Beşên Felsefeyê

Beşên Felsefeyê

Beşên Felsefeyê| Ali Gurdilî

Mijarên felsefeyê, bi gellek awayan hatine dabeşandin. Mesela di perwerdehiya lîseyê/bakelorî di perwerdehiya felsefeyê ya giştî de felsefe, di pênc beşan de felsefe tê xwendandin. Ku ew beş jî ev in…

1- Metafizîk

2- Mantiq

3- Teoriya zanayiyê

4- Etîk (felsefeya exlaqê)

5- Estetîk (felsefeya hunerê)

Carinan jî tê dîtin ku mantiq wek zanisteka serbixwe tê xwendandin, wek psîkolojiyê. Carinan jî psîkolojî di nav bernameya dersên felsefeyê de tê xwendandin. Ji bo mantiqê mirov îro dikare bibêje ku ew wekî zanisteka serbixwe derketiye pêş û bi beşên xwe yên <metodolojî>, <mantiqa sembolîk>, <mantiqa formel> û bi <lojîstîkê> re her diçe girîngiya wê zêdetir dibe. Felsefe rasterast ne li zanista mantiqê, lê li bingeh û hêmanên vê zanistê vedikole.

Bi vî awayî jî dabeşandina li jor, digihêje lewneka wiha…

1- Metafizîk

2- Teoriya zanayiyê

3- Etîk

4- Estetîk.

Belam di warê perwerdehiyê de dabeşandineka misoger û neguhêrbar tune. Dabeşandin, li gor welêt yan, dilêrîna perwerdehiyê diguhere.

Li gor vekolandina mijarên felsefeyê jî, mirovî dikare felsefeyê wiha dabeş bike…

1- Metafizîk (vekolandina têgehên weke xwedê, rih, heyîn)

2- Teoriya zanayiyê (vekolandina bingeh û spartekên derketina holê ya zanayiyê)

3- Felsefeya exlaqê (li vekolandina tevgerên me yên baş û xirab)

4- Felsefeya hunerê (li vekolandina huner û têgeha <delal.>

5- Felsefeya xwezayê (vekolandina li ser xwezayê)

6- Felsefeya dîrokê

7- Felsefeya civakê

8- Felsefeya ziman

9- Felsefeya ol û gelek beşên bi vî rengî…

Li gor dabeşandineka din jî beşên felsefeyê wiha ne…

1- Ontolojî (felsefeya heyînê)

2- Gnozeolojiya ku li zanayî û heqîqetê digere

3- Aksiyolojiya ku li nirxên me yên <baş> û <xirab> vedikole (felsefeya nirxan). 

Lê divê mirovî ji bîr neke, ku di bingeha hemû dabeşandinên şax û binaşaxên felsefeyê de hilika ramana felsefî heye û ya ku xala hevpar a beş û bineşaxên felsefeyê pêk tîne jî, ev hilik e…

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

26.04.2014

Jêder…

1- Di Sed Pirsan De Danasîna Felsefeyê. Ali Gurdilî. Çap nebûye.

2- http://www.felsefevan.org/besen-felsefeye.html

Ger çavkaniya gotaran neyê nîşandan, wergirtina wan qedexe ye…

Bersivekê binivîsin