Bêrîkirina Rabirdûyê

Bêrîkirina Rabirdûyê

BÊRİKIRINA RABIRDÛYÊ

     Civaknasê faris Alî Şerîatî dibêje; “Gava ku em li dîrokê dinêrin benîadem tim li benda tiştekîne û dipayîn. Tim û tim mirov bawer dikin ku ew li xal a herî dûr a ji demên zêrîn in. Tim bêriya şeristaniyê mezin û demên zêrîn ê van şaristaniya dikin. Wekî mînak ku em li Sumeriyan dinêrin em dibînin ku Sumerî tim bêriya demên zêrîn ê pêşiya Tofana Nûh kirine û baweriya xwe bi vî anîtine: Çiqasî em berê xwe bidine dahatû (paşeroj) yê em ê hewkasî bi bêxtreşî û bi poşmanî bijîn.”

     Bi rastî çikasî jî jiyana mirov xweş be, çikas bi aram û bê pirsgirêk be jî mirov bêriya demên berê dike. Pirî cara min ji devê pirî kesî vê hevokê bihîstiye: xwezî bi rojên berê ku ew çax çikas xweş û geş û bêderd bû jiyana me.

     Pirî mirov dixwazin vegerin demên zaroktiya xwe. Tiştê ku balkêşe jî ev e ku mirovên dewlemend jî, mirovên xîzan jî, mirovên ramanwer, feylesof, helbestvan û nivîskar jî, mirovên bê kar û xwedî kar jî û mirovên zewicandî û ezep jî hema hema hemû mirovên ku li ser vê dinya yê dijîn dixwazin ji nû ve vegerin zaroktiya xwe. Hetanî di straneka Kurdî da stranbêj wiha dibêje:

1)“Sibê zû hişyar bûma                2) Çawa berx bêzar bûma 

    Pêxwas û bê şal bûma                   Bê mal û bê kar bûma

    Ling terikî lêvên ziwa                   Rihê saedet dilê can         

    Xwezî dîsa zar bûma                     Xwezî dîsa zar bûma     

     Belê ev rastiyek jiyanê ye. Ji ber ku demên herî xweş ê di jiyana mirovan da demên zaroktiyê ne pirî mirov xweziya xwe bi wan dema tînin.

     Civaknasê navdar Îbn Haldûn avabûn û civirîn a dewlet û şaristaniya dişibîne jiyana mirova û dibêje dewlet jî wekî mirovan dertên holê, mezin û kal dibin û di dawiyê da jî dimirin. Îbn Haldûn vê pêvajo yê  wek pênc bêşa dabeş dike. Lê ez ê li ser van bêşa nesekinim lewra ez dixwazim li ser ku çawa ku mirov tim bêriya demên xwe yê berê dikin wisa dewlet û şaristanî jî bêriya demên xwe yên zêrîn û birqokî yê berê dikin bisekinim. Bi rastî jî dewlet çikas mezin û bi hêz be jî yan hinek rêvebirê wê dewletê yan hinek welatî yê we dewletê û yanjî van herdûka bi hev re dixwazin dewleta wan wek demên berê be ku ew dem wek demên herî zêrîn tê pejirandin. Gelo ev fikr bi tenê di mirovên roja me da tê dîtin yan? Naxêr!

     Gava ku em li dîrokê dinêrin em dibînin ku bi nêzikî 2500 sal berê li welatê Çîn ê Konfuçyus gotiye; “Rabirdû,  hêma û nîşan a demên zêrîn e.” Û li gorî Konfuçyus di dirêjahiya van deman da mirovên zana û ferzan rêvebir bûne. Van kesa ne tenê zana bûn di heman demê da ji aliyê sincî û ehlaqî da jî karên baş û pîroz kiribûn û dikirin ku hemû gel di nav aştî, ahengî û guncaniyê da bijîn. Û wiha digot Konfuçyus; “Gava ku hem siyasetmedar û hem jî gel van rêzik û qayde yê gerdişî bipejirînin û li gorî wan bitevgerin emê dîsa wekî demên berê dikaribin rêveberiyek serkeftî ava bikin.”

     Li Îtalya yê jî Niccolo Machiavelli komara Roma yê wekî model ji xwe re didît û digot wek berê divê em bikin ku ji nû va gel di rêveberiyê da bibe xwedî peyvê.

     Gava ku em li dewlet û komarê jî Îslamî dinêrin em dibînin ku tim û tim ew demê berê tînin bîra xwe û dibêjin xwezî ku em wek wan dema bi hêz û bi bandor bûna li ser rûyê cîhanê. Û dîsa dibêjin ji dewlet û şahînsahiyê mezin bigire ta hetanî şaristanî û medeniyet ê mezin û qedîm me ava kiribû. Ew dem demên me yê zêrîn bûn. Xweziya xwe bi wan dema tînin. Xasma jî aniha komara Tirkiye yê şahînşahiya Osmaniyan wekî demên xwe yê zêrîn dibîne û dihesibîne.

     Gava ku em Meksîkê jî dinêrin em dibînin ku ew jî şahînşahiyên Aztek û Maya yê wekî demên xwe yê zêrîn dipejirînin.

    Minakên wiha pir in lê ez dixwazim li ser me Kurda bisekinim. Gava ku em li dîroka me Kurda dinêrin em dibînin ku dema Dewleta Merwaniyan wekî heyvê dibiriqe. Ji ber vî em wê demê wekî dema zêrîn a Kurda dihesibînin. Dewleteka serbixwe û azad û di heman demê da dewleteka dadwer  û dadmend bû. Hemû mafê me Kurda tê da dihat parastin û bê zilm û zordestî herkes tê da dijiya. Tiştê herî ku min kêfxweş dike di vê demê da em Kurd me xwendina xwe bi zimanê dayika xwe dikir.  De ka gelo rewşeka ji vê xweştir û şêrîntir heye? Ev dem ne zêrîn be lê wê kîjan dem zêrîn be? Bi rastî jî ew dem di dilê pirî Kurdan da cîhekî taybet digire.

     Îcar mirov bi rastî jî di nav rabirdû û dahatû yê da digevize. Aliyek mirov bi rabirdû yê va girêdayî ye ku naxwaze jê biqete û aliyê din jî bi hêvî û xweşî û başiyê dahatûyê va girêdayî ye. Bi rastî mirov nikare xwe ji yekî ji vana bike. Çawa ku giyan û laş nave ku ji hev biqetin wisa jî rabirdû û dahatû jî girêdayî yê hevin û nikarin ji hev biqetin. Divê mirov pirikek di nava wan da ava bike û bi herdûka ra ji di têkiliyê da bimîne. Ekena ku tu bi aliyekî tenê re bikevî têkiliyê û destê xwe ji aliyê dinê bikişênî gelo ewê ew pirik çikasî bi kêrî te bê?

Emre MÛHARGÎNΠ

08.05.2016 

Bersivekê binivîsin