Berhemên Xellacî

Berhemên Xellacî

Berhemên Xellacî

Berhemên wî, di sê qalikan de hatiye civandin û navê wan li jêr in.

1- TAVVÂSÎN

2- RİWÂYÂT  (Rîwayet) û

3– DÎWANA HALLAC e.

Beşên berhemên wî yên rajêr ji ev in.

1– Kitab el- Ahruf Müstahdese ve’l Ezeliye

2– Kitab el- Usul ve’l Furu

3– Kitab Sırr  el  Alem ve’l  Meb’ûs

4– Kitab el- Adl  ve’l  Tevhîd

5- Kitab ilm el Bakâ ve’l  Fenâ

6– Kitab Medh en- Nebiy

7- Kitab Huve Huve.     

Berhemên wî, piştî mirina wî ji aliyê Îbnî Bâkûye ve têne civandin. Ev behrem, li gorî vegotinên mirovên nas û yên li hawirdor û li gorî şahîdiya kurên wî, hatiye amadekirin.

Piştra, Wâsitî û Farîs dest avêtine vî karî û li hemû destnivîsên wî hûr bûne û “Külliyeta” Hallac gihêjtandine roja me.    

Ebubekir Îbnî Wâsitî, 15- 20 sal piştî Hallac mirî ye. Ji ber vê çendê, ew zanayîyên di derheqê Hallac de ne, ji  % 100 têne piştrastkirin. Ji bilî vê yekê, ew bi xwe jî li hawirdorê Hallac bû.    

Fârîs Dişnavarî jî; 60- 70 sal piştî wan jiyaye. Lê li gorî şahîdiya mirovan û bi xebateka baş, e wî vî karî kiriye. Ew bi xwe jî, girêdayê felsefeya Hallac bû û gellekî jê hezdikir.         

1- Tavvâsîn

Di vê berhema xwe di beşa yekemîn de Hallac; li ser peywendiya Xwedê, Quran û Hz. Muhammed radiweste.

Gelo peywendiya kelama pîroz û Hz. Muhammed  çiye?

Li gorî dilêrîna Mutezilî: Quran semaxa Xwedê ye, herwiha vegotina Hz. Muhammed  ya semaxa pîroz, pîsadî ye. Lewra Hz. Muhammed mirov e û dema ku ji dayîk bibû jî, ne misilman bû.

Li gorî aligirên “Îmamiye” jî; Di navbera Xwedê û Hz. Muhammed de pireka ragihandinê heye. Di dema wehiyê de; Hz. Muhammed vediguhere kelama Xwedê. Piştî Hz. Muhammed, ew eqlê têgihiştî gihêjtiye Hz Elî.

Li gorî  tevgera “Îshakiye” û “Nuseyrî” jî: Piştî mirina Hz. Muhammed, destûrmendê duyemîn yê vegotina kelama Xwedê, Hz.Elî ye.

Li gorî baweriya “Durzî” û “Karmatiyan” jî: Hz. Elî, eqlê gerdûnî ye.

Li gorî hindek bawermendên sûnnî jî: Peywendiya Xwedê û Hz. Muhammed, mîna wek peywendiya lembê û ronahiyê ye. Hz. Muhammed, ronahî ye û çavkaniya xwe, ji rûnê pîroz distîne.

Li gorî Tûstarî  jî: Hz. Muhammed  “ Amûd el nûr ” ango, sitûna ronahiyê ye û ew berê Hz. Adem jî ronahî bû.

Li gorî îmamê Hambel jî: Xwedê, berê her tiştî ronahiyê afirand û vê ronahiyê xiste dilê Hz. Muhammed. Xwedê di pêşiyê de ronahiyê bi Hz. Adem bi laş kir û piştra, ev ronahî gihêşte Hz. Muhammed. Ev ronahî, li ba Hz. Muhammed  veguheriya ye Quranê.

Li gorî Hallacê Mansûr jî: Berê her tiştî, ronahî hatiye afirandin û ev ronahî ji aliyê Xwedê ve, di dilê Hz.Muhammed de hatiye bicih kirin. Ronahî, (nûr) berê bênatiyê ye.

Hz. Muhammed û ev ronahî, di heman radeyî de ne. Ronahî navê wî ye û hemû tovê afirandinê, ev ronahî ye. Ronahî, beriya sedema ye û bi tu sedemî ve ne girêdayî ye. Lewra, sedemên hemû tiştî ya yekem ew e. Hz. Muhammed jî; ronahiya tovê hemû tiştî ye. Ew xwiyakirina hilikê ya yekemîn e û seranser azadî ye.

Li gorî nêrîna Hallac: “Hz. Muhammed, çolçira ye û ronahiya xefiyê pêxistiye.

“ Xwedê pêsîra xwe vekir, hêza xwe ava kir û giraniya xwe takêş kir û bi kerameta xwe, çolçirayê pêxist. Ronahiya wî ya pêxemberiyê, gihêjt tovê ronahiya gerdûnî.

Ronahiya gerdûnî jî, ji ronahiya xefiyê tê. Ew hebûna ku ji bona wî hatibû amedekirin, tuneyiyê ji holê rakir. Ew, pismîrê afirîşê ye.

Ew namdar e, yên namdar dike jî ew e.

Xwedê, bi devê wî heqîqetê vegotiye. Ew ne hatiye afirandin û qesidê kelamê ye. E wî; dawiyê û dawiya dawiyan vegotiye. Hemû zanist, ji okyanûsa Hz. Muhammed ya bêser û bêber dilopek in. Tu mirovên zanist nikarin bigihêjin zanista (zanyariya) wî.

Gelo, ew hêlbetên ku ji riya wî dertên, wê bi kûve herin?

Peyvên fîlozofan, li hemberî hikmeta wî mîna girên kumê ne û bi bayê re, belawela dibin. ”   

Di beşa duyemîn û sêyemîn ya Tavvâsînê de; li ser gewşînên Hz. Muhammed radiweste.

“Ronahiya qendîlê, (kandil) zanista rastiyê ye û tênha qendîlê jî; rastiya rastiyê ye û bi qendîlê re yekbûn, heqîqeta rastiyê ye. Fêmkirina rastiyê ya mîsoger û têgihiştina hêqîqetê, ancax bi naskirina Hz. Muhammed gengaz e. Lewra, Hz. Muhammed heqîqet bi xwe ye. ”  

Di beşa çaremîn û pêncemîn de, li ser bûyêra mîracê radiweste.

Li ser çûna Hz. Muhammed ya Mekkeyê û Kudûsê radiweste û giringiya derketina Hz. Muhammed ya qata Xwedê vedibêje. Lewra piştî bûyêra mîracê, Hz. Muhammed misilmaniyê xistiye saziyekê.  

Di beşa şeşemîn û heftemîn de, li ser gunehên şey… rawestiya ye.

Navê pirtûkê Tavâsîn jî, ji vir tê. “Tâ sîn El azal” di wateya li ber çavê Xwedê, çavketina şey… de ye.

Şey.., li hember fermana Xwedê rabû ye û ji Hz. Adem re secde nekiriye.

Ev lihemberrabûn, dibe sedema jiçavketina wî.

Gotina şey… ya  “ Ez raserê Adem im. ” qubarî ye, pozbilindî ye û Xwedê ji qubariyê hez nake.

Berhevdana “rûbirûkirina” wî ya ku gotiye: “Ez ji agir im, ew ji axê!” şaşî ye û xelet e. Şey… ji ber ku ne ebdê Adem bû, jêre secde nekiriye û li hember vê fermana Xwedê rabûye.

Hallac dibêje ku: “Gelo ev helwista wî, heta çi radeyî şaşî ye? Heçkû, hemû ferîşteyan jêre secde kiribûn.”     

Di vê babetê de,gellek nêrînên cihêreng hene. Hallac di helbesteka xwe de ji beroka şey… li bûyêrê dinihêre û dibêje:

– “ Xwedayê min! Ez bi tenê, ji bona ebditiya te fermana te nayênim cih. ”

– “ Giyan û ramana min, bengînê te ne! ”

– “ Beyî te Adem çiye?.. ne tu tişt! ”

– “ Ez şey… beyî te ez çi me gelo?. Mîna wî, ne tu tişt… ”

Hz. Musa li çiyayê “Şînaî” rastê şey… tê û jê dipirse dibê: “Çima te ji Hz. Adem re secde nekir?”

Bersiv balkêş e: “Hege min jêre secde bikira, wê ez ê jî bibûma mîna te! Ez ne ebdê wî, lê ez ebdê yekkeriyê me.”

Di vê niqtê de tu dibêkê Hallac, şey… niheq nabîne û heq dide wî.

Û gotiye ku: “Gelo ma ew jî, ne dilxwazê yekbûna Xwedê bû.”

Hallac ji ber ku, ji semaxa azad destpê kiriye, gotiye ku “berpirsiyarî ya şey… e. ” (1)

Li ser babeta şey… Muhammed İkbal jî wiha dibêje: “Kuştina Îblîs zehmet e. Lewra ew di dil de veşartî ye. Ya baş misilmankirina wî ye. Kuştina wî ya bi şûr, riya herî baş e.” 

Îkbal di behremê xwe de, ya şey… tu carî dijminên Xwedê nîşan neda ye. Belam, ew her dem dijminê kurêmirov tê nîşandan. Lê dîsa jî; bi xêra şey… mirov fêrî tegeha başî û xirabiyê bûye. ” (2) 

Li gorî baweriya “Hambelî” ,  “Mürci” ,  “Eş’arî”  û kevneşopên mîstîk: “Şey… ji nezaniya xwe ketiye xafiliyê û ji ber vê çendê, gunehekê mezin kiriye.”

Jixwe li gorî hinek baweriyan jî: “Şeytan tu carî ne ferîşteyek bû, ew cinek e.”

Heçku li gorî Hallac: “Şey… mûmîn û arif bû. Daxwaza wî ew bû ku, di nav yekkeriyê de bimîne. Xwedê mafê hilbijartinê daye şey.. secdekirin an nesecdekirina Adem.”

Di rastiyê de dema ku, mirov ji beroka şey… li bûyêrê dinihêre, mirov dibîne ku tu mafê şey… yê hilbijartinê tune. Berê, ji bilî Xwedê, ji tu tiştî re secdekirin tunebû, lê vêga ev yek hatibû xwestin. Di vê rewşê de, şey… yekkeriya Xwedê hilbijartiye û encama vê yekê jî, ji Xwedê re hiştiye. (Xwediyê vê ravekirinê, LUİS MASSIGNON e. )

Li gorî nêrîna Hallac: “Hege şey… secde bikira, dibe ku biketa çarenûsaka mirovî û ev yek dikaribû heta gunehkariyê jî biçûya. Gunehkarî jî ji ber ku rê li azara dojehê vedikir, şey… li hember fermana Xwedê rabûye û di nav yekkeriya Xwedê de maye, ango vê reyê hilbijartiye.”   

Di beşa heştemîn, nehemîn û dehêmîn de, li ser ramana “Wahdet-î Vûcud” radiweste…

“Xwedê yek e, yekîtiyeka serbixwe û razber e. Mirov şahîdiya yekîtiya wî dike.”

Hallac di vê beşê de, xwestiye ku bi Xwedê re yekbûn û yekkeriyê aşharîş bike.

Di bûyêra “Tevhitê” de Hallac, rêbazên mantiqî bikaraniye û bi vê yekê re jî, nêzîkê hewngiriyê bûye.

Lê xwiya ye ku, ji bona vekirina çavê dil jî, eqil divê…

Di beşa dehêmîn de, Hallac li ser zanyariyê radiweste. Bi çend rêbazên eqlî û mentîqî, dixwaze ku riya gihêjtina Xwedê nîşan bide.    

Hallac, wan bawermendên ku dixwazin bi riya eqil, an bi alikariya eqil bigihêjin Xwedê, wan rexne dike û dixwaze ku bi riya eşqê, gihêjtina Xwedê aşharîş bike.

“Dema ku mirov zanyariyê mîna eqil bibîne, wê demê zanyarî di nava dinyayeka daringî de (madî de) dimîne. Zanyarê rasteqîn e ve ku, bi alikariya dilê xwe digihêje heqîqeta giştî.”

“Kurê mirov hê ku nizane ka mûyên wî çima zer an reş in û ku eqilê wî hêjî, wî di nav heqîqetên bisînor de mijûl dike, wê di wî rewşî de çawa bigihêje hêza îlahî?

Zanyariya rasteqîn, ji nesneyên dinyayê dûrketine û kişandina êşê, di riya zanyariyê de gava yekemîn e. Ji dijminên xwe hezkirin û daxwaza gihêjtina dilîna Xwedê, zanyariya rasteqîn e. Marîfet ev e.”      

Hallac di rûbirûkirina (berhevdana) eqil û dil de, bi rêbazên mantîqî, dil derdixe pêş. Lêbelê, di gihêjtina dil de jî; xwiya ye ku rêbaz eqil e.

Bi alikariya eqil û bi riya hilbijartina eqil, lidervehiştina eqil helwistekê nakok e. (3)

2- Rîwayet

Di hedîsekê de, Xwedê wiha bang li Hz. Muhammed kiriye: (Ev ne hêdîsekê qutsî ye)

“Di dawiya şevê de, ji tevgera nîjada Adem ya ku ji min re secde û lawlawê dikin; ji vê tevgerê baştir tu tişt tune û ez, bi vê tevgerê gellekî dilxweş im.”

Hallac ji vê hedîsê dest pê dike û di berhema xwe ya bi navê rîwayetê de, 27 hedîsan rave dike. Qesta peyva rîwayetê, rîwayeta gotinên Hz. Muhammed in.

Li gorî hedîszanan hedîsên pîroz, bi mîsogerî ji aliyê Hz. Muhammed ve hatine gotin û ev yek, wiha jî tê pejirandin. Rîwayet jî, ku ji  seda sed (% 100) ne bêdro bin jî, nêzîkê hedîsên pîroz in.       

Di hedîsa yekemîn de, li ser girîngiya nimêjê rawestiya ye. Di ya duyemîn de, behsa piştgiriya Xwedê, ya belengaz an kiriye.

Di ya sêyemîn û çaremîn û pêncemîn de: qala kabeya heqiqî kiriye, ku ew ji di dilê mirov de ye. Di hedîsa heftemîn de, li ser dilîna Xwedê radiweste.

Di hedîsa heştemîn û nehemîn de, li ser bêdewiya bihûştê disekine.

Di hedîsên din de jî: Li ser dilîn, ferîşte û li ser ebdên Xwedê yên qenc disekine. Ji van hedîsan dest pê dike û pîroziya çend rojên pîroz derdixe pêş û qala girîngiya xêra van rojan, dike.

Di hedîsekê de wiha tê vegotin: “Xwedê, her şev dikeve giyana zilamên zanyar û riya rast nîşanê wan dide.”  (4)

3- Dîwana Hallacvan 

Dîwana Hallac, ji qesîdeyan (ji sûrêdeyan) pêk tê û babet bi helbestan tê vegotin.

Xezîneya wî ya wûşeyan, pirr dewlemend xwiya dike. Herwiha, dîrok û edebiyata îslamê, baş bikaranî ye û ev yek, nîşana zanyariya wî ye.  

Di helbestên xwe de cih daye “metaforan” û hinek helbestên xwe jî bi sembolan vegotiye.

Piştra, ev helbestên wî ji aliyên hosteyên mînyaturê ve hatiye bikaranîn û pirtûkên bi wêne hatine çêkirin.

Hinek dijminên wî, bi çavekî nebaş li dîwana wî nihêrtine û wiha gotine: “ Berhemên wî, ji aliyê ziman û wûşeyan ve qels û bêhêz in. ”

Hinekan jî, ji hêla olî ve li berhemên wî nihêrtine û gotineke ku: “Ji hêla ziman û wûşeyan ve berhemên wî baş in, lê ji hêla zanayiyên olî ve pirr qels in.”

Lêbelê, Baklî bi çavekê objektîf li berhemên wî nihêrtiye û wiha gotiye: “Di nav nivîsên mîstîk yên orijinal de, cihêkî wî yekê taybet heye. Zimanê xefîyê baş bikaranî ye. Her kes dikare li gorî xwe hinek tiştan, di berhemên wî de bibîne. Bi rastî jî, dilê mirovan bi berhemên wî kelegerm dibe.”    

Hinek nivîskarên mîstîk, di bin bandûra Hallac de mane û ev yek jî, di edebiyata îslamê de tê dîtin. Îmamê Gazalî jî, di bin bandûra wî de maye. Ya herî kêm, tê zanîn ku Gazalî ya Hallac, baş xwendî ye.

Nivîskarê Helebî El Suhaverdî jî, Hallac şopandiye û me berê, qala peywendiya Muhiddînî Arabî û Hallac kiribû. Ebdilkerîm Jîlî, Mewlana Celalettinî Rûmî, Nesimî û Şêx Ehmed Ahsâî di warê edebiyatê de, ji Hallac ketumet bûne. (5)

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com 

Çavkanîyên Vê Beşê

1) Louis Massignon. Yên vediguhêzîne: Prof. Dr. Niyazi Öktem. Dar-ı Mansûr. Weş: Ant. R: 97- 99

2) Muhammed İkbal. Yên vediguhêzîne: Prof. Dr. Yaşar Nuri Öztürk: Mansûr û berhema wî. Weş: “yeni boyut” R: 262- 268.

3) Dar-ı Mansûr. Rûpel:100- 101

4) Dar-ı Mansûr. Rûpel: 102- 103

5) Dar-ı Mansûr. Rûpel. 104- 105

Têbinî: Ji ber ku di ola Êzdiyan de peyva Şeytan wekî guneheke mezin tê hesibandin, me wê peyvê bi kurtasî bi kar aniye. Wekî ‘Şey…’ Lewma jî, ji bo bikaranîna peyvê, ez lêborîna xwe bawermendên Êzdî dixwazim….

Ev nîvîsar, beşa 20 an, (Dawîn) ya kitêba mamoste Ali Gurdilî ye…

Hege çavkaniya nivîsaran neyê nîşandan, wergirtina wan qedexe ye…

Bersivekê binivîsin