Bi vî awayî jî dabeşandina li jor, digihêje lewneka wiha

1- Metafizîk

2– Teorîya zanayîyê

3- Etîk

4- Estetîk.

Belam di warê perwerdehiyê de dabeşandineka misoger û neguhêrbar tune. Dabeşandin, li gor welat an û dilêrîna perwerdehîyê, tê guherîn.

Li gor vekolandina mijarên felsefeyê jî, mirov dikare felsefeyê wiha dabeş bike

1- Metafizîk (vekolandina têgehên wek xwedê, rih, heyîn)

2- Teorîya zanayîyê (vekolandina bingeh û spartekên derketina holê ya zanayîyê)

3– Felsefeya exlaqê (li vekolandina tevgerên me yên baş û xirab)

4- Felsefeya hunerê (li vekolandina huner û têgeha <delal.>

5- Felsefeya xwezayê (vekolandina li ser xwezayê)

6– Felsefeya dîrokê

7- Felsefeya civakê

8- Felsefeya ziman

9- Felsefeya ol û gelek beşên bi vî rengî

Li gor dabeşandineka din jî beşên felsefeyê wiha ne

1- Ontolojî (felsefeya heyînê)

2- Gnozeolojîya ku li zanayî û heqîqetê digere

3- Aksolojîya ku li nirxên me yên <baş> û <xirab> vedikole (felsefeya nirxan).

Lê divê mirov ji bîr neke di bingeha hemû dabeşandinên şax û binaşaxên felsefeyê de hilika ramana felsefî heye û ya ku xala hevpar ya beş û bineşaxên felsefeyê pêk tîne jî, ev hilik e.

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Di Sed Pirsan De Danasîna Felsefeyê – Ali Gurdilî

Bersivekê binivîsin